Gelê Kobanê bi coşek mezin Roja Cîhanî ya Kobanê pîroz kir

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê bi diruşma "Bi ruhê 1'ê Mijdarê berxwedanî û têkoşîna li dijî dagirkerî û hovitiyê didome", Roja Cîhanî ya Kobanê pîroz kirin û li dijî gefên dewleta tirk meşiyan.

Kobanê– Parêzvanên Kobanê li dijî hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wî şerê hebûn û nebûnê dan destpêkirin û destan nivîsandin, ji bo wê jî û bi saya leheng û qehremanan rojek ji bo berxwedana Kobanê hat hilbijartin ew jî roja 1'ê Mijdarê roja piştgiriya cîhanê bi berxwedaniya Kobanê re. Di vê çarçoveyê de bi sedan gelê Kobanê roja cîhanê ya Kobanê pîroz kirin û bi diruşma "Bi ruhê 1'ê Mijdarê berxwedanî û têkoşîna li dijî dagirkerî û hovitiyê didome." Gel li Qada Jina Azad kom bûn û ber bi Qada Şehîd Egîd ve meşiyan û li wê meş veguherî şahiyê. Welatiyên bajarê Reqqayê jî beşdarî meşê bibûn, meşevanan posterên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan,
Partiya Yekîtiya Demogratîk (PYD)'ê hildan. Di meşê de siloganên "Bijî berxwedana Kobanê" , "Bijî 1'ê Mijdarê" û "Faşîst Erdogan" hatin berzkirin. Beriya meş destpêbike daxuyanî ji aliyê Rêveberiya sivîl a bajarê Reqqayê ve hat xwendin, daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê Rîhab El Nayif Hevseroka Meclîsa Zagonsaz ya bajarê Reqqayê ve hat xwendin. 
"Bi vîna gelê herêmê wê dagirkerî têk biçe"
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Wek vê rojê di 1'ê Mijdarê de seferberî li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê hat raghandin û her kes tevlî berxwedaniya Kobanê bûn. Nêzî 30 dewletan piştgiriya xwe dan berxwedana Kobanê, dema ku her kes ji bo Kobanê rabû ser piyan wê rojê hevgirtinek hat çêkirin û her kesê ku piştgiriya Kobanê kirin li dijî hovîtiya dewleta tirk sekinîn û bersivek dan van êrîşên bê exlaqî û dij mirovahiyê. Di roja îroj de dewleta tirk dixwaze cardin êrîşan bi ser Kobanê ve bîne, êrîşên li ser Kobanê li ser tevahî erdîngariya Sûriye. Eger ne ji vê berxwedaniyê be îro em ê di nava agirê dojehê de bin. Li dijî hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wî em ê bi hevre welatekî bi aramî û ewlehî ava bikin da ku her kes bi azadî û wekhevî jiyan bike."
Piştî ku meş gihîşt qada şehîd Egîd, li ser navê Kongreya Star a Kobanê Endama Meclîsa jin ya Edaleta Civakî a herêma Firatê Felek Yusif axivî. 
"Em ê bi ruhê 1'ê Mijdarê têkoşîna gelan bilintir bikin" 
Felek da zanîn ku bi berxwedanî û têkoşîna gelê şoreşger wê her roj bibe 1'ê Mijdarê û wiha got: "Di kesayeta şehîdên berxwedaniya Kobanê de em hemû şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li beramberî wan ditewînin. Îro 1'ê Mijdarê ye ev roj domandina berxwedaniya şoreşa Rojava bû, şoreşa ku bi navê jin tê naskirin. Şerê ku hat kirin ne bi rehetî hat kirin, jin bûn pêşenga wî şerê hovane, bi saya wê pêşengtiyê me gelek destkeftî qezenckirin û me gavên dîrokî bi dest xistin. Îro çavê dijmin hov li wan destkeftiyane. Her kes deyndarê berxwedaniya Kobanê ne, divê li dijî van gef û êrîşan hemû dewlet bi erkên xwe yê mirovahî û exlaqî rabin, îro gef li ser herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava û bi taybet Kobanê hene. Êdî dem hatiye ku em dîktetoran tune bikin û destkeftiyên xwe mayînde bikin. Hêviyê me bi hêzên navnetewî tuneye, hêza me şervan, zarok û gelê meye. Em ê bi vê hêviyê tola şehîdên xwe hilînin û pergala dîktetoran têk bibin."
Jinên ku beşdarî meşê bûne nêrîn û helwestên xwe li dijî gef û êrîşên dewleta tirk li ser herêmê û kêfxwaşiya xwe di derbarê 1'ê Mijdarê de anîn ziman.
"Kobanê bû dilê Kurdistanê"
Naz Mihemed Elî ji navçeya Qinê balkişand ser roja 1'ê Mijdarê û wiha pêde çû: " 1'ê Mijdarê roja hebûn û tunebûna Kurdan bû, bi saya zarokên me îroj em li ser vê axê dijîn, Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di dema berxwadaniyê de banga seferberiyê kir, ji bo wê her çar parçeyên Kurdistanê û dervayî wê jî tevlî vê berxwedaniyê bûn. xwîna her çar parçeyan li Kobanê hat rijandin, ji lewra Kobanê bû dilê Kurdistanê, bi vê berxwedanî û têkoşînê dagirker di Kobanê de şikest û tune bû. Her wiha jin ji welatên biyanî jî tevlî şerê Kobanê bûn, bi vê berxwadanî Kobanê ne ket û tew jî nakeve. Heya ku şervanên bi vî rengî hebûn wê Kobanê û ji bilî Kobanê jî wê dagirnebin, em gelekî behsa mafê xwe dikin û parastina rewa dikin. Em dibêjin êdî bese ji van kiryar û gefan re, em azadî û aşitî dixwazin em şer naxwazin."
"Tu kes nikare axa me dagirbike" 
Zelîxa Elî jî teqez kir ku berxwedana Kobanê bû sembûla azadiyê û wiha pêde çû: "Em vê rojê li her kesî ku berxwedaye pîroz dikin, di vê rojê de Kurdan ji her kesî re dan nîşandan ku tu kes wê Kobanê dagir neke û wê Kobanê bimîne ji Kobaniyan re. Di roja 1'ê Mijarê de em dikarin bibêjin ku yekîtiya hat çêkirin û her kes bi Kobanê hesiya. Eger yek dewlet nêzî Kobanê bibe, helbet wê gelê Kobanê li beramberî wan parastina xwe bikin û nehêlin ku Kobanê dagir bibe. Dema ku şer jî bê derî em amadene ku li beramberî hovîtiya dewleta tirk şer bikin û wek ku me dewleta tirk şikand em car din bi wî ruhî beşdarî şer bibin."
Şahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.