Gelê kantona Hesekê bi boneya 25'ê Mijdarê meşek girseyî li dar xistin

Bi boneya 25 ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê îro gelê kantona Hesekê bi hemû pêkhatiyên xwe yê Kurd ,Ereb, Suryan û Ermen daketin qadan.

Hesekê- Îro bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê gelê kantona Hesekê bi hemû pêkhatiyên xwe  di bin dirûşmeya "Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêze" daketin qadan

Meşvan alên Kongra Star, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Na ji qetilkirina jinan re", “Jin Jiyane" û " bi tekoşîna domdar emê bighêjin azadiya Rêber Ocalan" hilgirtin.

Meş li ber Akademiya Şehîd Roken a taxa Salhiyê veguherî mitîngê.

‘Pêwistî bi yekîtî û hevgirtina jinan heye’

Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê Kongra Star Diyana Adil  tekez kir ku bi hevgirtin û yekîtiya jinan wê her roj bibe 25'ê Mijdarê û wiha anî ziman: “Jin li tevahî cihanê tekoşînek mezin didin meşandin ji bo rê li ber hemû cureyên şidetê bigre .Bi hezarê salan jin rastî neheqî, inkar û tunekirinê tê. Dewleta Tirk dirûşmeya  Jin, Jiyan Azadi qedexekiriye û kiryarên qirêj li dijî şaredariyan dide meşendin ji ber ku dizanin  ev ne tenê dirûşme ye felsefeyek ku jinan birêxistin û pêşdixe. Pêwistî bi yekîtî û hevgirtina jinan heye ku em bikaribin tekoşîna xwe bidomînin û civakek exlaq u wekehev bidin ava kirin.

‘Tekoşîna li dijî tundiyê nesekinî ye’

Li ser navê  Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD )Semer Abdulah axivî û got: Ev roj bi tekoşîna jinan bûye rojek navneteweyî lê ruxmê wê hêzên desthilatdar bi hişmendiya xwe ya baviksalarî tundî berdewam dike. Jinan tekoşîna xwe li beramberî tundiyê ne sekinandî ye  û berdewam dike. Şer û aloziyên ku çêbûn yê bedelên giran û rastî tundî u qetilkirin hatin jin bûn . Li herêmên dagirkirî jin rastî qetilkirin, destdirêjî û qetilkirinê tênê Ev şermek dîrokî ji rêxistinên mirovî re ye ku li hemberî van kiryaran bêdeng in .Îro jin bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî bi hevgirtin û yekîtiya xwe  bdparêzin.  

Meş bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî " bi dawî bû.