Firmêsk Rizgar: Hê bandora aqlê mêrsalar û tirsa civakê heye

Çalakvan û karmenda Rêveberiya Pêşîlêgirtina Tundiya li Dijî Jinan û Malbatê Firmêsk Rizgar got ku “Hê bandora aqlê mêrsalar û tirsa civakê heye. Serweriya zagonê li herêmê dawî li destwerdana civakê û eşirtiyê aniye.”

Raperîn – Bi destpêkirina pêngava cîhanî ya 16 rojî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê re, Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jin û Malbatê ya herêma Raperîn, stratejiyek nû ji bo îsal ragihand ku balê dikşîne ser parastina jinan a ji xeteriyên teknolojiyê.

Çalakvan û karmenda Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jin û Malbatê, Firmêsk Rizgar ji ajansa me re axivî û got: “Îsal bi dirûşma ‘Ji bo dawîanîn û kêmkirina êrîşên elektronîk li ser jin û keçan hev bigrin’ me dest bi pêngava xwe kir. Ev pêngav wek bersivdayînek ji bo guherîna şêwazên tundiyê ye. Ji ber ku niha ji ber belavbûna medyaya dijîtal, tundiya elektronîk bûye gefek cidî li ser ewlehiya civakê.”

Guherîna şêwazê tundiyê

Firmêsk Rizgar da zanîn ku di salên borî de tundî zêdetir di çarçoveya fîzîkî, derûnî, aborî û zayendî de xwe dida der û wiha got: “Lê belê niha pêlek xeter a tundiya elektronîk heye. Pêşketina teknolojiyê ku tê de li deng û reng destkarî tê kirin, ew jî gef e li ser jinan. Ev jî wisa kiriye ku, kesên dikevinê nikarin bi hêsanî jê rizgar bibin.”

Firmêsk Rizgar têkildarî serweriya zagonê û çareserkirina pirsgirêkan jî axivî û diyar kir ku ji berê ve beşek ji pirsgirêkên jinan, radestî çareseriya eşirê dikirin. Firmêsk anî ziman ku ev jî dibû sedema dubarebûna tundiyê û kûrbûna pirsgirêkan û guherînên di navbera wê demê û niha de, bi van gotinan vegot: “Lê belê di salên dawîn de, bi derketina çend zagonên taybet a ji bo malbat û jinan, ew diyarde tine bû. Lê belê niha di Rêveberiya me de, ti cûreyên destwerdana eşirê nîne. Tenê zagon serwer e û ji bo çareserkirina dozan zagon tê bicihkirin.”

‘Hê bandora aqlê mêrsalar û tirsa civakê heye’

Firmêsk Rizgar têkildarî astengiyên li pêşiya jinan, derbarê tomarkirina giliyan de jî agahî da û di dawiya nirxandinên xwe de bi van gotinan balkişand ser tiştên ku divê bên kirin: “Hê bandora aqlê mêrsalar û tirsa civakê heye. Ji ber urf û edet û tirsa kuştinê, beşek ji jinan newêrên gilî bikin. Lê belê ev nayê wateya bê baweriyê. Her dema jinek dighe rêveberiya me û şêwazê nêzîkatî û zagonî dibînin, bawer dikin. Divê hikûmet û malbat bi hev re bixebitin. Divê ciwan bi rêya semîner û perwerdeyan werin hişyarkirin.”