Filîz Budak: Hikumeta Iraqê daxwazên dewleta Tirk pêk tîne

Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî (Mexmur) Filîz Budak derbarê polîtîkayên Iraqê yê li dijî gelê Mexmûrê de axivî, destnîşan kir ku gel di berxwedanê de bi israr e.

BERJÎN KARA   

Mexmûr – Artêşa Iraqê bi dehan wesayîdên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, dûh ji danê sibehê ve hewl dide, derdora wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bi têlan dorpêç bike. Gelê wargehê li hemberî vê yekê herikîn seytereya Iraqê û li wê derê kon vedan. Li ser vê yekê şandeya komîteya dîplomasiyê û hevserokatiya Mexmûrê bi rayedarên Iraqî re hevdîtin pêkanîn. Derbarê hevdîtin û armanca dorpêçkirina hikumeta Îraqê ya dora wargeha penaberan a Mexmûrê Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmurê Filîz Budak ji ajansa me re axivî.  

‘Ev 30 sal e me hêza xwe ya xweseriya demokratîk parast’

Filîz Budak da zanîn ku ev  gelê bi tu awayî dorpêçkirinê qebul nake û wiha got: “Hikumeta Iraqê dibêje em ê dora we bi têl û kuleyan dorpêç bikin, gelê me bi tu awayî vê yeke qebul nake û herikîne vê derê li beramerî hikumeta Iraqê sekinîne û divê toz û firtineyê de gelê me kon vedane. Ev gel li ber vê toz û firtineyê îro li ber xwe dide û li ber hikumeta Iraqê ya ku dixwaze derdorê me bi kuleyan dorpêç bike li ber xwe dide. Di encamê de weke komîteya dîplomasî û weke hevserokatiya Meclîsê heta niha dû hevdîtin bi hikumeta Îraqê re pêkanîn helwest, bertek û biryardariya gel li beramberî vê yekê zelal ji hikumeta Iraqê re hatiye ragihandin ku ji ber çi van kuleyan naxwazin. Gel bi tu awayî vê qebul nake û dibeje em bi tu awayî îradeya xwe teslîmî tu hêzan nakin. Ev 30 sal e me hêza xwe ya xweseriya demokratîk parastiye, me pergala xwe ava kiriye, em ketina zindanek ser vekirî qebul nakin.”

Li dijî gelan bazarî tên kirin

Filîz Budak bal kişand li ser armanca hikumeta Îraqê ya danîna kuleyan û wiha dom kir: “Li vê derê armanca danîna wan ya kuleyên leşkerî li ser esasê polîtakayên bi dewleta Tirk û mala Barzanî re dide meşandin e. Îro hikumeta Îraqê daxwazên dewleta Tirk pêktînin, di hevdîtinan de, bi xwe jî bi aşkirayî dibêjin ji ber ku hikumeta Tirk AKP/MHP ava Dicle û Firatê li ser me qut dike û divê derê de bazarên cûda tên kirin em gelê xwe qurbanî gelê din nakin. Bi vî awayî bi awayek şêber veya ji me re radigîhinîn.  Ger îro li vê derê  ev hewildan heye, ev encamê polîtîkayên dewleta Tirk bi hikumeta Îraqê re muzakereyên ku didin meşandine û ji ber berjewendiyên wan ên hevpar e.”

‘Ji 7 salî heta 70’ê salî di berxwedanê de bi israr e’

Filîz Budak banga xwedî derketina li gelê Mexmûrê kir û got: “Em bangawazî li her kesê dikin, îro li Mexmûrê xwedî derbikevin, ji ber Mexmûr ne wergehek ji rêzê ye, ne waregehek ku ji bo pêwîstiyên xwe ên nan, av û xwarinê dabîn bike li vê derê bi cih bûye. Pirsgirêka me ya azadî, nasname û em li vê derê xwebûyîna xwe jiyan bikin heye. Îro li vê derê kombûna civakê jî li ser vê esasê ye. berxwedaniya vê civakê ev 30 sal e li beramberî dewleta Tirk, hikumeta Îraqê, PDK û mala Barzan, li beramberî şert û mercên xwezayî û panaberiya îro di hemû van cepheyan de li ber xwe dide, wê îro jî serî netewîne. Îro gel ji 7 salî heta 70’ê salî li ber  dere Mexmûr sekiniye û di berxwedanê de bi israr e. Dibêjin cenazeye me jî bikeve erdê em ê rê nedin ev leşkaran  kuleyan li dora Mexmûrê bi cih bikin.”