Gelê Bedlîsê di nava dorpêçî, binçavkirin û îşkenceyê de ye

Pevçûnên ku hefteyek berê li Bedlîsê destpê kir didomin, îşkencei binçavkirin û girtinên li dijî gel jî berdewam dikin. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Nurdan Îlbasan bal lê kişand ku pêkutiya li dijî gel piştî hilbijartinê hê zêdetir bûye.

MEDİNE MAMEDOĞLU

Bedlîs – Li Bedlîsê ku di meha dawî de operasyonên leşkerî lê didomin û qedexeya derketina derve hatibû ragihandin binpêkirinên cidî tên jiyankirin. Herî dawî di operasyonên leşkerî yên li Gundê Peyîndas a Tetwanê du jê şiwan 8 gundî hatin binçavkirin. Gund bi rojan di bin dorpêçê de hat girtin. Li herema ku bomberduman lê berdewam e gel bi fikar e. Hevberdevka Partiya Çepên Kesn Nurdan Îlbasan a derbarê binpêkirin tê jiyankirin de axivî bal lê kişand ku piştî hilbijartinan pêkutî zêdetir bûne û gundiyên welatparêz hedef hatine girtin.

Di hefteyekî de 12 kes hat binçavkirin, 5 kes hat girtin!

Li bajar di hefteya dawî de yek jê jin 12 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 3 jê bi îdiaya ‘alîkarî kirine’ hatin girtin, 5 jê jî di dadgeha ku duh derketine de bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Hat zanîn ku derbarê dosyaya Nasîhat Kiliçkiran a di bin çavan de ye, biryara sînordarkirinê hatiye dayîn. Mehmet Veysel Aydemîr a roja ku operasyon çêbû ruxmê birîndarbûna xwe hat binçavkirin, li nexweşxaneyê tê dermankirin. Dîsa meha derbasbûyî li gundên Xûlepûr û Kekulan ên girêdayî Xizanê jî pevçûn çêbûbûn û qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. 

Li herêmê daristanên daristanên gundiyan û baxçeyên gundiyan hatin talankirin, dar hatin birîn. Herî dawî li Gundê Peyindas ê Tetwanê ku bomberdûman lê dewam dike, welatî ji ber dorpêçê bi rojan nikarin nan bipêjin û nikarin sewalên xwe bibin mêrgê. Ji Partiya Çepên Kesk Nurdan Îlbasan, diyar kir ku di operasyonan de sivîl rastî nerazîbûnên cidî hatin û diyar kir ku li hemberî serkeftina bajar a di hilbijartinê de polîtîkaya tolhildanê tê meşandin. Nurdan Îlbasan, diyar kir ku li bajêr bi ferqeke zelal a dengan 2 wekîlên wan derketibû û ev yek jî bi dengên ku ji herêmên welatparêz hatine girtin pêk hatiye û destnîşan kir ku bi operasyonan re binpêkirinên mafan ên giran rû didin.

'Ev zext piştî hilbijartinê dest pê kirin'

Nurdan Îlbasan axaftina xwe wiha domand:

“Li Bedlîsê di hilbijartinên dawî de serkeftinek mezin hat bidestxistin. Piştî vê destkeftiyê hem li gundan hem jî li navendê zextên cidî dest pê kirin. Li gundan operasyonên leşkerî hatin destpêkirin. Operasyona leşkerî bû, lê di van operasyonan de dar hatin birîn, ji gundiyan hat xwestin ku ji malên wan bên derxistin. Ev zext her tim hebûn, lê wek min got bi taybetî piştî hilbijartinên dawî zêdetir bûn.”

'Operasyon ev mehek e bê navber berdewam dike'

Nurdan Îlbasan a li ser operasyonên demên dawî yên li Hîzan û Tetwanê pêk hatin û çi qewimîn axivî, wiha got: “Gel bi taybetî li gundên ku li Hîzanê operasyon pêk hatin rastî nerazîbûnên giran hatin. 20 roj qedexeya derketina derve hebû. Ji ber van qedexeyan gel ne dikaribû sewalên xwe biçêrînin û ne jî heywanên xwe bişîr bikin. Me xwest em biçin gundên ku qedexe lê hebû her carê astengî li me dihat kirin. Piştî Hîzanê li Tetwanê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Li wir 8 gundî rastî lêdan, îşkence û binçavkirinan hatin. Em dizanin ku 2 kes jî winda ne. Piştî binçavkirinan dema me xwest em biçin gund, roja ewil em hatin astengkirin, roja duyemîn me karî em biçin gund.”

'Jin êşên giran dikişînin'

Nurdan Îlbasan, anî ziman ku jin ji ber operasyon û astengiyên piştî wê gelek bandor bûne û wiha got: “Dema em çûn gund me dît ku di van du rojan de gelek zext li gel hatin kirin û bi taybetî jî jin rastî bandoreke giran hatin bi van zextan. Em hîn bûn ku ji ber leşker li baxçeyê gundiyan rûniştibûn û xwarin dixwarin, xelkê gund qet nikarin derkevin derve. Xelkê gotin ku ji ber dorpêçê nikarin ji pencereyê jî binêrin. Roj derbas bûn, lê niha jî em dizanin ku leşker bi jinan re diçûn û dihatin. Welatiyên li gund hem dema derdikevin derve hem jî dema diçin zeviyê bi nerehetî diçin.”

'Li gundan polîtîkaya salên 90'î tê meşandin'

Nurdan Îlbasan diyar kir ku di operasyonan de gundiyan zevî û sewalên xwe winda kirin û diyar kir ku bi van polîtîkayan armanca wan bêmirovkirina herêmê ye. Nurdan Îlbasan anî ziman ku tê xwestin polîtîkayên salên 90’î ji nû ve bên vejandin û got, “Em van bûyeran ji nêz ve dişopînin. Em van polîtîkayan ji salên 90’î dizanin. Zîhniyeta ku beriya 30 salan bi şewitandina gundan, kir ku gel koç bike heman tişt dubare dike. Gundên ku em behsa wan dikin, di salên 90’î de hatin şewitandin, gundî lê vegeriyan û ji nû ve ava kirin in. Çima li gundê ku operasyon dewam dike dê darên finan ên malbatekê ji kok bên birîn? Tenê yek îzaha vê heye, ew jî ew e ku gel bêzar bikin, xelkê ji gundên wan derbixin û herêmê vala bikin. Bi taybetî li gundên welatparêz ev polîtîka tê meşandin."

'Em ê axa xwe neterikînin’

Nurdan Îlbasan herî dawî destnîşan kir ku ew ê vê pêvajoyê bişopînin û gel bi tenê nehêlin û wiha got: “Gel bi biryar e ku li hemberî zilmê gundên xwe neterikînin. Zihniyeta kevn vedigere, lê gundî di vê pêvajoyê de ji bilî malên xwe tu cihê ku biçin tune. Em jî bi biryar in, li hemberî van zextan em ê axa xwe neterikînin.”