Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî komploya 9'ê Cotmehên herikîn qadan

Li heremên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes ji bo salvegera komploya 9'ê Cotmehê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û peymanê berxwedanê dan.

Navenda Nûçeyan Li heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  bi hezaran kes ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî 9’ê Cotmehê daketin qadan. Girseyên gel ên ku bi pêşengtiya rêxistinên jinan öriş şermezar kırın bi hilgirtina poster û wêneyên  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin. Di meşan de bê navber dirûşmeyên weke "Bê serok jiyan babe", "Berxwedan Jiyan e" û "Bijî berxweda gêrîla" hatin berzkirin. Her wiha li dijî tecrîta girankirî ya li Îmraliyê û êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyama berxwedanê hat dayîn.

Kobanê

Di bin diruşmeya "Emê bi rihê berxwedana gêrîla, azadiya Rêber Apo misoger bikin" bi hezaran şêniyên kantona Kobanê, kantona Girê Spî ya dagirkirî, xwendekar, Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, Partiyên Siyasî, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Tevgerên ciwanan, saziyên civaka sivîl, Gaziyên Şer û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi wesîleya salvegera 25'emîn ya destpêkirina komploya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî, daketin qadan.

Meş li qada Şehîd Egîd rawestiya ku li wir konê çalakiyê ji bo heman armancê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hat vedan.

'Emê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidomînin'

Piştî deqeyek rêzgirtinê Cîgira Encûmena Cîbicîkar ya herêma Firatê Mizgîn Xelîl axivî û wiha got: "25 sal berê weke vê rojê, tevahî hêzên  hegemon û sermayedarên pergala kapîtalîst lihevkirin da ku Rêber Apo bi komployekê tasfiya bikin. Ev dîrok dêrêjî 15'ê Sibata 1999'an bû ku di encamê de Serok Apo hat girtin û heta vê rojê li gireva Îmraliyê ye. Di kesayeta Rêbertî hewildan ew bû ku Tevgera Azadiya Kurdistanê, bîrdoziya azadiya jin û pergala Netewa Demokratîk werin tecrîdkirin. A niha Rêber Apo di nava tecrîdeke bê dawî de ye ku em dikarin di asta işkenceyê de binirxînin. Sucên li Îmraliyê pêk tên, binpêkirina tevahî zagon û hevpeymanên navdewletî ne. Piştî 25 salan, ev tecrîd bi rengên cuda li tevahî Kurdistanê berdewam dike. Bombebarana ku niha li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî pêk tên vê yekê teqez dike. Li dijî van plan û komployan emê têkoşîna ku xwe dispêre bîrdoziya Rêber Apo berdewam bikin. Emê ranewestin heta ku Serokê xwe fîzîkî di nava xwe de bibînin."

 Hesekê

Îro bi armanca şermezarkirina komplo û berdewamkirina wê bi êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyeyê gelê Kantona Hesekê bi hemû neteweyên xwe Kurd, Ereb, Suryan û Ermen daketin qadan û banga bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê kirin. Meşvan alên Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê , Kongra Star, wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîs “Bi yekitiya gelan em ê êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên me têk bibin û Rêber Apo azad bikin” Meş li ber çerxeriya Sebax dest pê kir û li ber çerxeriya Sînalko veguherî mitîng.

‘Berxwedan riya yekane ya têkbirina komployan e’

Paşê endama Koodînasyona Kongra Star a Rojava Şîraz Hemo teqez kir ku êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewama Komploya 1999’an e û wiha axaftina xwe domand: “Armanca me ew e ku em peyamê bidin komplogeran ku em ê şopdarên fikrên serokê xwe bin. Em ê teqez axa xwe ji destên dewleta Tirk rizgar bikin. Divê gelê herêmê di oxira wê de têkoşînê mezin bikin. Ger wisa nekin em ê tune bibin. Plana dewleta Tirk êdî ji her kesî re diyar e, berxwedan jî riya yekane ya têkbirina komployan e.”

‘Emê bi yekîtiyê armanca komployê têk bibin’

Li ser navê Rêveberiya Xweser Xerîb Hiso da zanîn ku komplo xiyanet e û wiha got: “Ji bo ku em vê komployê vala derxin pêwîstî bi yekitiyê heye. Armanca komplogeran tunekirina gelê Kurd e û em ê bi yekitiyê vê armancê têk bibin. Dem dema hebûn û tunebûnê ye pêwîst e em xwedî li keda bi hezaran şehîdan derkevin.”

