Ferzkirina hicabê perçeyek ji siyaseta hikumeta Îranê ye

Ji aliyê jinan ve nepejirandina hicaba bi zorê di vê serdemê de yek ji mijarên têkoşîna jinan e.

HÎM RAD

Navenda Nûçeyan – Hesasiyetên nû yên Komara Îslamî ya Îranê li ser hicabê, bûye sedema pêleke nû ji bo têkoşîna jinan. Wisa bûye ku ji cezayê bi pere, gef û tehdîdê bigre heta girtin û avêtina zindanê bi wê hincetê her tiştî kiriye lê nikaribûye pêşiya jinan bigre.

Hicab bûye mijara siyaseta komara Îslamî

Mijar ji van tiştên me destnîşan kir girîngtir e. Hicabê wateya xwe weke lixwekirin guhertiye û di vê kêliyê de bûye rêbaza siyaseta mayînê ya komara Îslamê.

Li vir em dibînin ku hicab ji hinek aliyan ve, rola hêzdariya Komara Îslamî û şîfreya domandina wê dilîze û dev jê berdana ji wê wekî nebûna Komara Îslamî ye. Eger dikaribûya ji aliyê siyasî ve dev jê berda bêguman dê vê bizavê bikira sedema mayîna xwe lê yek ji damarên bingehîn ên Komara Îslamî mijara hicabê ye ku nebûna wê tê wateya tunebûna Komara Îslamê.

Daxwazên jinan

Em vegerin ser kêşeya jinan a li Îranê, ma pirsgirêka jinan li Îranê tenê hicab e? Yan jî em baştir bibêjin hicab li Îranê daxwaza sereke ya jinan e? Bi vê yekê tepeserkirin û paşguhkirina jinan di aliyê civakî, siyasî û hwd de çima divê jin pirsgirêkê bi qasî hicabê kêm bikin û dev ji mijarên bingehîn berdin? Di vê rewşê de xwestekên jinan di dîroka Komara Îslamî de yên herî kangrenbûyî ne û her çûye mezin bûne. Gelek tevgerên li Îranê bi pergalê re hevrê bûne û demek ku bi riya saziyan bi pêş ketine. Niha jî em bi serhildana Jîna yê re rûbirû ne, daxwazên jinan ên zehf hebûn ku ev hemû ji ber gihîştina demokrasî, azadî û wekheviyê bûn.

Jinan riyên têkbirina komara îslamê hilbijartine

Ji bo bersiva vê pirsê, pêwîst e mirov li vê têkoşîna ku mênakên wê kêm in binêre. Ji ber ku hildana hicabê di vê kêliyê de û israra jinan li ser vê mijarê, di warê ferasetê de girîng e û dibe ku bê kirin. Ev nayê wateya binpêkirina nirx û daxwazên jinên din. Berovajî vê, jinan di navbera xwe de riyên têkbirina Komara Îslamî, riya durist û bê zirar hilbijartine û rewşa lawaz a dijmin dîtine. Hildana hicabê tê wateya bergîdana tevahiya siyasetên Komara Îslamî û înkarkirina Komara Îslamî û her du hêl jî girîngiya vê mijarê baş dizanin.

Ferzkirina hicabê tirsa dijmin a ji têkoşîna jinan nîşan dide

Cezayên pere, gefên zêde û medyayîkirina wê, tirsa dijmin nîşan dide û pêkneanîna wê jî ji aliyê jinan ve hişyarî û asta ku gihîştinê nîşan dide.

Hêrsa jinan ji ber tunebûna paşerojeke xweş e, hêrsa wan ji ber kuştina ciwanan, tunebûna ewlekariya xebatê, tunebûna refah û aramiyê, tunebûna civakek wekhev û derfetên wekhev û hwd. e. Gelek rewşên ku li Îranê bûne sedema newekhevî û bêhêvîtiyê hene. Ger bi saya têkoşînê jin bigihîjin daxwazên xwe yên mafdar, bê şik lixwekirina bi dil jî dê yek ji daxwazên wan be lê di vê kêliyê de ev yek bûye mijara sedema têkoşîna wan.