Feryal Xidir a piştî 9 salan hat rizgarkirin gihîşt Şengalê

Jina Êzidî Feryal Xidir Îbrahîm a di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji dliyê DAIŞ’ê ve dîl hat girtin û di 19’ê Îlonê de ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve hat rizgarkirin gihîşt Şengalê.

HÊVÎ EZDA

Şengal - Jina Êzidî Feryal Xidir Îbrahîm a ku di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de tevî dayika xwe, du xwişk, birayê xwe û mala mirovên xwe ketibû destên çeteyên DAIŞ’ê û di 19’ê Îlonê de ji aliyê hêzên YPJ ve hatibû rizgarkirin, ji aliyê Hêzên Parastina Êzidxanê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hat pêşwazîkirin û radestî malbata xwe hat kirin.

Feryal Xidir Îbrahîm a di Fermana 74’an a li ser Şengalê pêk hat de di 12 saliya xwe dîl hatibû girtin û bi xwe ji gundê Digurê yê Şengalê ji eşîra Simoqiyan e, wiha qala dema berî fermanê dike: “Ez tevî malbat, xizm û mirovên xwe li Dugurê bûm. Me pirsa hev dikir û em diçûn û dihatin gel hev. Zaroktiya min pir xweş derbas bû lê di dema fermanê de ez du xwişkên min û birayê me yê piçûk tevî dayik û mala mamê min em hatin girtin. Destpêkê me xistin wesayîdan û birin Xanesorê. Piştre jin û zilaman ji hev veqetandin. Zilaman birin cihekî û keç, jin û zarokan birin cihekî. Hejmarekî zêde Êzidî hebûn lê min tenê mala mamê xwe nas dikir.”

‘Beriya 9 salan tenê nîv seat min dayika xwe dît’

Feryala ku wê demê 12 de salî bû yek bi yek tiştên jiyane bi van hevokan pênase kir: “Me birin zindana Badoşê û piştre em derxistin û me birin Tileferê. Piştre dayika min tevî birayê min ê biçûk tevî jinên bi temen birin cihekî û me hersê keçan bi keçên din re birin Mûsilê. Dema em ji Badoşê derketin, me birin Tileferê dûre jî birin Mûsilê malekê. Li wir emîr hebûn dihatin keçik dibirin. Piştre ez û xwişkên xwe û keçên din em ji hev cuda kirin. Min herdu xwişkên min û pir keçên din birin Sûriyeyê. Dayika min li Tileferê ma û birayê min ê biçûk jî jê girtin. Dayika xwe tenê min nîv saet dît ew jî beriya 9 salan. Her kesê ji hev veqetandin tenê em keçên ciwan û zarokên biçûk man. Zarokên biçûk birin tabûrên leşkerî ji bo ku wan fêrî perwerdeyan bikin. Ên ku biya wan neke li wan dide û min jî lêdanê xwar. Di zindana Badoşê jiyan pir zehmet bû. Ez 10 rojan li wir mam pir zehmet bû. Hejmar zêde bû, mirov nikaribû rehet rûnê. Piştre balafiran lê da em hemû ji wir birin Tileferê.”

Feryal di berdewamiya gotinên xwe de careke din bal kişand ser kiryarên çeteyan yên hovane û wiha bilêv kir: “Li Mûsilê hemû keçikan dikirin xurafeyekê  û emîrên wan dihatin em hildibjartin. Xwişka min got ev xwişkên min ên biçûk in bila li gel min bin, bi zorê hiştin û ez bi xwişka xwe re hatim Sûriyeyê. Kesekî bi nav tunebû hemû bavê filan û bavê filan dihatin nasîn. Ez çûm Heqil Umer li wir jî li gel xwişka xwe Bedriye nêzî 2 mehan mam. Piştre li Reqayê ez çend salan li gel malbatekê mam. Her dem me karê metbexê dikir û qedexe bû ku em bi Kurdî baxivin. Em 2 keç bûn. Piştre min agahî girt ji xwişkên xwe yekê ji wan qeza derbas kiribû û birîndar bûbû, li nexweşxaneyê xwe kuştibû. Herî dawî min xwişka xwe Bedriya li Baxoz dît nêzî 20 deqeyan em li gel hev rûniştin û piştre ew çû. Birayê min birin gel dayika min li Reqayê bû, ew ji Reqayê reviyan û xwe xilas kirin. Pir zêde me cihê xwe diguherand ji ber balafiran û şer. Em çûn Reqa Tilxêr û Hecîn, Kişme û Baxozê û pir cihên cuda em çûnê.”

