Gelê Bokanê ji bo Niana ku piştî tecawizê hat qetikirin derket kolanan
Gelê Bokanê ji bo zaroka keç a ku piştî tecawîzê hat qetilkirin gel daket kolanan û bûyer protesto kir.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê girêdayî Rojhilatê Kurdistanê Bokanê gel ji bo şermezarkirina li dijî tecawiz û qetilkirina zaroka 7 salî çalakî li darxist.
Di 6'ê Çileyê de li Bokanê zarokek keç a 7 salî ya bi navê Nian Chalabiani rastî destdirêjiya birayê damariya xwe hat û mir. Bi sedema vê bûyerê îro xelk li ber Walîtiya Bokanê kom bû û çalakî li dar xist. Xelkê xwest ku kiryar bi awayê herî giran bê cezakirin.