Qamişlo

Îro jî piştî êrîşên dijwar ên demjimêrên dereng ên êvarê ku bi giranî navçeyên Dêrikê û Tirbe Spiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bumbebarankirin, şêniyên bajarê Qamişloyê berê xwe dan baregeha Rûsyayê ya li Qamişloyê û nerazîbûna xwe li hemberî bêdengiya wan nîşan dan. Heman demê bi boneya salvegera komploya navdewletî 9’ê Cotmehê  ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedan şênî derketin qadan û meşiyan. Meşê ji çerexeriya cotkaran a Qamişloyê dest pê kir û li pêşiya baregeha Rûsyayê veguherî mîtîngê.

Di destpêkê de li ser navê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nisrîn Doko axaftin kir.

‘Bêmafiya 9’ê Cotmehê heta îro berdewam dike’

Nisrîn Doko di destpêka axaftina xwe de komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Beriya 25 salan weke roja îro Rêber Apo ji Sûriyeyê hat derxistin, ji bo ku pirsgirêka Sûriyeyê û Rojhilata Navîn çareser nebe ev komplo pêk anîn. Ji wê demê heta roja îro ev komplo berdewam dike. Ev 25 sal in Rêber Apo li Îmraliyê li ber xwe dide ji bo ku em bi rûmet bijîn divê vîna me neşikê û bi vê baweriyê em derketine qadan, ji ber ku Rêber Apo rûmeta me ye.”

‘Hêzên Koalîsyonê ji bo berjewendiyê xwe li ser vê axê ye’

Emîne Berekat a ji bajarê Efrînê jî li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmê helwest nîşan da got ku koalîsyon (hêzên Amerîka yên li ser axa Rojava) li gorî sozên xwe tevnagerin û li hemberî kiryarên Tirkiyeyê bêdeng mane û wiha pê de çû: “Hêzên Koalîsyonê ji bo berjewendiyê xwe li ser vê axê ye”

Emîne Berekat di dawiya axaftina xwe de daxwaza sekinandina êrîşan kir, teqez kir ku ew ê berxwedanê bidomînin û destnîşan kir ku bi dehan kes ji ber van êrîşan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûne û sersaxî ji malbatên wan re xwest.

Şehba

Di bin diruşmeya "Bi berxwedana gel û gerîla em ê komployê têk bibin û azadiya Rêber Apo misoger bikin" Kongra Star Efrîn-Şehba ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya 9'ê Cotmehê meşek li darxist. Meş ji destpêka navçeya Fafîn a kantona Şehbayê Bakur û Rojhilatê Suriyê bi beşdarbûna bi hezaran ji xelkê Efrîn û Şehbayê destpêkir û berê xwe dan qada navçeyê. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên şermezarkirina komployê hatin hildan.

Piştî meşê  qad vegeriya mêtîngê. Bi navê Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Rojava Suad Hiso axaftin kir. Suad Hiso di axaftina xwe de bal kişand ser dîroka 9'ê Cotmehê û planên qirkirina gelê Kurd û wiha got: "Di serî de em komploya navnetewî ya ku 9'ê Cotmehê destpêkiriye bi tundî şermezar dikin. Xwestin di kesayeta Rêber Apo de Kurdan bidin tunekirin. Lewra ev komplo bi destê hemû dewletan hate pêkanîn lê negihîştin armancên xwe û felsefeya Rêber Apo bû jiyanî û li tevahî cîhanê belav bû. Di heman demê de di vê dîrokê de plan li ser qirkirina Êzîdiyan jî hate kirin ku xwestin koka kurdiyetiyê bidin windakirin, li kêlek wê jî di eynî vê dîrokê de êrîşên dagirkeriyê ser Serêkanî û Girê Spî hat destpêkirin. Yanî dixwazin komploya navnetewî  bi rêbazên cuda dubare bikin. Em jî li hember hemû planan xeta berxwedanê her tim dihilbijrînin."

Meş bi diruşmeyên"Bijî Serok Apo","Bê Serok jiyan nabe","Bimire îxanet" dawî bû.