"Garantorên ewlehiya herêmê berpirsên êrîşan in"

Meclîsa Edaletê ya herêma Firatê û TEV-DEM li dijî bombebarana erebeyên sivîl daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de Kolîsyona Navnetewî û hêzên Rûsyayê weke berpirsyarên êrîşê hatin dest nîşan kirin.

Kobanê - Duh di saet 15:15`an PM balefirên bê mirov yên dewlta tirk du erebeyên sivîl li pêşiya meclîsa edaleta civakî li taxa Kobaniya Nû hedef girt. Di encama bombebaranê de 2 sivlîan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. Meclîsa Edaletê ya herêma Firatê û TEV-DEM li dijî bombebarana erebeyên sivîl daxuyanî dan. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) tevî sazî, sandîke û yekîtiyên xwe li qada şehîd Egîd kombûn û daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê hevseroka TEV-DEM Hedle Hesen ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye: “Dewleta tirk kiryar û binpêkirinên xwe bi riya bombebarana bi balefirên bê mirov li Kobanê û gundewarên wê û hedefgirtnia sivîlan, her wiha gefên eşkere yên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava bêdengiyeke navnetewî de zêde kiriye. Kiryarên bi vî rengî ji bombebaran, bi kar anîna sîxoran û mîtan di herêmê de ne cara yekê ye. Ev kiryar teqez dikin ku dewleta tirk çavkaniya têkbirina ewlehî û armaniya herêmê ye. Ev kiryarên hov rastiya ku dewleta tirk dixweze li ser herêmê ferz bike diyar dike. 
Em weke saziyên civaka sivîl yên Kobanê bi sandîke û yekîtiyên xwe êrîş û kiryarên dewleta tirk yên li herêma me, şermezar dikin. Her wiha em bêdengiya navnetewî û bi taybet Emerîka ku rê li ber binpêkirinên dewleta tirk vekiriye, şermezar dikin. Her wiha garandorê ewlehiya herêmên hêzên Rûsiya rola nalîze  û sozên ku bi erka xwe ya parastina herêmê ranbe. Em bang li civaka navnetewî dikin ku li hember kiryar û binpêkirinên dewleta tirk bi rengekî lez û cidî rê bigirin.”
Daxuyanî bi siloganên "Şehîd namirin" bi dawî bû.
Her wiha Meclîsa Edaleta Civakî û Yekîtiya Parêzeran ya herêma Firatê li pêşiya meclîsa Edaletê ku bûyerê lê rû da daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê parêzer Azad Ebdî ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye: “Em weke meclîsa edaleta civakî û yekîtiya parêzerên herêma Firatê êrîşa dewleta tirk ku di encamê de du sivîlan jiyana xwe ji dest dan, du sivîl û hevalê me Bekir Ceradê li pêşiya meclîsa Edaletê ya Kobanê birîndar bûn, şermezar dikin. Ev bûyer êrîşeke terore li hemberî gelê Herêmê û pê re tevahî zagon, nirx û hevpeymanên navnetewî tê binpê kirin. Ev êrîş di çarçoveya siyaseta dewleta tirk ya qirkirina gelê me û tunekirina destkeftiyên herêm ye. 
Em bang li rêxistinên mafên mirovan û yên hiqûqî, her wiha rêxtinên entirnesyonalîst, kowalisyona navnetewî û Rûsiya dikin ku êdî rê li ber van kiryarên hov, teror û bê exlaqî bigrin.”