Fermandarên Kobanê bûn sembola serkeftinê
Di berxwedana 134 rojan a Kobanê de bi dehan fermandar û şervanên jin bi têkoşîn, hêz û vîna xwe serkeftina Kobanê mayinde kirin û weke sembolên tunekirina DAIŞ’ê hatin naskirin.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Di sala 2014’an de, li ser sînga bajarê Kobanê destaneke wisa qewimî ku dê heta deh nifşan were ziman. Destana ku pîran heta şîran şahidiya wê kirin, veguherî çavkaniya rizgariya mirovahiyê ji hêzên teror û tarî.
Kobanê bû goristana armanca çeteyên DAIŞ’ê
Çeteyên DAIŞ’ê weke rêxistina terorê di van 10 salên dawî de, bi rêbazên xwe yên hov û qirker di asta cîhanî de hatin naskirin. Çete ango weke xwe pênase dikirin, welatê îslamî yê Iraq û Şamê (DAIŞ) di 15’ê Îlona 2014’an de bi çavsorî û kîneke mezin berê xwe dan bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê. Çeteyên ku ji aliyê cebilxaneyê û hejmar ve bi qasî artêşekê xwe birêxistin kirin, bi baweriya ku dê Kobanê weke Mûsil, Reqa, Minbic, Girê Spî û hwd. di çend seatan de bigrin û komkujiyên weke yên li Şengalê çêbikin, êrîşî Kobanê kirin.
Bajarê Kobanê ku yekemîn bajarê pêşwaziya şoreşa 19’ê Tîrmehê kir, ji aliyê xweparastinê ve bi rengekî baş birêxistinkirî bû lê di warê cebilxaneyê de derfet kêm bûn, di nava 10 rojan de rû bi rû yê cengeke dijwar li hemberî DAIŞ’ê ma. Li rex hejmara mezin a gel ku koçberî Bakurê Kurdistanê bûn, şervanên YPJ/YPG’ê, sivîl, jin û ciwanên welatparêz ên Kobanê bedena xwe veguherandin mertalên parastina Kobanê.
Şervan û fermandarên Kobanê
Di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê de gelek xalên balkêş xwe dan der. Di Kobanê de cara yekemîn di asta Rojhilata Navîn û cîhanê de jinan xwe weke hêz birêxistin kirin û li hemberî rêxistineke weke DAIŞ’ê şer kirin. Lewre beşdarbûna fermandar û şervanên YPJ’ê yên di cenga Kobanê de bala tevahî cîhanê kişand û di warê navxweyî de ji bo şervan û gelan bûn hêza têkoşîn û berxwedanê. Şervanên YPJ’ê ku xwe spartin felsefe û bîrdoziya Jin, Jiyan, Azadî dikaribûn bi çalakiyên xwe yên fedayî, tilîlî û îsrara xwe, şer ber bi pêvajoyên nû ve bibin ku di encamê de bûn çavkanî û pêşengên serkeftina berxwedana Kobanê di 26’ê Çileya 2015’an de.
Di destana dîrokî ya Kobanê de navê bi dehan fermandar û şervanên jin derket holê ku dê qehremaniya wan her dem di rûpelên dîrokê de bimîne. Jinên ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, di Kobanê de kom bûn û pêşengiya yekbûna Kurdistanê di Kobanê de nîşan dan.
Fermandara rizgariya navenda Kobanê: Zehra Penaber
Têkoşer Zehra Penaber bi nasnav Zehra Kara ku ji Bakurê Kurdistanê ye yek ji fermandarên navdar û bi bandor di nava berxwedana Kobanê de bû. Zehra di 23’ê Cotmeha 2014’an de derbasî warê berxwedanê dibe û li avahiyeke ji 4 qatan li qada Azadî bi cih dibe. Çeteyan bênavber bi rojan êrîşî avahiyê dikirin lê bi perspektîfên Zehra Penaber û berxwedaneke bêhemba êrîşa DAIŞ’ê bi bin ket. Jixwe li Kobanê yek ji cihên ku herî zêde rastî bombebaranê hat hawirdora qada Azadî bû lê teyrê baz ku nûnertiya azadiya gelekî dike li gel Zehra Penaber û hevriyên wê li ber xwe da û hebûna xwe mayînde kir. Zehra Kara şahidiya tevahî şerê di navenda bajar kir û fermandara kolana 48’an bû.
