Fîgen Yuksekdag: Girtin nikare ronahiya heqîqet û berxwedanê tarî bike

Hevseroka Giştî HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, têkildarî girtina rojnamegeran a beriya hilbijartinê got, "Girtina xebatkarên Ajansa Mezopotamya, Jinnews û çapemeniya azad nikare ronahiya heqîqet û berxwedanê tarî bike."

Navenda Nûçeyan- Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag, bi rêya parêzerên xwe ji Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kandirayê der barê rojnamegerên girtî peyamek şand.

Di peyama ku li ser hesabê medyaya dîjîtal hat parvekirin de, li dijî girtinan banga mezinkirina hevgirtina bi çapemeniya azad re hat kirin.

 Di parvekirina ji hesabê medyaya dîjîtal a Fîgen Yuksekdag de ev peyam hat dayîn:

"Bi girtina xebatkarên Ajansa Mezopotamya, Jinnews û çapemeniya azad nikarin ronahiya heqîqet û berxwedanê bitemirînin. Werin em bi çapemeniya azad re piştgiriya xwe bilind bikin. Ji aliyekî ve beroşa manîpulasyonê kelandin, li aliyê din jî êrîşî çavkaniyên gel ên nûçeyên rast dikin."