Fîgen Yuksekdag: Di rojên bi tav û xweş de em ê hev bibînin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag wêneyê pêlîstokên ku li gîrtîgehê çêkirine ji bo mexdûrên erdhejê bi gotina “Em ê di rojên xweş de hev bibînin” parve kir.

Navenda Nûçeyan- Jinên ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kandirayê girtî ji bo zarokên ku li herêma erdhejê pêlîstok çêkirin.
Wêneyê pêlîstokên ku ji herêma erdhejê re hatin şandin, li ser hesabê medyaya dijîtal a Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a li heman girtîgehê ye hat parvekirin. Fîgen Yuksekdag di peyama xwe de got: “Ji bo zarokên li herêma erdhejê ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kandirayê… Em ê di rojên tav û xweş de hev bibînin.”