Feyrûz Xelîl: Paşguhkirina DAIŞ’ê rê li ber fermanan vedike

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya kantona Reqayê Feyrûz Xelîl diyar kir ku dewletên ji fermana Şengalê re bêdeng man û darizandina DAIŞ’ê paşguh dikin, rê li ber fermanên nû vedikin.

SÎBÎLYA ÎBRAHÎM

Reqa- 3’ê Tebaxa sala 2014’an çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin. Bi hezaran jin qetil kirin revandin û kirin êsîr. Her wiha li bajarê Reqa, Mûsilê û Iraqê hatin firotin. Her çendî çeteyên DAIŞ’ê di aliyê leşkerî de têkçûbe jî hîn jî xwe bi rêxistin dike û ev yek ji bo hemû gelên cîhanê xeterî ye. Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya kantona Reqayê Feyrûz Xelîl der barê fermana 74’an ya Şengalê, darizandina DAIŞ’ê û xeteriyên çeteyên DAIŞ’ê ku xwe ji nûve rêxistin dikin ji ajansa me re axivî.

"Di fermana 74’an de hikûmeta Iraq û PDK dest ji gelê Şengalê berdan"

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya kantona Reqayê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Feyrûz Xelîl di destpêka axaftina xwe de behsa komkujiya Şengalê û rola dewleta Iraq û PDK nirxand û wiha dest bi gotinê xwe kir: “Di sala 2014’an de komkujiya Şengalê pêk hat. Wê demê Hikûmeta Iraqê û PDK gel bi tenê hiştin. Piştî DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir jin êsîr kirin û Iraq û Sûriyê firotin. Ez bûm şahida firotina keçeke 8 salî ji kalemêrekî 70 salî. Van bûyeran em gelekî dêşandin. Piraniya bazarên Nexasê li lîstikgeha Beledî li Reqayê û yek din li taxa Ekrad bû. Dema jinên Êzidî difrotin armanc dikirin vîna gelê Kurd bişkînin.”

‘Dewleta Tirk ji bo tunekirina Kurdan DAIŞ’ê rêxistin kir’

Feyrûz Xelîl wiha axaftina xwe berdewam kir: "Kiryarên wan li vê derê ranewestiyan. DAIŞ’ê wê demê ragihand ku kesê tevlî wan bibe dê jineke Êzidî weke diyarî ji wan re were pêşkêşkirin û pêre jineke cêrî be. Ev hemû tişt hiştin em hest bikin ku em di serdema kevin de jiyan dikin. Ev siyaset bi taybet li dijî Kurdan pê dihat ji ber dewleta Tirk a dagirker dixwaze nasnameya Kurdan tune bike. dewleta Tirk DAIŞê ji bo vê armancê ava kir. Hejmarek Êzidî hene çarenivîsa wan ne diyar e. Hejmarek ji wan ji kampa Holê hatin rizgarkirin. Ev yek îspat dike ku DAIŞ’ê hîn dixwaze xwe bi hêz bike.”

"Divê her kes li dijî siyaseta DAIŞê têbikoşe"

Feyrûz Xelîl destnîşan kir ku dewletên DAIŞê ava kirin îro roj idîa dikin ku ew dixwazin li dijî wê şer bikin û bidawî bikin û wiha pê de çû: "Em weke gelê herêmê heta niha êşa fikra DAIŞ’ê û terorîzma wê dikşînin. DAIŞ’ê di milê erdnîgarî de tune bûye lê heta niha li ser herêm û cîhanê xeterî heye.”

Feyrûz Xelîl di dawiyê de got ku dewletên derbarê Şengal û gelê wê de bêdeng man heta niha jî bêdeng in û dosyaya DAIŞ’ê paşguh dikin û ev bang kir: "Di vê pêvajoyê de û di dema xeteriya ku DAIŞ’ê li ser hemû gelan çêkir divê her kes bi siyaset û zanebûn mijaran bigrin dest ji bo karibin li hember vê xeteriya li dijî cîhanê bisekinin.”