Piştî 9 salan ji aliyê YPJ’ê ve hat rizgarkirin

Feryal Xidir a dibêje “Wan dizanibûn ku em Êzidî ne û îslamê li ser me ferz dikirin” li du vê serpêhatiya xwe ya bi êş a 9 salan bi kurtî jî be bi dil û çaveke tije hezkirin û hesret wiha qala kêfxweşiya xwe kir: “Îro pir kêfxweş im gelekî kêfxweş im min bawer nedikir ku dîsa ez ê xizm û nasên xwe bibînim û bêm Şengalê. Lê îro ez di nava xizmên xwe de me û li ser axa şengalê me. Hêvîdar im hemû keçên Êzidî yên dîl rizgar bibin û dengê me bibihîzin, hêzê ji bo vegerê bigrin û hêvîdar im hemû malbat keçên xwe bibînin.”

‘Rizgarbûna her esîrek ji bo me bêhngirtin e’

Nasa Feryal Xidir Îbrahîm Besê Xwedêda ya ku hat pêşwaziya Feryalê jî bi van hevokan hesên  xwe îfade kir: “Em pir kêfxweş in ez mirova Feryalê me ji malbata Feryalê dayik û birayê wê hatin rizgarkirin lê du xwişkên wê di destên çeteyan de bûn yek hat kuştin ya din jî xwe bi xwe dawî li jiyana xwe anî şukur ku Feryal rizgar bû wê dayika wê nefesek rehet bikşîne. Rizgarbûna her keçeke me her esîreke me ji bo me nefeseke em destxweşiyê li tevahî hêzên parastina Êzidxanê dikin û em spasiya Rojavayê Kurdistanê dikin ku keça me rizgar kirin ji destên wan hovan bi hêviya rizgarbûna tevahî keçên me.”

Piştî Feryal Xidir bi bira û nasên xwe re berê xwe da bexçeyê rêber Apo yê ku endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo pêşwaziya wê lê amade bûn.

Endama koordînsayona TAJÊ Niam Bedel li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ bi van hevokan xêrhatina Feryal kir: “Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ xêrhatina keça xwe dikin em destxweşiya hêzên QSD, YPG û Asayişa Rojavayê Kurdistanê dikin her wiha em destxweşiya hêzên xwe yên Êzidxanê YJŞ û YBŞ’ê dikin. Ji fermanê heya niha bi hezaran keçên me kurên me bi destên wan hêvên me tên rizgar kirin em hêvî dikin ku tevahî êsîrên me yên destê wan çeteyên hov de werin rizgar kirin û dilê malbatên tevan şa bibe.”

‘Ev kêlî cih û mekan dîrokî ne pîroz in’

Endama Koordînasyona (TAJÊ) Niam Bedel di dawiya gotinên xwe de jî bal kişand ser wate û girîngiya tevgera jinan, rizgarbûna jinên Êzidî û mekanê ku lê Feryal Xidir Îbrahîm lê pêşwazî kirin û wiha got: “Rojeke pir watedar e li vir weke jinên Êzidî yên ku li du fermanê Tevgerek xwe rêxistineke xwe çêkirî em tevli Baxçeyê Rêber Apo ji bo pêşwaziya keça xwe ya ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin amade bûn. Ev kêlî, cih û mekanê em lê dîrokî ye watedar e. Îro kulîlkeke din li baxçeyê Êzidxanê zêde bû. Jixwe ji ber cimaya quba me ya Şêbil Qasim bû lê di vê roja pîroz de hatina keça me Feryal ji bo axa pîroz a Şengalê Mizginiyeke mezin bû. Divê em weke civaka Êzidî baş bizanibin ku ger em yek bin û ji bo civak û axa xwe bixebitin em ê bikaribin tevahî êrîş û zoriyan derbas bikin keça me Feryal jî bi keda zarokên me hatiye rizgarkirin careke din ji bo me tevan ev kêfxweşî pîroz be.”

Feryal jî bi heman awayî li du gotinên dayê Niam hestên xwe îfade kir û got: “Ez spasiya tevahî jinên ku ji bo min amade bûne dikim ez pir kêfxweş im ku gihîştime mirovên xwe civaka xwe û axa xwe.”

Di dawî de bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” “Hol hola Tawisê Melek e” jinan tililî kişandin û TAJÊ û fermandariya YJŞ’ê bi hev re  Feryal Xidir radestî malbata wê kirin.