‘Gelê ku bêhna azadiyê girtiye wê zilm û koletiyê qebûl neke’

Elya Oglo ya 63 salî ku bi eslê xwe ji Laziqiyê ye lê li Til Temirê dijî bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên ji 4'ê Cotmehê ve dest pê kiriye da û got “Gelê ku bêhna azadiyê girtiye wê zilm û koletiyê qebûl neke.”

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Pergala  Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşketiye, gel di nav de maf, ziman, çand û dîroka xwe diparêzin. Dewleta Tirk ji dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de êrîşên xwe li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ranewestandiye, bi êrîşên hewayî û bejahî hem sîvîlan hem jî binêsaziyê heremê dike hedefa xwe. Pêkhateyên navçeya Til Temira Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşan bi helwest in. Elya Oglo a 63 salî ya ku bi eslê xwe ji Laziqiyê ye, der barê êrîşên dewleta Tirk de nêrînên xwe anî ziman.

'Di Netewa Demokratîk de azadî û demokrasî serwer e’

Elya Oglo got ku Erdogan ji qehra nava xwe êrîşê Rêveberiya Xweser dike û wiha domand: "Di pergala Rêveberiya Xweser de hemû pêkhate bi netewbûn, ziman, çand û dîroka xwe mafdar in. Li vir yek ziman, yek al û netew tune ye demokrasî û azadî serwer e. Avakirina yekitiya Kurd, Ereb, Aşûrî, Tirkmen, Çerkez û hemû netewên li herêmê dijîn li xweşa Erdogan naçe, êrîşên ku dike jî hemû ji bo têkbirina vê hevgirtinê ye. Serkeftina Erdogan di hilbijartinan de, vegera li ser desthilatdriê jî hemû bi hîleyan bû."

‘Hûn çi jî bikin em ê dest ji warê xwe bernedin!’

Elya Oglo bal kişand ser êrîşên hewayî ku ji 4'ê Cotmehê de dest pê kiriye û wiha got: "Armanca êrîşan diyar e, hedefgirtina binesaziya herêmê û hemû çavkaniyên jiyanê têkbirina hevgirtina gelan a wekî tabloyeke mozayîkê ye. Bila dewleta Tirk baş bizanibe tiştê ku ji binê erdê derdikeve, ji ser rûyê erdê nayê rakirin. Hûn embarên genim bombebaran dikin, wê demsala genim were em ê tov bireşînin av bidin û biçinin. Hûn çavkaniyên avê dikin hedef, wê rojekê kaniyên welatê me ji binê erdê der bibin. Hûn çavkaniyên enerjiyê bombebaran dikin lê tu roj ji roja me bihêztir nîn e. Ger hûn malên me wêran bikin û hilweşînin, ji kevirên me dijwartir tune ye. Ger hûn çavkaniyên gazê armanc digrin, em ê tifik û qirşikan bikar bînin. Lê em naçin, em li vir in û li ber xwe didin."

‘Zagonên navdewletî li ku ne?'

Elya Oglo binpêkirinên dewleta Tirk a zagonên navdewletî yên di demên şer de bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Dewletên ku zagonên navdewletî îmze kirine û li dijî binpêkirina zagonan in û hedefgirtina çavkaniyên jiyanê yên sivîlan in, çima bêdeng in? Bêdengiya we hevkariya we ya bi Erdogan re piştrast dike. Erdogan jî penaberên li Tirkiyeyê wekî kaxezeke zextê li dijî welatên Ewropayê bi kar tîne, ji bo ku Erdogan penaber û terora xwe derbasî Ewropayê neke hevkariya wî dikin. Li vê derê welatên ku xwe kirine garantor Emerîka, Rusya û heta NY hûn êrîşên Erdogan li dijî sivîlan û binesaziya herêmê nabînin? Di van êrîşan de zagonên navdewletî li ku ne? Ji Komkara Erebî bigre heta NY, hemû jî li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Bi qasî berjewendiyên xwe bi Erdogan re diparêzin, mafên sivîlan naparêzin."

'Ji derveyî edalet azadî û aştiyê tu daxwaza me tune ye’

Elya Oglo da zanîn ku gelê bêhna azadiyê girtiye careke din koletiyê napejirîne û wiha pêl da gotinên  xwe: "Tu tişt wê hêz û vîna me têk nebe, gelê ku bêhna azadiyê girtiye wê zilmê û koletiyê careke din qebûl neke. Em ji hêzên garantor re ji Emerîka, Rûsya, Yekitiya Ewropayê, NY û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen re dibêjin; hûn nabînin çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewime, hûn ker, kor û lal bûne yan bi zanebûn xwe wisa dikin? Di vê kêliya ez diaxivim de balafirên Erdogan li ser serê me digerin. Bi awayekî lezgîn em dixwazin hûn zextê li Erdogan û hikûmeta wî bikin ku binpêkirinên dijmirovî yên di zagonên navdewletî de qedexe ne li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin, rawestînin. Em bang dikin ku ev tundiya çêdibe were rawestandin, ji derveyî edalet, azadî û wekheviyê xwestekên me yên cuda tune ne."