Gazinên jinên Tûnisê: Jin tenê di rojên taybet de tên bibîranîn
Jinên Tûnisê diyar kirin ku çapemeniya Tûnisê tenê pirsgirêkên ku jin di rojên taybet ên weke 8'ê Adarê de vedibêje û diyar kirin ku divê xebatkarên çapemeniyê ji bo hişyariya derbarê jinan de bên perwerdekirin.
IXLAS HEMRONÎ
Tûnis – Li Tûnisê newekheviya zayendî bandorê li ser medya ku bi pirsgirêkên jinan re mijûl dibe, dike. Li ser ragihandinê nûçeyên li ser wekheviya jin û mêr di medyaya welêt de cih digirin, pir hindik in.
Çalakvana mafên mirovan Hebîbe El-Eskerî bal kişand ser lêkolîna ku ji aliyê Yekîtiya Netewî ya Jinên Tûnisî ve hatiye amadekirin û diyar kir ku tundî pirsgirêka herî girîng a jinên Tûnisê ye. Hebîbe El-Eskerî got: “Piraniya dozên tundiyê ji tundiya nav malê û tundiya giştî pêk tê. Bi taybetî jî li qadên giştî bêdengiya jinan tundtir dibe. Li Tûnisê di warê xizmetên tenduristiyê yên ji bo jinan de kêmasî hene, gelek jin ji bo berdewamkirina perwerdeya xwe koçî bajarên mezin dikin û ji ber ku nikarin xwe bigihînin navendên biryardayînê, bi tengasiyan re rû bi rû dimînin. Hebîbe got ku ev jî rola wan a civakî û aborî sînordar dike. Hebîbe destnîşan kir jin gava ku însiyatîfê ji bo avakirina projeyên xwe digirin jî, rastî kar û zehmetiyên peydakirina fînansê tên."
‘Jin ji bo armancên siyasî tên bikaranîn’
Hebîbe El Eskerî da zanîn ku ragihandin der barê dozên jinan de her wekî jin tunene tevdigere û wiha got: “Ji xeynî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, ezmûnên jinan zêde nayên ronîkirin. Dema ku em li qada siyasetê dinhêrin, jinê tenê di pêvajoyên hilbijartinê de derdixin pêş. Jin ji bo armancên siyasî tên bikaranîn. Mijareke din jî ew e ku em di reklam, rêzefîlmên televîzyonê û hin bernameyan de dibînin ku bedena jinê wek amûrek tê bikaranîn. Zagona bi hejmara 58'an a li Tûnisê ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê hat derxistin, li qadan nayê bicihanîn û çapemenî der barê van zagonan de raya giştî agahdar nake. Di vî warî de divê medya li dijî tundiyê rola hişyariyê bilîze.”
Hebîbe El Eskerî diyar kir ku tevî hebûna zagonan, pêkanîna wê ya pratîkî jî di gelek tengasiyan re derbas dibe. Hebîbe got ku jin nizanin maf û zagonên ku wan diparêzin kîjan in, lê dezgehên çapemeniyê jî bi rola xwe ranabin ku jinan hişyar bikin. Hebîbe destnîşan kir ku tiştê herî girîng jî ev e.
‘Pirsgirêkên sereke bêkarî û xwe gîhandina tendirûstiyê ye’
Rojnamevan Huda El Ciweynî got ku dozên jinên li Başûr ji dozên jinên li Tûnisê ne cudatir in û wiha pê de çû: “Lê belê, dibe ku li gorî herêmê cûdahî hebin. Mînak yek ji pirsgirêkên sereke yên jinên li başûrê Tûnisê dijîn, bêkarî û pirsgirêkên tenduristiyê ne. Ji ber belavbûna xebatên madenê bi taybetî tenduristiya jinan pir bandor dibe. Jinên ducanî nikarin têra xwe xizmetên tenduristiyê yên girêdayî pêvajoya jidayikbûnê bistînin. Derbarê awayê ragihandina van mijaran de em dikarin wiha bêjin; Bi piranî seranser tê nihêrtin. Kûrahiya analîz û şîrovekirinê tuneye. Di medyaya Tûnisê de tenê di Roja Jinê ya Cîhanê de pirsgirêkên jinan tên ronîkirin. Wek ku tê zanîn li Tûnisê jinên ku di çandiniyê de dixebitin bi giştî di qezayên çûnûhatinê de jiyana xwe ji dest didin ku em jê re dibêjin 'kamyonên mirinê'. Medyaya herêmî herî dawî li ser van mijaran dest bi axaftinê kiriye û ji bo berjewendiyên jinan hin bernameyên hişyariyê li dar dixe.”
‘Divê xebatkarên çapemeniyê bi perspektîfa jinê bên perwerdekirin’
Hebîbe El-Eskerî û Hoda El-Cuweynî jî gotin ku divê medya girîngiyê bide kalîteya bernameyan di naverok û şeklê de, da ku rewşa jinan baştir bibe, rola wan bê nasîn û jin di rewşek baştir de derkeve. Hebîbe El-Eskerî û Huda El Ciweynî destnîşan kirin ku ji bo pêşxistina jinan a di qadên civakî, aborî, tenduristî û perwerdehiyê de, divê xebatkarên çapemeniyê bi perspektîfa jinê bên perwerdekirin û dan zanîn ku divê di nav xebatkarên çapemeniyê de hişyarî bê kirin.