Fikarên der barê rewşa Fatemeh Sepahrî de zêde dibin û Zehra Arefimehr hat girtin
Li Îranê fikarên der barê rewşa tenduristiya girtiya siyasî Fatimeh Sepahrî ku di nava kesên nameya daxwaza îstifaya Elî Xamîneyî dikir îmze kiribû de bû, zêde dibin. Mamoste û hunermend Zehra Arefimehr piştî danişînê hat girtin û şandin girtîgehê.
Navenda Nûçeyan – Li Îranê zextên li dijî girtiyan û girtinên aktivîstan didomin. Fikrên der barê rewşa tenduristiya girtiya siyasî Fatemeh Sepahrî ku li girtîgeha Vekîlabad a Meşhedê tê girtin zêde dibin. Malbata wê dibêje ku gihîştina wê xizmetên bijîşkî hatiye sînordarkirin û ew lênêrîna tenduristiyê ya têr nagire, ev jî jiyana wê dixe xeterê. Her wiha mamoste û hunermend Zehra Arefimehr piştî danişîn doza ‘tevlîbûna çalakiyên propagandayê yên li dijî rejîmê’ û ‘xapandina civakê’ hat girtin û wê şandin girtîgeha Terbet-i Haydariyê.
Birayê Fatemeh Sepahrî di daxuyaniya li ser platforma medyaya dîjîtal parve kir de diyar kir ku piştî emeliyata dil a vekirî ya di Cotmeha 2023’an de dîsa vegerandine girtîgehê, pêvajoya dermankirina wê bi tevahî di bin kontrola rayedarên girtîgehê de ye.
Nikare bigihîje dermanan
Li gorî malbatê, ew di pêvajoyên bijîşk, peydakirina dermanan, an şandina nexweşxaneyan ne xwedî mafê gotinê ye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew vê dawiyê dizanibûne hinek dermanên dil ên krîtîk ên ku ji Fatemeh Sepahri re hewce ne, ji ber kêmbûna dermanan û zêdebûna bihayê, li bazarê peyda nabin. Hat gotin ku ev rewş xeterên li ser tenduristiya wê zêdetir dike.
Pêvajoyên bijîşkî tên taloqkirin
Malbatê diyar kir ku di pêvajoyên têkildarî pirsgirêkên din ên tenduristiyê yên Fatemeh Sepahrî de derengketin hene. Li gorî daxuyaniya birayê wê, her çend bijîşkan ji ber hinek girêkên di bedena wê wê de hatine tesbîtkirin muayeneyên din û biyopsî pêşniyar kirine jî hat dîtin ku ev pêvajo bi rêkûpêk nehatine kirin û encam hê jî nehatine nirxandin.
Hat diyarkirin ku di mehên dawî de, Fatemeh Sepahrî rastî pirsgirêkên cidî yên helandinê, êşên berdewam û zehmetiyên xwarinê hatiye. Tevî ku bijîşkên girtîgehê ultrasyon pêşniyar kirine jî bernameyek zelal ji bo dema ev muayene were kirin tune ye. Malbat tekez dike ku kar û barên bijîşkî bi berdewamî hatine paşxistin.
18 sal cezayê girtîgehê
Rêxistinên mafên mirovan berê fikarên xwe der barê rewşa tenduristiya Fatemeh Sepahrî de anîbûn ziman. Wan hişyarî da ku şandina wê piştî emeliyata dilê vekirî di sala 2023’an de ji bo girtîgehê û sînordarkirina gihîştina wê ya lênêrîna bijîşkî ya pispor dibe jiyana wê bixe xeterê.
Fatemeh Sepahrî di Îlona 2022’an de, di dema destpêka xwepêşandanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hat binçavkirin. Di Hezîrana 2024’an de, Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê 18 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê birî.
Mamoste Zehra Arefimehr hat girtin
Danişîna doza mamoste û hunermend Zehra Arefimehr li Dadgeha Şoreşê ya Sebzevarê hat dîtin. Zehra Arefimehr ji ber ji mafê girtina parêzer bêpar hat hiştin, neçar ma bi xwe li dadgehê parastina xwe bike.
Di nava sûcên li Zehra Arefimehr hat barkirin de ‘tevlîbûna çalakiyên propagandayê yên li dijî rejîmê’ û ‘xapandina civakê’ heye. Sûc spartin parvekirinên medyaya dîjîtal yên Zehra Arefimehr. Bi taybet, post û wêneyên têkildarî kesên di xwepêşandanên 2026’an de jiyana xwe ji dest dane, di dosyaya dozê de wek belgeyên sûc hatin pêşkêşkirin.
Piştî danişînê hat girtin
Hêzên ewlehiyê piştî dadgehkirina Zehra Arefimehr bi dawî bû ew birin girtîgeha Terbet-i Haydariyê. Balkêş e Zehra Arefimehr di demeke ku di mehên dawî de li Îranê zextên li dijî aktivîstên civaka sivîl, mamoste, nivîskar û bikarhênerên medyaya dîjîtal zêde bûne de hat girtin. Rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku binçavkirin, lêpirsîn û mehkûmkirin her ku diçe zêde dibin.
Li gorî parêzvanên mafên mirovan, sûcên weke ‘propagandaya li dijî rejîmê’ û ‘xapandina civakê’ bûye yek ji amûrên herî zêde yên dezgeha dadweriya Îranê li dijî kesên ku bi xebatên sivîl, çandî û siyasî didin meşandin tê bikaranîne. Rêxistinên mafên mirovan amaje dikin ku ev sûcdarî bi gelemperî li ser pênaseyên nezelal in û pîvanên darizandina edlî bi qasî pêwîst nayên şopandin.
Di salên dawî de, gelek mamoste, hunermend û nivîskar ji ber xebatên xwe yên medyaya dîjîtal, piştgiriya xwepêşandanên giştî, an ji ber parvekirina naveroka rexnegir, bi pêvajoyên darizandinê hatine binçavkirin, an jî cezayê girtîgehê lê hatine birîn.