Gelê Helebce jî ji bo mexdûrên erdhejê seferber bû
Li Helepçe gel ji bo mexdûrên erdheja Bakûr û Rojavayê Kurdistanê dest bi kampanya komkirina alîkariyê kir û jinan bang kir ku hemû xelk bi erkê xwe yê exlaqî, netewî rabe û alîkariyê ji bo Bakûr û Rojavayê Kurdistanê bişînin.
MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe - Îro li Helepçe li ber deriyê şaredariya Helepçe ji bo mexdûrên erdheja Bakûr û Rojavayê Kurdistanê kampanya komkirina alîkariyê bi navê ‘Piştevaniyê’ hat destpêkirin.
Hemwelatiya Helepçe Dilniya Farûq daxwaz ji xelkên Helepçe û xêrxwazan kir ku li gora derfetên xwe beşdarî kampanyaya komkirina alîkariyê bibin.
Endama rêxistina parastina zarokan Kurde Bapîr jî wiha got: “Her tiştê ku pêwîstî pê hebe divê bigîhin vir da ku em jî bi awayek emanet radestî cihê pêwîst bikin.”
‘Divê em birînan bikewînin’
Ji Ofîsa mafê mirovan Gulîstan Mihemed a sersaxî ji malbatên kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane xwest wiha got: “Em hewil didin bi hev re yek deng bîn ji bo xizim û kes û karên xwe. Em daxwazê ji gelê xwe, rêxistinên xêrxwaz û weletparêzan dikin ku weke erkek yê nîştîmanî, netewî, olî û exlaqî alîkariyê rêbikin kampanayê û em ji bo xuşk û birayên xwe yên ku bûne mexdûrê erdhejê bişînin û birînên wan bikewînin.”