“Gelê Kobanê bi îradeya xwe serketin”

Li bajarê Silêmaniyê salvegera Roja Cîhanê ya Kobanê hat piroz kirin. Jinên bejdarî pîrizbahiyê bûn dan diyarkirin ku bi berxwedaniya gel Kobanê rizgar bû.

BÊRÎVAN KEMAL
Silêmanî - Li parqa Azadî ya bajarê Silêmaniyê Roja cîhanê ya Kobanê bi bejdarbûna hemwelatiyên Başûr, Rojhilat, Rojava û Bakûrê Kurdistanê hat pîrozkirin. Jinên bejdarî pîrozbahiyê bûn dan diyarkirin ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye ji ber wê serkeftinên gelek mezin bi dest xistin e.
“Dîrok cardin xwe dûbare dike”
Awat Hîsamedîn ku bejdarî salvegera Roja Cîhanê ya Koban bû wiha axivî: “Ji destpêka Kurdîstanê Kurdistan yek parçeye û gelê wê yek gele. Di hemû demên zehmete me hevdû girt û me piştgiriya hev kir. Ev buyerên ku li serê çar parçeyê Kurdistanê hatine, dîrok cardin xwe dûbare dike. Ew berxwedaniya ku li Rojavayê Kurdistanê hatî meşandin berxwedana gelan bû. Divê em hertim yekbin da ku dijmin nekare xwe nêzî me bike.”
“Divê îro jî Kurdên li her deverê li hemberî êrîşan bibin yek”
Kelsûm Kerîma ku bejdarî pîrozbahiya Roja Cîhanê ya Kobanê bûyî wiha got: “Divê Kurdên li her derê cîhanê li Kurditiya xwe xwedî derbikeve, gelê Kurd gelek aştîxwaze, lê belê ev çend sale dijmin hewla dabeşkirina Kurdistanê dide. Pêwîste em weke jinên Kurd piştgiriya hevdû bikin û em hemû bi hev re kar bikin ji bo serxwebûn û yekitiya Kurdistanê. Jinan li Kobanê bi berxwedanê karîn bi serbikevin. Di vê Kurd li her çar parçeyên Kurdistan piştgiriya hev bikin.”