Gelê Hesekê li dijî komkujiya li Bendava Tişrînê herikîn qadan

Gelê bajarê Hesekê bi hemû netewên xwe Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi meşekê komkujiya nobedarên li Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin .

Hesekê- Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê ruxmê hemû êrîşên balafirên dewleta Tirk didome .Dewleta Tirk a dagirker duh li dijî welatiyên ku ji bo parastina bendavê li Bendava Tişrînê nobedê digirin komkujiyek pêk anî, di encamê de 3 welatî jiyana xwe ji dest dan.

Gelê bajarê Hesekê bi hemû netewên xwe Kurd, Ereb, Suryan û Ermen daketin qadan û helwestê xwe nîşan dan. Meşvan alên QSD’ê, wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsa” Na ji dagirkeriyê re”, ”Emê hebûna xwe biparêzin” hilgirtin. Meş li ber çarxereya Şehîd Avêsta a taxa Til Hecer des pê kir û li ber Dêra Aşûriyan veguherî mitîngê.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Li ser navê Meclisa Malbatê Şehîdan Fatma Elî berxwedana Bendava Tişrînê silav kir û got: "Em peyama berxedaniyê carekî din nû dikin. Em ê heya dawî piştgirî bidin şervanên QSD' ê bikin. Çi were xwestin emê bikin, jiyan ne tenê laş e, eger em bi wicdan û rûmet jiyan nekin em vî laşî bi koletî naxwazin.” 

Hevserokê Meclisa bajarê Hesekê Farûq Tozo jî tekez kir ku Sûriyek nû bi dagirkerî û hedefgirtina sivîlan nayê ava kirin û got:" Dewleta Tirk dixwaza îradeya gelan bişkîne lê gel êdî biryara berxwedaniyê daye û piştigirî dide şervan û zarokê xwe. Di wextekê de ku dibêjin Sûriyek nû karwanê gel li Bendava Tişrînê tê hedefgirtin. Emê çawa bi vî rengî Sûriyek nû bidin ava kirin?

Meş bi dirûşmeya" Bijî berxwedan " bi dawî bû.