Fîlmê Kobanê dê ji bo mexdûrên erdhejê bê pêşandan

Li Viyanayê ji aliyê FEY-KOM'ê ve ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re dê fîlma "Kobanê" bê pêşandan.

Navenda Nûçeyan - Di erdhejên bi pileya 7.7 û 7.6’an ku di 6’ê Sibatê de li Mereşê pêk hat û 10 bajaran bandor kir, bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Li paytexta Awûstûrya Viyanayê ji aliyê FEY-KOM'ê ve ji ber erdhejê ji gelek welatan kampanyayên alîkariyê hatin destpêkirin.

Alîkarî dê ji mexdûrên erdhejê re bên şandin

Fîlma derhêner Ozlem Yaşar a ku di sala 2022’an de derketiye, dorpêçî û rizgarkirina bajarê Kobanê vedibêje. Fîlmê Kobanê 21’ê Sibatê roja Sêşemê li Top Kino ya Viyanayê bi temaşevanan re tê cem hev. Alîkariyên ku di dema pêşandana fîlmê de hatin berhevkirin dê ji bo mexdûrên erdhejê radestî saziya mirovahî Heyva Sor a Kurd bê kirin.