‘Gel çawa têkoşeran ji bîr nake dê îxanetkaran jî ji bîr neke’

Rojnameger, aktivîst û siyasetmedaran qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şermezar kirin, bal kişandin ser hevkariya PDK û AKP-MHP û gotin ku gel çawa têkoşeran ji bîr nake dê îxanetkaran jî ji bîr neke.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Çalakiyên ji bo rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ku ji aliyê SÎHA’yên dewleta Tirk ve li navçeya Seyîdsadiqa girêdayî bajarê Silêmaniyê, Herêma Federal a Kurdistanê di 23’ê Tebaxê de hatin qetilkirin li Kurdistan û Tirkiyeyê berdewam dikin.

Jinên ku komkujî şermezar kirin, diyar kirin ku êriş li dijî heqîqeta jinên Kurd û têkoşîna azadiyê ye û destnîşan kirin ku wê bi bilindkirina têkoşînê bersiv bidin.

‘Gelê Kurd vê îxanetê ji bîr nake’

Hevseroka bajarê Amedê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sultan Yaray bal kişand ku weke komkujiyê, wê îxanet jî ji aliyê gel ve neyê jibîrkirin û da zanîn ku beşên li gel tifaqa AKP-MHP’ê hevkariyê dikin wê di nava dîrokê de tune bibin. Sultan Yaray di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Dijiminatiya li dijî gelê Kurd bi salan e berdewam dike lê belê dema ku mijar dibe jinên Kurd em dikarin bibînin ku ev zext qat bi qat zêdetir dibe. Êm komkujiyan dikin baş dizanin ku hêza jinên Kurd çiqas mezin e. Li çar parçeyên Kurdistanê jinên Kurd qetil dikin. Careke din qadên wan ên jiyanê teng dikin. Hem li dijî jinên Kurd hem jî li dijî gelê Kurd sûcên mezin tên kirin. Ev komkujî ne ya yekem bû, berê jî gelek hevalên me li wê derê bi piştgiriya hevkaran hatin qetilkirin. Divê îro em li her qadê li ser van biaxivin û teşhîr bikin. Bi destên PDK’ê ji alyê AKP-MHP’ê ve ev komkujî tên kirin. Sîstema tunekirin û qirkirinê, îro li her qadê xwe dide der. Polîtîkayên êrişê jî îro li hemberî çapemeniya azad didin meşandin. Bila yên ku îxanetê li gel dikin û yên ku hevkariya AKP-MHP’ê dikin baş bizanbiin, wê hesabê vana bidin. Ev gel vê îxanetê ji bîr nake. Çawa ku yên têdikoşin ji bîr nake, wê yên ku îxanetê dikin jî dikin ji bîr neke. Gelê Kurd wê teşhîrkirina vê îxanetê li her derê berdewam bike.”

‘Ji ber sûcên şer eşkere dikirin hatin hedefgirtin’

Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Remziye Bîlîr jî destnîşan kir ku polîtîkayên komkujiyê yên dewletê ku ji xwînê xwe xwedî dibe, bi salan e berdewam dikin. Remziye Bîlîr da zanîn ku aliyên ku li dijî van polîtîkayan bêdeng dimînin di komkujiyê de para wan jî heye û wiha got: “Du jinên hevalên me yên xebatkarên çapemeniya azad kirin hedef û ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Ji ber jin bûn, têkoşer bûn, ji bo şerê ku tê jiyîn nîşan didan, bûn hedef. Dijminê azadiyê û yên ku sûcên mirovahiyê dikin ji jinan tirsiyan. Divê di her qadê de rojnamevan azad bin. Îro tehemula wan ji dîtina heqîqetê û tiştên tên jiyîn re nîn e. Wê pênûsa hevalên me li erdê nemîne. Çi dibe bila bibe em li kêleka wan in. Li hemberî me dewletek qirêj û ji xwînê xwedî dibe heye. Ji bo dengê kesê dernekeve her tiştî dike. Çima diçin Iraqê? Çi karê wan li wê derê heye? Ên ku ji Xezayê re dengê xwe derdixin, niha çima li sûcê mirovahiyê yê li Kurdistanê tê kirin temaşe dikin. Wê ev durûtî heta kengê berdewam bike. Çi dibe bila bile em li gel zarokên xwe ne. Em ê vê komkujiyê ji bîr nekin.”

 ‘Wê têkoşîna ji bo heqîqetê bi dawî nebe’

Nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Şîlan Çîl jî peyam da ku wê pênûsa hevpîşeyên wan li erdê nemîne û da zanîn ku ji bo rastî dernekeve holê rojnameger hatine hedefgirtin û wiha got: “Kesên ku rasterast binpêkirinan îfşa dikin û derdixin holê rojnamevan in. Ji ber vê yekê bi taybetî rojnamevanên jin tên hedefgirtin. Bi vî awayî maf û azadiya gel tê astengkirin. Bi vê komkujiyê hewl dan rastî neyê dîtin. Ev polîtîka nêzî 40 salan e berdewam dike. Di vê pêvajoyê de negihîştin armanca xwe. Em jî wê ji niha û şûnde ew mîrasa me dewr girt berdewam bikin. Wê pênûsa hevalên me li erdê nemîne. Wê têkoşîna me ya heqîqetê her dem berdewam bike. Wê rojnamevanên jin ên Kurd bi komkujiyan tune nebin. Ev êriş ne ya yekem, ne jî wê ya dawî be. Li hemberî van em ê li her derê têkoşîna rêxistinkirî berdewam bikin. Weke jinên rojnamevan em ê xebatên xwe yên li her qadê bidomînin.”