Foza Yûsif: Sûriyek bê fikr û reng û dengê jinê ne Sûriyek nû ye
Endama desteya Rêveber a PYD’ê Foza Yûsif destnîşan kir ku li Sûriyê hewldanên avakirina pergalek zayendperest tê kirin û got: “Kes nikare berxwedana jinên xwedawend ji dîrokê derxe û jinan bê maf bihêle, ji ber ku em di sedsala azadiya jinan de ne.”
Hesekê – 1’emîn Şewra Jinan a bi dirûşmeya “Bi hevgirtina Jinan Sûriyeke Demokratîk ava bikin”, bi tevlîbûna hemû rêxistinên jinan, partiyên siyasî, pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûrî û jinên rewşenbîr ên Bakûr û Rojhilatê Sûrî, li taxa Giwêran a bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê dest pê kir. Jinên ji tevahiya Sûriyê ji Lazqiye, Tartûs, Hums û Suweydayê, bi riya bernameya Zoom beşdarî şêwrê dibin.
Endama Koordînasyona Kongra Star
‘Li Sûriyê jinan di kesayeta YPJ’ê de dinyayê ji terorê xilas kir’
Bi navê Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd diyar kir ku qonaxa ku Sûriye tê re derbas dine qonaxek hevgirtina jinan dixwaze û wiha got: “Di dîrokê de jin di Rojhilata Navîn de xwedî rol û mîsyon e. Jin di asta xwedawendiyê de dihat nirxandin. Mînaka wê jî jina xwedawend Zenûbiya ye. Lê ev rol û mîsyona jinan di riya sîstema rêjîma Sûrî de hat astengkirin. Rewşa jinan li Sûriyê, ji sala 2011’an ve herikî nav qadan û êdî sîstemek desthilatdar û kole nema qebûl kir. Jinan bi nerîna xwe di hemû qadên jiyanê re cîh girt. Ji bo parastina civaka xwe bû mînak ji tevahiya dinyayê re. Jin di kesayeta YPJ’ê de dinyayê ji terorê xilas kir û bû mînaka jina pêşeng. Bi despêkirina şoreşa jinê re, di sîstema Hevserokatiyê de rola xwe lîst. Ev deskeftî hemû bi kedek mezin û fedekariyek hat bidestxistin. Sîstemên desthilatdar ev sîstem qebûl nekirin û jinan kirin hedef. Lê jinan bi îsrara xwe êrîşan vala derxist û heya niha jî ev têkoşîn berdewam dike. Bi hilweşandina rejîma BAAS’ê, hêviya xelkên Sûrî mezintir bû ku jiyanek azad û demokratîk ava bikin. Em jin pêwîst e bi hesasiyetek mezin nêzî vê pêvajoya nû ya Sûrî bibin. Sûriyek ku tê de jin rastî tundî, koçberî, qirkirin û destdirêjiyê tê, ne Sûriyeke nû ye.”
‘Berxwedana jinan Rêjîma BAAS’ê hilweşand’
Endama desteya Rêvber a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Foza Yûsif silavên gerim ji tekoşîna şervanên QSD’ê re şand û wiha got: “Em bi pêvajoyek dîrokî re rû bi rû ne. Bi tekoşîna jinan û gelan rêjîma BAAS’ê têk çû , lê îro em bi metirsiyek mezin re rû bi rû ne. Berxwedana jinan yek ji sedemên bingehîn in ku sîstema Rêjîmê têk bir. Li Sûrî hewldan hene ku pergalek zayendperest were birêvebirin, navê jinan ji dîroka Sûrî tê derxistin. Ji bo wê, kiryarên rakirina navê xwedawendan ji rêbazê perwerdê derxistin. Em vê yekê şermezar dikin. Kes nikare berxwedana jinan ji dîrokê rake, jinên ji tevahî pêkhateyan ked, têkoşîn û qurban dane û bi vî rengî mohra xwe li dîrokê xistine. Lê em dibînin ku dixwazin Sûrî û dîrokek bê jin ava bikin. Dixwazin me vegerînin sedsala paş de mayî. Ev kiryar metirsiyek mezin e li ser şoreşa me.”
‘Kes nikare bi navê ol û baweriyan me bixapîne’
Foza Yûsif di berdewama axaftina xwede balkişand ser jinên pêşeng ên di dema Hz. Muhammed de cîh girtin û wiha got: “Îro xiyaneta herî mezin bi olan re tê kirin. Di ola Îslamê de gelek jinên xwedawend û qehreman hebûn. Kes nikare di bin navê dîn û baweriyê de me bixapîne. Di dîroka Îslamê de gelek jinên ku mohra xwe lê xistin hene. Wek hezret Xedîca, Xewla û gelek jinên din. Pêwîst e di hikûmeta nû ya ku çêbibe de jin ji sedî 50 cih bigre û mafê jinan were parastin. Pêwîst e em xwe bighînin stratîjiyek hevbeş ku em bikaribin pirsgirêka jinan li Sûriyê çareser bikin. Qonax qonaxa yekîtiya jinên Sûrî ye ku em bi hev re nexşereyek nû bidin çêkirin. Sedsala me sedsala azadiya jinê ye, bêyî hebûna jinê û fikrê jinê, ne mumkin e ku Sûriyek nû were avakirin.”
‘Xwedawendên jin yên dîrokê mîrasê hebûna me ne’
Endama Yekîtiya Jinên Sûriyan Corcêt Somo da zanîn ku gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe rastî komkujiyan hatiye û pêwîstî bi hisabxwestinê heye. Corcêt Somo wiha domand: “Pêkhateyên herêmê rastî gelek komkujiyan hatin, her dem sîstemên desthilatdar ev pêkhate ji mafên wan ên rewa mehrûm kirin. Li gel civaka Suryan jî gelek jinên xwedawend di dîrokê de xwedî rol û misyon bûn. Şoreşa me îro dewama mîrasê wan e. Lewma neqebûlkirina jinan di Sûrî de, yanê rakirina navên xwedawendan di rêbazê xwendinê de, nayê qebûlkirin. Em bi vî rengî wekî Sûriyeke nû nabînin. Lewma îro banga me ji tevahî jinên Sûrî re heye ku em bibin yek û ji bo avakirina Sûriyeke nû hevgirtina xwe xurtir bikin. Peyama me wekî pêkhateyên Sûrî ew e ku îrade, têkoşîn, nasnameya jinê xeta sor e. ”
Komxebat bi niqaşên li ser rola jinê û parastina dîrok û deskeftiyê jinan, berdewam dike.