Fermandar Zehra Penaber ku bi rûkenî û dengê xwe yê zîz dihat naskirin, di roja serkeftina berxwedana Kobanê de wiha dibêje; “Hesreta me bû ku em vê rojê bibînin. Xweziya hevalên me yên şehîd jî bidîtina, beriya du rojan çend hevalên me ku hêviya wan dîtina vê rojê bû şehîd ketin. Em jî soz didin ku em ê hêviyên wan zindî bikin.
Fermandara felsefeya Jin, jiyan, azadî di 3’ê Sibata 2015’an de li gundê Êdiqê yê li Başûrê Kobanê jiyana xwe ji dest dide û dibe yek ji pêşengên azadî û serkftina Kobanê.
Fermandar û hûnermenda şer: Viyan Peyman
Kê navê Viyan Peymana dengbêj nebihîstiye ango li dengê wê guhdar nekiriye! Kê dengbêjiya ez nemînim Kobanê, fermandarê min, hogirê min û lawê min nebihîst. Jina şoreşger û dengbêj Viyan ku roleke girîng di berxwedana Kobanê de lîst bi dengê xwe azadiya welatekî misoger kir. Viyan Peyman bi nasnav Gulistan Talî Cînkanlu, ji Makoya Rojhilatê Kurdistanê bû û di asta fermandariyê de koordîneya şerê Kobanê dikir, ji bo şervanên di çeperên şer de heval, şervan û fermandar bû. Bi dilsozî û cesareteke mezin beşdarî berxwedanê bû, heta serkeftina di 26’ê Çileyê de bênavber şer kir. Beşdarên berxwedana Kobanê moral û hêz ji deng, hest û sekna Viyan Peyman digirtin. Viyan Peyman di şer de soz dide tevahî şervan û gelê Kobanê ku piştî rizgarkirinê dê gel bi dengbêbjiya xwe pêşwazî bike û Kobaniya rizgarkirî diyarî wan bike. Viyan Peyman bi vê sozê têkoşiya, şer kir û bi ser ket. Lewre Viyan yek ji sembolên manewî û hêzê tê naskirin. Di 6’ê Nîsana 2015’an de li bajarê Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da.
Çalakiya ku çarenûsa mirovahiyê guhert: Rêvan Rojava
Jinên Kurd ên şerker di xwezaya xwe de xwedî ruhekî berpirsyar in û ji bo pêkanîna erka xwe dikarin canê xwe jî feda bikin. Ev heqîqet di kesayeta têkoşer Rêvan Rojava de teqez bû ku ji bo parastina hevalên xwe û Kobanê ji sergoyên cîhanê ku weke qijikên reş bûn, canê xwe kir mertal. Rêvan Rojava bi nasnav Medîne Mamo ku bi eslê xwe ji bajarê Kobanê ye di sala 2013’an de beşdarî nava refên YPJ’ê dibe. Di dema êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê de, Rêvan li gel hevalên xwe soza parastina warê xwe dide û cihê xwe di çeperên destpêkê yên şer de digre. Di 27’ê Îlonê de Rêvan di eniya şer a gundê Golmid ê li Başûrê Kobanê cih digre. Wê rojê DAIŞ bi rengekî dijwar êrîş dike ku di encamê de cebilxaneya şervanan namîne. Rêvan xwe ji parastina jiyana hevalên xwe û navenda Kobanê de berpirsyar dibîne û çalakiya fedayî pêk tîne. Bi çalakiya fedayî ya Rêvan Rojava re berxwedana Kobanê rengekî nû digre û şer ber bi qonaxeke nû ve diçe.
