Gelê Efrînê li ser ax û erdê xwe ewlehiyê dixwaze
Dewleta Tirk û komên pê re di 2018'an de demografiya Efrînê guhertin, lê gel dest ji axa xwe berneda. Koçberên vedigerin daxwaza ewlehiyê, girtina milkên xwe û darizandina berpirsan dikin.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Şerê ku di sala 2018’an de ji hêle dewleta Tirk ve li ser Efrînê pêkhat şerekê pir alî bû. Yek ji van aliyan jî guhertina demografya herêmê û veguherîna çandî bû. Koçberiya bi darê zorê, şer û guhertina demografîk dibe ku di gelan de lawaziyê çê bike. Ji bo civakên weke xelkê Efrîn, "girêdana bi axê re" ne tenê girêdanek fîzîkî ye; ew tê wateya nasname, çand, ziman, bîr û şêwazê jiyanê. Ji ber vê yekê, her çend mirov ji cih û warên xwe werin koçber kirin jî, ev girêdan bi tevahî nayê qutkirin.
Gelê Efrînê hêvî û baweriya xwe her tim bi awayekê bi hêz ji bo vegera ser axa xwe parast. Têkoşîn û berxwedaniya xwe her herêmên ku çûnê parastin. Bêguman meseleya Efrînê ne tenê meseleyekê mirovî ye, mijarekê siyasî ya pir bi hêze.
Lewra mijara vegera gelê Efrînê em dikarin wê bi awayekî xurt bi pêvajoyên siyasî û dîplomatîk ve girêbidin.
Di salên koçberiyê de, êşa gelê Efrînê ne tenê bi windakirina mal, erd û debara jiyanê ve sînordar bû; lê belê ew berfireh bû heta rêze binpêkirinên li dijî sivîlan. Ji desteserkirina milk û guhertinên demografîk bigire heya girtin, revandin, zext û zorê. Bêguman komên ku herî zêde ji vê yekê bandor dibûn jî jinin. Gelek ji wan di nebûna parastina qanûnî û mirovî de rastî binpêkirinên giran ên wekî girtin, îşkence, tundî û destavêtinê hatin.
Tevî hemû windahiyan israra li ser axê
Bi pêşketinên siyasî û leşkerî yên li herêmê û bi pêkanîna lihevkirinên ku rê li ber vegera sivîlan ji bo ser axa xwe vekirin, karwanên vegerê hêdî hêdî ber bi Efrînê ve çûn. Ev dîmen piştî salên koçberiya bi darê zorê, gelek hêvî bi xwe re anîn. Pêlên vegerê berdewam dikin; tevî wêranî û windahiyan, niştecih îsrara li ser parastina axa xwe û ji nû ve avakirina jiyana xwe dikin.
Tevî kêfxweşiya vegerê, gelê Efrînê tekez dike ku aramiya rastîn tenê bi dabînkirina hawîrdorek ewle û aram pêkan e; hawîrdoreke ku parastina sivîlan misoger dike, mafên wan diparêze û pêşî li dubarebûna binpêkirinan digire. Her wiha daxwaza dabînkirina xizmetên bingehîn, vegerandina milkên desteserkirî, eşkerekirina çarenûsa windayan û hesabpirsîna ji berpirsiyarên binpêkirinan dikin. Ev gav dê vegereke ewle û bi rûmet misoger bikin, dawî li êşên bi salan bînin û serdemek nû ya hêvî û aramiyê li bajarê wan vekin.
‘Heta niha 7 karwan vegeriyane’
Jina Efrînî Sureya Mustefa ku di sala 2018'an de ji Efrînê bi darê zorê koçber bûye, ji nûçegihana me re anî ziman ku daxwaza wan tenê vegereke bi ewle ye. Heman demê de bikaribin li ser ax û erdê xwe jî bi ewle bijîn û jiyana xwe ji nû de ava bikin.
Sureya Mustefa da zanîn ku di 29'ê Çileyê de peymanek li ser gelek bendan di navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de hatiye îmzekirin û wiha vegot: "Yek ji bendên sereke ya wê peymanê vegera koçberan bû. Piştî salên dirêj gel dê vegere cihê ku lê ked daye û mezin bûye. Helbet dema mirov xeyal dike coşek mezin çêdibe, lê niha êdî rastî ye ku em vedigerin. Heta niha 7 karwanên Efrînê vegeriya ye. Lê belê hîn jî veger di dome."
'Gelek darên zeytûnan hatine birîn'
Sureya Mustefa bal kişand ser zehmetiyên ku gelê Efrînê piştî vedigerin. Ew dibêje ku ji hêla çeteyan ve gelek wêranî û xirab bûyîn çê bûye. Gelek xanî hatine ruxandin û şewitandin. Suriye herê zêde jî balê dikşîne li ser zehmetiyên ku jin wir dikşînin û dibêje: “Di vê rewşê de herê zêde jin zehmetiyan dijin. Ji ber ku tevahî berpirsiyartiya malbat û jiyanê li ser milê wane. Ji ber ku jin civak bi xwene lewra dixwazin civak, nirxên xwe bi parêzin û jiyanek bi ewle bijîn.
Sureya di nava gotinên xwe dibêje ku ji hêla çeteyan ve gelek darên zeytûnê hatine birîn. Sureya dibêje ku: “Her çiqasî wêran kirina ax, zevî û darên me ji bo me giran be jî, lê emê cardin her tiştê ji nû de avabikin û bi afirînin. Bêguman kesên ku herî zêde ked dabe û bi wan daran re jiyana xwe hûnandibe jin e. Bêguman wê cardin vê yekê ava bike. Lê tişta ku herê zêde ji bo gelê Efrînê pêwîste jiyanek bi ewle û arame.
Malên ku destên dagirkeran de
Sureya Mustefa destnîşan kir ku pêwîst e hikumeta demkî derfetên jiyanî û aştiyek mayînde ji gelê Efrînê re peyda bike û wiha pê de çû: "Sîstema ku niha Efrînê birêve dibe, pêwîste beriya her tiştê jiyanek bi ewle û aram ava bike. Pêwîst e hikumeta demkî ya Sûriyeyê tiştên ku di peymanê de li ser îmze kiriye pêk bîne û ewlehiya gelê Efrînê bi parêze. Heta roja îro jî hinek malên Efrînî ne di destên xwediyên wan ên resen de ne."
Banga ji bo yekîtiya jinan û parastina mafan
Sureya Mustefa diyar kir ku pêwîst e hikumeta demkî ya Sûriyeyê derfetên ewlebûyîna civakê bi afirîne. Ji ber ku ji bo civakan beriya her tiştê ewlehiya jiyana wane. Sureya di nava gotinên xwe de balê dikşîne li ser yekbûyîna jinan û dibêje ku pêwîste jin hêza xwe xurt bikin û ji bo mafên xwe têbikoşin. Sureya bi vê awayî dawî li gotinên xwe tîne: "Jinên ku vegeriyane Efrînê rastî îşkenceyan tên û nerazîbûna xwe nîşan didin. Xwesteka jinan tenê jiyaneke bi aram bû. Banga me ji bo hemû jinên li herêmê ew e ku em bibin yek; pêwîst e em têbikoşin ji bo ku em azad bijîn. Divê hikumeta demkî rola jinan di Efrînê de diyar bike, da ku jin karibe li her qadekê hebûna xwe nîşan bide."