‘Fikrê Rêber Ocalan dîwaran derbas kir, niha dema azadiya wî ye’
Jinên kantona Kobanê gotin, “Fikrên Rêber Ocalan dîwaran derbas kir û belavî cîhanê bû. Dem dema parçekirina pergala Îmralî û pêk anîna azadiya wî ya fîzîkî ye.”
NORŞÎN ABDÎ
Kobanê – Di 15’ê Sibata 1999’an de, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî tevahî gelên azadîxwaz û felsefeya wî ya jinyaê ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Komployek Navnetewî hat bipêş xistin. 24 sal in Rêberê Gelê Kurd li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F bi bin tecrîdekê giran de ye. Li dijî Komploya Navnetewî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî jin û gelên azadîxwaz hat meşandin, li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat li gel li qadan e, bi gotina ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’ daxwaza şikandina tecrîdê û azadiya wî ya fîzîkî tînin ziman. Jinên ji Kobanê ya herema Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê helwesta xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew ê heya dawiyê ji bo têkbirina komployê têbikoşin.
‘Fikirê Rêber Ocalan zîndana Îmraliyê derbas kirî’
Hevseroka Encûmena Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê yaherêma Firatê Ayşe Efendî got, “Armanca desthilatên Tirkiyê û hêzên serwer ji girtina Rêber Ocalan ku gelê Kurd û jina Kurd ya ku ji bo rizgarkirina hemû jinan têdikoşe qirbike.”
Ayşe Efendî bal kişand serhildanên Kurdan ên di dîrokê de pêk hatin û wiha domand, “Şoreşa Rêber Ocalan ne yekem şoreşa gelê Kurd e, ji hezaran salan ve gelek şoreş û serhildan rabûne, lê ew şoreş bikuştina rêveberê şoreşê dihat mirandin. Komplogeran vê carê jî xwestin şoreş û fikira rêber Ocalan bi girtina wî vemirînin, lê berevajî wê bi girtina Rêber Ocalan re gel yekrêziya xwe avakirin û fikirê rêber Ocalan li hemû cîhan belavkirin.”
‘Bi jiyanîkirina fikrên wî gel komplo têk bir’
Ayşe Efendî anî ziman ku bi saya fikir û berxwedaniya Rêber Ocalan a li zîndana Îmraliyê gel di rêxistinkirinê û têkoşînê de gihêşt pêvajoyek pêşketî, wiha pêl da axaftina xwe: “Tevî ku Rêber Ocalan fîzîkî di zîndana Îmraliyê de ye, lê fikira wî ya azad zîndanên faşîstan derbaskirin. Gelê Kurd û jina Kurd karîn bi pêkanîna felsefeya wî û vejandina projeya ku ji gel û jinê re pêşkêşkirî tecrîda li ser rêber Ocalan bişkînin. Meşa wan ser rêbazê Rêber Ocalan gelek proje destpêkirin û bicihanîn weke sîstema hevserokatiyê.”
‘Nêzîkbûna li hemberî wî, nêzîkbûna li gelê Kurd e’
Derbarê berxwedaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li dijî komploya navnetewî Ayşe Efendî got: “Di girtîgeha Îmraliyê de hovantirîn cureyên êşkence û sizayan li dijî Rêber Ocalan pêk tê, hemu jî di esasê xwe de li dijî gelê Kurd pêk tên. Em nikarin van tiştan ji hevdu cuda bikin ji ber ku rewşa Rêber Ocalan li Îmraliyê girêdayî rewşa gel li derve ye. Ew hemû êrîş, binpêkirin û kiryarên li dijî Rêber Ocalan xelekek ji rêzezincîra komploya 24 salan e. Komploger dixwazin Rêber Ocalan ji gelê xwe cuda bike, lê her carê jî planên wan bindikeve. Her tecrîd li ser rêber Ocalan girantir dibe berxwedaniya wî jî zêde dibe, bi berxwedaniya wî di girtîgeha Îmraliyê de gelek pêşketin di tevgera têkoşîna gelê Kurd e avabûn û gelek destkeftî di hemû warên siyasî û leşkerî di çar parçeyên Kurdistanê de bidestxistin.”
