Fermandara YPJ’ê Sozdar Dêrik li Katalonyayê ye

Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Sozdar Dêrik li ser vexwendina Parlamenta Katalan serdana Barcelonayê kir û bi Seroka Parlamentoyê û nûnerên partiyên siyasî yên li parlamentoyê re hevdîtin pêk anîn.

Navenda Nûçeyan- Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Sozdar Dêrik li ser vexwendina Parlamenta Katalan serdana Barcelonayê kir û li paytexta Katalonya Barcelonayê bi Seroka Parlamentê û nûnerên gelek partiyên siyasî re hevdîtin kir.

Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPJ'ê, Fermandara YPJ’ê Sozdar Dêrik bi Seroka Parlamenta Katalonyayê Alba Vergés Bosch, nûnerê Partiya Yekîtiya Gel (CUP –Candidatura d’Unitat Popular) Carles Riera û nûnerê Partiya Komarger a Çep a Katalonyayê (ERC – Esquerra Republicana de Katalonya) re hevdîtin kir.

Di hevdîtinan de mijarên ewlekariyê yên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê hat gotobêj kirin.

Hate ragihandin ku di hevdîtinan de li ser mijarên ewlekariyê yên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, metirsiya DAIŞ’ê û têkoşîna bi wê re, rewşa kampa Holê, êrîş û şantajên (mijara avê û hwd.) dewleta Tirk ên li ser herêmê gotubêj hatin kirin.

Têkoşîna jinan a li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê mijarek sereke ya hevdîtinan bû.

Têkoşîna jinan a li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê di warê leşkeri, siyasî û civakî de tê meşandin jî mijarek sereke ya hevdîtinan bû.

Di hevdîtinan de li ser rêyên çareseriyê yên pirsgirêkan jî hat rawestîn û bal hat kişandin ku DAIŞ ji bo tevahiya cîhanê metirsî ye, ev metirsî hîn jî didome, lewma divê hemû alî têkildarî DAIŞ’ê xwe berpirsyar bibînin.

‘Tevlî bernameyên televîzyonên herêmê bû’

Fermandara YPJ’ê Sozdar Dêrik ku rojnamevanên Katalonyayê eleqeyek mezin nîşanî wê da, tevlî bernameyên televîzyonên herêmê bû. Her wiha di panelek ku ji aliyê rojnamevan Mònica Terribas ve hat birêvebirin û zêdetirî 400 kes beşdar bûn de jî, pirsên mêvanan bersivandin.

Pirtûka têkoşîna jinên Kurd vedibêje hat danasîn

Sozdar Dêrik tevlî fuara pirtûkan a li Barcelonayê jî bû. Di dema sardana fuarê de pirtûka nivîskar Dilar Dêrik a bi navê “Tevgera Jinên Kurd/Dîrok, Teorî û Pratîk” ku têkoşîna jinên Kurd vedibêje jî, hat danasîn.