Gelê ku astengî nasnake di çalakiya ‘Îna Bi Xwîn’ de li hev civiya
Rûxmê hemû astengiyên hikumeta Îranê ya dû rojên dawiyê, li eyalete Sîstan û Belucîstanê çalakiyên ‘Îna Bi Xwîn’ bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hat lidarxistin.

Navenda Nûçeyan – Çalakiyên ku li Rojhilatê Kurdîstanê û Îranê despêkir di meha xwe 5’emîn de didome. Yek ji navendên çalakiyên girseyî Sîstan û Belucistan ji aliyê hikumeta Îranê ve bi tepisandinên bi xwîn re rûbûrû mabû. Ev du rojên dawî li bajarên girêdayî eyaletê ji bo pêşî li çalakiyên ‘Îna Bi Xwîn’ bê girtin, gelek polîs û leşker li ser rêyên kontrolê hatine bi cîh kirin. Rûxmê hemû astengiyan jî gel ji bo çalakiyê derketin qadan. Bajarê Zahîdan yê girêdayî eyaletê piştî nimêja înê dest bi çalakiyên xwe kirin û pankartên “Ji dîktatorê re mirin”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Ji Hamaneyê re mirin”, “Diktator Hamaney welat biterîkîne, şerm bike” rakirin.
Li Rask ê girêdayî eyaletê jî li dijî hikumetê pankart hate vekirin, her wiha ji bo çalakiyê piştgîriyê alimên olî jî bal kişand.
Li çalakiyên bajarên Zahîdan û Rask yê girêdayî eyaleta Sîstan û Belucistanê hat xwestin ku welatiyên Belucistanê ku hatine girtin werin berdan û cezayên îdamê were rakirin.