Fîgen Yuksekdag û Sabahat Tuncel bi peyamên xwe li qadane

Jinên siyasetmendar Fîgen Yuksekdag û Sebahat Tuncel peyamên 8’ê Adarê şandin qadên ku îro ji aliyê jinan ve hatine dagirtin.

Navenda Nûçeyan - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag û Hevseroka Giştiya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel ji girtîgehên ku lê tên girtin bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê peyam şandin qadên pîrozbahiyê. 
Fîgen Guksekdag a ku ji 4’ê mijdara 2016’an ve di Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê de ye bi wesîlseya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek şand. Dengê Fîgen Yuksekdagê yê di hevdîtina telefonê de hat qeydkirin, di hesaba wê yê twîtterê de hat parvekirin.
Peyama ji bo 8’ê Adarê şandî wiha ye:
“Em li ku bin bila bibin di heman dilî de û di heman hişmendiyê de tên ba hev. Û ez xwe qet ji wan cuda nahesibînim. Heke tu bi daxwaza berxwedan, rumet, ked, azadî, aştî û demokrasiyê de bê ba hev tu mekan, astengî û sînor nikarin te asteng bikin. Ez jî niha xwe weke ku hatime astengkirin hîs nakim, weke hefskirî hîs dikim. Ji ber ku li der ve bi deh hezaran, bi milyonan deng û gotina min heye... Kesên ku gotina min dibêjin hene. Ez bawer dikim ku jin wê gotina gotinên min û gotinên me yên hevpar bidomînin. Ji her tiştî girîngtir jî gotina gotinên piştevanî û têkoşîna jinê berdewam dikin. Qasî ku ev gotin û ruh hebe rêya me vekiriye û em ê di riya xwe de bimeşin. Ji her kesî re silav û hezkirinên xwe dişînim.”
Hevseroka Giştiya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel ji girtîgehên ku lê tê girtin bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê peyam şandin qadên pîrozbahiyê.
Peyama Sebahat Tuncel jî wiha ye:
“Em jin bi sedê salane wisan tîyê azadiyê ne, dixwazin êdî weke çemê azadiyê biherikin. Hem jî tenê ne ji bo xwe, ji bo her kesên pêdiviya wan bi azadiyê heye. Em bi jinên îro daketine meyîdanan re dîlana azadiyê digerînin re di govendê denin.”