‘Destkeftiyên jinan bersiva li dijî komployê ye’
Berdevka Qada Civakî ya Kongra Star a kantona Kobanê ya herêma Firatê Hêvîn Miho Îsmayîl jî bal kişand destkeftiyên jiyan ên bi fikr û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine bidestxistin û wi got: “Ji roja yekem ya hatina Sûriyê ya Rêber Ocalan û destpêkê li Kobanê bû, bandora wî gelekî mezin bû, bi taybet li ser jinan ku Rêber Ocalan rê li pêş jinan vekir ku li rastiya xwe û nasnameya xwe bigerin û azadiya xwe di civakê de bibînin. Berî fikirê Rêber Ocalan di nav gelan de belav bibe, cih û girîngiya jinan di civakê de nebû, lê dema jinan fikrê Rêber Ocalan nas kir û projeyên wî belavbûn, hemû jin bûn xwedî biryar û karîn destkeftiyên xwe biparêzin. Bi pêkanîna fikir û felsefeya Rêber Ocalan di gelek civakan de jinan karîn hişmendiya mêr yê deshilatdar ji hezar salan ve bişkînin, dema rêber Ocalan kete Sûriyê jinê gelek destkeftî di warên jiyana siyasî, leşkerî û civakî de bidest xist.”
‘Yek ji destkeftiyên jinan Şoreşa 19’ê Tirmehê ye’
Derbarê xebatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi taybetî li ser jinan Hêvîn Miho Îsmayîl wiha got: “Rêber Ocalan di pêvajoya jiyana xwe de ji bo rizgarî û pêşxistina jinan gelek proje pêşkêşkirin û li ser kar kir bi taybet li ser mijara rizgariya jinê, karî bi riya projeyên jinan jinê pêşbixe û hişyar bike. Bi saya fikirê wî îroj jin bûn xwedî proje, nîşaneya herî balkêş li ser viya şoreşa 19’ê Tîrmehê bi şoreşa jinê hate navkirin, ev diyar dike ku jin bi ser tecrîdê ketin û planên dijmin ên li dijî Rêber Ocalan bibinxistin.”
‘Jin, Jiyan, Azadî belavî hemu cîhanê bû’
Hêvîn Miho Îsmayîl bal kişand ser felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdıllah Ocalan ku li tevahî cîhanê belav bû û wiha domand: “Pêşketina jinan dema niha de bersiva herî bandor li dijî komploya ku li dijî Rêber Ocalan pêkhatî bû. Destkeftiyên gelê Kurd û jina Kurd bi belavbûna fikir û felsefeya wî û pêkanîna projeyên wî li ser erdê jî ji dijmin re bersiva herî mezin bû, bi taybet avakirina hêzek leşkerî taybet bi jinan bersiva herî giran a li dijî komployê bû. Jinan rola pêşengî di parastina destkeftiyên xwe de lîstin. Gelek serhildan û şoreş bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ despêkirin, li hemû cîhanê deng vedan, serhildana gelan li Rojhilatî Kurdistanê ji bo jiyana azad bi vê dirûşmeyê destpêkir. Ev bi xwe jî bersivek diyar bû ji bo herkesên dixwazin Rêber Ocalan ji gelê wî dûr bixe, Rêber Ocalan fîzîkî girtî ye, lê fikirê wî azad di nava dilê hemû gelan de dijî.”
'Divê em pergala îşkenceya Îmraliyê hilweşînin'
Hêvîn Maho Îsmaîl jî diyar kir ku 22 mehan zêdetir ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahiyek nagrin û gelekî xeter e. Havîn Miho wiha domand, “22 meh in ku me ji Rêbertiya xwe xeber negirt. Em weke jin û gelê Kurd ji tenduristî û ewlekariya Rêber Apo bi fikar in. Em pergala Îmraliyê û tecrîdê qebûl nakin. Me xwe bi Rêbertiya xwe re nas kir. Hemû êrîşên li dijî wî li dijî me tên kirin. Ji ber ku tecrîd giran bû, li Rojava jî gelek jinên pêşeng hatin qetilkirin. Dewleta Tirk li vir gelek hevalên me yên jin qetil kirin. Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertiyê divê em bi hemû hêza xwe bixebitin. Divê em xebat û çalakiya xwe ya heyî hîn xurtir û bi bandortir bikin.”