Fîstanê Leyla Guven ji ber gulikên li ser nedan hindir
Girtîgeha Xerpêtê ya ku berî niha ji ber stran û govenda Kurdî Leyla Guven û jinên girtiyên li gel ceza kirî vêcarê jî fîstanê wê bi hinceta gulgulî û rengîne nedayê.
Navenda Nûçeyan- Bi hinceta rengîne fîstanê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan girtî ye nedan hindir. Berî niha jî cezayê stran û govenda kurdî li Leyla Guven hat birîn, vê carê jî fîstanê ku keça wê jê re şand bi hêceta rengîne nedan hundir.
Keça Leyla Guven, Sabîha Temîzkan qedexekirina fîstanê ji bo dayika xwe şand di medya ya civakî de ragihand. Sebîha Temîzkan li ser hesabê xwe wêneyê fîstanê ku şandibû belav kir û wiha got: “Fîstanê dayika min Leyla Guven nedan hundir. Xwe jidayî bigirin sedema wê vedibêjim; RENGÊN fîstan. Belê Fîstanek dabeşkar beriya bikeve girtîgehê, hat bêbandorkirin!”