Filistînî dagirkeriya Îsraîlê bi roja Nakba bibîr tînin

Suad Haijo diyarkir ku êşên ku Îsraîl beriya 75 salan bi dagirkirin Filistinê dayî jiyankirin jî çirokên pirîka vê digotin di mejiyê wan de maye û da zanîn ku ji bo ji bîr nekin her sal merasîmên Nakba (Karesata Mezin) lidar dixin.

RAFIF ESLEEM

Xazze – 75 sal di ser dagirkirina Îsraîlê ya di 15’ê Gulana 1948’an de bi alîkariya Îngîlîz û NY’ê ya Filistînê re derbas bû. Filistînî ji bo bîranîna Filistîniyên ku di dema dagirkeriyê de hatin qetilkirin, îro wek roja 'Nakba' (Karesata Mezin) qebûl dikin. Her sal di 15ê Gulanê de li welatên cuda yên cîhanê bi taybetî li Filistînê Cejna Nekbeyê tê bibîranîn.

Endama Yekitiya Giştî ya Jinên Filistinê û rayedara jin ya Daireya Koçberan Suad Hajjo der barê roja Nakba de bi bîrxist ku Îsraîl beriya 75 salan mirovan şevekê ji malên wan derxistin û got: “Artêşa bi çek ketin gund, mêran dikuje û êrîşî jinan dikin û dest didanin li ser malên wan. Mirov ji tirsa Îsraîl û yên ku alikariya wan dikin bi zarokên xwe ve neçar man ku birevin.” 

‘Artêşa Îsraîl bajar û gund şewitandin’

Suad Hajjo da zanîn ku artêşa Îsrail bajar û gund şewitand û wiha dom kir: “Jinan wê şevê deriye malê xwe kilît kirin û bi hêviya ku wê carek din vegerin ji malên xwe derketin. Hinek jin dema ku di reviyan li ser serê wan gule dihat barandin, hinekan zarokên xwe di mal de jibîr kirin. Çîrokek cûda ya windakirina dayika min heye. Di dema êrîşê de dû birayên min di mal de dimîne û di xeniqin û dimirin. Mirov di dema koçberiyê de li kampekê bi cih dibin. Di şert û mercên zivistanê de neçar dimînin di konên ku nayê karanîn de bimînin. Ji ber vê rewşa jina giran dibe. Havînê jî ji ber germahiyê gelek mirov bi pirsgirêkan re rû bir û dimînin.”

‘Di şert û mercên qampê de jin gelek êş kişandin’

Suad Hajjo diyar kir ku bi xwe bû şahidê şert û mercên qampê û gelek êş jiyan kirin û wiha got: “Bi taybet di germahiya havînê de ji ber pirsgirêka avê, cidî jiyan kir. Jinan pêwîstiyên xwe ên avê di metereyên dirêj de pêkdianîn. Em jin di reşwa hatî binpêkirin de me gelek zorî kişand. Hinek caran ji ber windakiriyên xwe em digriyan, hinek caran jî me behsa gundê xwe yê bi ewle û biçuk dikir. Li aliyê din zarok ji birçan digiriyan. Jinan her tim ji bo zarokên xwe nîsk çêdikir û dida zarokan.”

‘Piştî salên dirêj ez çûm welatê xwe’

Suad Hajjo destnîşan kir ku li ruxmê van hemû zoriyan jinên Filistînê bi stranan çîrokên xwe dibêjin û wiha got: “Dema dem derbas bû jinan qamp zindî kir. Jinan xwarinên xwe yên li ser xaka xwe çêdikir, ji derveyî wê zarok teşwiqî xwendin û perwerdeyê dikirin. Di mehên zivîstanê di wê cemidînê de di bin ronahiya fanusê de me perderde didît. Piştî ku dayîka min wefat kir ew mala ku em neçarî jê derketinê bûn mifteya wê da min û bawer dikir ku em ê rojekê vegerin. Piştî salên dirêj em çûm welatê xwe Joura. Mal, dar, erazî hemû di rewşa xerab de bûn.”

‘Çîroka mezinên me di mejiyê me de ye’

Suad Hajjo destnîşan kir ku tiştek yê jina yê li ser xaka wan ji bîr nekirine û wiha got: “Çîrokên ku pîrikên me ji mere gotine hertim di mejiyê me de ye. Ji ber vê yekê em hersal biranîna roja Nakba li dardixin. Filistînî bi ruhê yekitiyê têkoşîna xwe dom dikin.”