Fîgen Aras: Aştiya civakî wê bi azadiya jinan pêk were

Fîgen Aras di Konferansa Aştiyê de bal kişand ser rola jinan a di aştiya civakî de û da zanîn ku aştiya civakî wê bi azadiya jinan pêk were.

Navenda Nûçeyan- “Konferansa çareseriya meseleya Kurd û aştiyê” ya Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) duh li Amedê dabû destpêkirin di roja duyemîn de bi rûniştina “Di avakirina aştiya civakî de rola jinan” berdewam kir. Moderatoriya rûniştina duyemîn Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn kir. Endama Komeleya Înîsiyatîfa Gel Fatma Bostan Unsal bi sernavê “Di mînaka Îrlandaya Bakur de avakirina aştiyê ya jinan” pêşkeşiyek kir.

 ‘Aştî bi mafên mirovan pêkan e’

Fatma Bostan Unsal destnîşan kir ku pirsgirêka Îrlandayê ne di navbera kesên xwestin bi Komara Îrlandaya Bakur re bibin yek û yên ku qraltî dixwestin, pirsgirêk bi mafên mirovan re eleqedar bû. Fatma Bostan Unsal, diyar kir ku binpêkirina mafên milk, bikaranîna dengan, bersivnedayîna îstîhdamkirinê ya katolîkên îrlandî, rê li ber pirsgirêkan vekir û wiha got: “Çareseriyê jî bi daxwaza yekbûna bi Komara Îrlandayê re dest pê nekir. Aştî bi qebûlkirina mafên xebatê, bikaranîna dengan û wekheviyê pêk hat. Li Tirkiyeyê jî dê bi dawîbûna binpêkirina mafan aştî were. Dibe ku gava ewil vekişandina qeyûman be. Qeyûm mafên bijartin û hilbijartinê binpê dikin.”

Fîgen Aras: Nirxên ku jinan ava kirin hatin dizîn 

Piştre ji Akademiya Jinan Fîgen Aras bi sernavê “Aştiya civakî û jin” pêşkeşiyek kir.  Fîgen Aras da zanîn ku dema behsa şeran tê kirin, jin her dem rastî destdirêjiyê tên, zarokên xwe winda dikin û ev tişt got: “Divê em rastiyê ji hev neqetînin. Qirkirin li ser jinan heye. Şerekî ku bi hezaran sal in li dijî nasnameya wan didome heye. Dibe ku ev şer ne bi tang û tifingan be lê belê bi tecawiz û êrişên bîrdozî pêk tên. Çima ewqas êriş li dijî jinan hene û em jê re dibêjin qirkirin? Ya rastî dema em di perspektîfeke dîrokî de lê dinêrin dibînin ku nirxên jinan bi destên xwe ava kirine çawa ji wan hatine dizîn.”

Fîgen Aras diyar kir ku ji ber ji jinan ditirsin ewqas êriş û tundiyê li dijî wan didin meşandin û wiha got: “Netewe dewlet, zayendperestî nebe bi tu awayî nikarin bi ser bikevin. Netewe dewlet xwe li ser zayendperestiyê xurt dikin.”

‘Destkeftiyên jinan ji bo Rojhilata Navîn bûn îlham’

Fîgen Aras bal kişand ser mijara aştiya civakî û azadiya jinan û wiha domand: “Em her dem tên çavdêrîkirin, şopandin û binçavkirin. Nîqaşên li ser mijarên ‘Em ê bêyî desthilatdar çawa bi hev re bijîn?’, ‘Jin û mêr dê di vê jiyana bi hev re de rastiyên etîk û estetîkê çawa ava bikin?’ gelek girîng in. Yên ditirsin diyar in, xwediyên desthilatdariyê ne. Em dizanin destkeftiyên jinan ji bo Rojhilata Navîn bûne îlham. Divê hem jin hem jî mêr li dijî êrişên netewe dewletê bibin yek û alîkariyê bidin têkoşînê. Ez hevalên ku jiyana xwe ji dest dane û yên ku niha berdêlê didin bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadiyê’ silav dikim.”

Di rûniştina dawî de parêzer Ahmet Ozmen pêşkeşiyek kir. Piştre panela kursiya azad hat lidarxistin û konferans bi pirs û bersivan bi dawî bû.