Fedayîtiya Rêvan dibe bingeh û sedema qezenckirina berxwedana Kobanê û ragihandina serkeftinê.
Arîn Mîrkan: Agirê Miştenûrê bi canê xwe parast
Arîn Mîrkan bi nasnav Dîlara Kinc ku ji herêma Efrînê ye, di damezrandina YPJ’ê de weke fermandar cihê xwe digre. Di dema êrîşa dijwar a DAIŞ’ê li ser Kobanê li gel şervanên xwe, ber bi Kobanê ve tê û beşdarî nava şer dibe. Ji ber Arîn Mîrkan xwedî ezmûnek mezin bû, cihê xwe di eniya şer a girê Miştenûrê de digre. Miştenûr ji cihên herî stratejîk di nava şer de bû lewre DAIŞ’ê bênavber hewl dida wî girî bigire. Di 5’ê Cotmehê de çete bi armanca girtina gir bi hemû hêza xwe êrîşî Miştenûrê dikin. Li hemberî vê êrîşê, têkoşer Arîn Mîrkan bi biryar û vîneke xurt çalakiya fedayî pêk tîne û êrîşên DAIŞ’ê lewaz dike.
Çalakiya Arîn Mîrkan piştî ya Rêvan Rojava bi çend rojan pêk tê, ji ber vê tevahî şervanên ku di eniyên şer de cih girtibûn soza bilindkirina berxwedana layîqî çalakiyên fedayî didin û wiha jî serkeftina Kobanê tacîdar dikin.
Destîna Qendîl: Ezmûna ku ji şerê Helebê girt li Kobanê pêk anî
Têkoşer Destîna Qendîl ku bi Destîna Heftanîn jî dihat naskirin ji Başûrê Kurdistanê ye û di 2012’an de beşdarî şoreşa azadiyê dibe, cihê xwe di nava YPJ’ê digre. Destîna Heftanîn ku bi jîrbûn û têkoşîna xwe dihat naskirin, beşdarî şerê bajarê Helebê yê li hemberî çeteyên Cebhet El-Nusra bûye lewra di warê şerê bajaran de xwedî ezmûneke mezin bû. Ji ber vê beşdarbûna wê ya di nava berxwedana Kobanê de bandorê li ser bikaranîna taqtîk û rêbazên şerê bajaran kir. Destîna fermandariya yekîneyeke şervanan li taxa Gormirkê ya Kobanê dikir ku niha ew devera bajar veguheriya muzexaneyê. Destîna li gel 10 şervanên din di avahiyeke 4 qatî de eniya xwe digre, dema çete dibihîsin ku komeke şervan bi hêzeke mezin di wê avahiyê de şer dikin, berê êrîşan didin koma şervanan a têkoşer Destîna. Bi rojan şer diqewime herî dawî Destîna Qendîl di 20’ê Cotmehê de biryar dide ku çalakiya fedayî di wê avahiyê de pêk bîne, da ku çete cihê wan ê stratejîk negirin. Dema çete dikevin qatên jêr ên avahiyê Destîna Qendîl çalakiya fedayî pêk tîne û rê li ber çeteyan digre.
Ev avahiya ku bi navê Destîna Qendîl tê nasîn, heta vê rojê di muzexaneya Kobanê de ye ku dema mirov lê dinêre heybeta wê hîs dike.
Zehra, Viyan, Rêvan, Destîna û Arîn bedenên xwe kirin pira mayîndekirina azadiyê û bûn efsaneyên dîroka nûjen. Fermandar û şervanên YPJ’ê bi berxwedana xwe bîrdoziya azadiya jinan û welat, ji hişmendiya çeteyên DAIŞ’a qirker parastin û destana Jin, jiyan, azadî li Kobanê nivîsandin.