Fermandara YPJ’ê: Felsefeya Abdullah Ocalan ronahiya azadiyê ye
Fermandara YPJ’ê Semîra Ehmed ku jinek Ereb e, diyar kir ku ew 15’ê Sibatê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû cîhanê roja şînê dibînin û hêvî dikin ku îsal bibe sala azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250212-semIra-ehmed-15-sibat-nuCe-08-02-1-jpgca2f1a-image.jpg)
HEYFA XELÎL
Reqa – Raman û projeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tenê bi sînorên neteweyî nemane, gihîştine asta herêmî û cîhanî jî. Her kesê ku ramanên Abdullah Ocalan dizane, zêdetir xwe bi van fikran ve girê dide û di riya wî de dimeşe.
Hevseroka Konseya Parastinê ya Bakur Rojhilatê Sûriyê Semîra Ehmed, jinek Ereb e û yek ji fermandarên YPJ’ê ye. Semîra Ehmed nêrînên xwe yên derbarê Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê de ji ajansa me re nirxand.
Fermandara YPJ’ê Semîra Ehmed bal kişand ser komploya li ser Abdullah Ocalan û têkoşîna jinan a li dijî vê komployê û wiha got: "Jin, bi taybetî li Bakur Rojhilatê Sûriyê, rastî zext û zilmê hatin. Bi taybetî Reqa bûbû keleha DAIŞ’ê û li wê derê li dijî jinan zilma nedîtî hebû. Jin bûbûn kole, rastî êrîşên hovane hatibûn. Li dijî vê zilmê bi daxwaza tolhildanê ez tevlî têkoşîna azadiyê bûm. Armanca min ew bû ku tola hemû jinên zilm li wan tê kirin bigrim û wan ji êrîşan biparêzim. Ez jineke Ereb im, ji bo mirovahiyê tevli têkoşînê bûm û ji bo ku herêma me ji rêxistinên terorîst paqij bikim min şer kir.”
Berxwedana jinan a li dijî DAIŞ’ê
Semîra Ehmed bi van gotinan behsa şerê xwe yê li dijî DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirk kir: "Ji sala 2012’an heta niha, jin bi zext û cudakariyê re têdikoşin. Ne rejîma Beasê ya berê, ne jî rêveberiya demkî ya îro ji bo azadiya jinan tiştek nakin. Têkoşîna jinan a li Bakur Rojhilatê Sûriyê, nîşan da ku ew dikarin hemû zoriyan têk bibin. Jinan dawî li zilma DAIŞ’ê ya li herêmê anîn û îro jî li dijî dagirkeriya Tirk têdikoşin. Jin ne tenê li dijî dagirkeriyê rabûn ser piya, di heman demê de di refên pêş ên eniyan de cîhê xwe girtin û destkeftiyên gelan û şehîdan parastin."
Jinan bi fikr û ramanên Abdullah Ocalan riya azadiyê dîtin
Semîra Ehmed, diyar kir ku jinan hêza têkoşînê ji felsefeya Abdullah Ocalan girtine û axaftina xwe wiha domand: "Abdullah Ocalan, bi fikir û felsefesiya xwe ji bo jinan hêzeke mezin afirand, bi saya wî jin bûn pêşengên civaka xwe û bi pêş ketin. Ramanên wî, tenê bi Bakur Rojhilatê Sûriyê re bi sînor neman; li hemû Rojhilata Navîn û cîhanê belav bûn. Îro li gelek zanîngehên cîhanê, ramanên Abdullah Ocalan bûne ders. Projeya wî, ji bo gelên bindest, çavkaniya hêviyê ye û li dijî zextên dewletên kapîtalîst alternatîfek e.”
Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê
Semîra Ehmed, bal kişand ser Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Abdullah Ocalan, wê rojê wek ‘Roja Reş’ bi nav kir û wiha domand: "15’ê Sibatê, tenê ne ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên, mirovên ku ji ramanên wî bawer dikin roja şînê ye. Ev komplo ne tenê li dijî kesek, li dijî hemû gelên herêmê yên demokrasî û azadiyê dixwazin hatiye kirin. Abdullah Ocalan, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelan çareseriyê pêşkêş dike. Azadiya wî dikare dawî li şer û krîzên li Rojhilata Navîn bîne. Îro em jin, bi saya wî dizanin em kî ne û azad in. Ji ber vê, em dixwazin azadiya wî ya fizîkî pêk were."
Jin bi felsefeya Abdullah Ocalan şoreşê li dar xistin
Fermandara YPJ’ê Semîra Ehmed, diyar kir ku bi felsefeya Abdullah Ocalan jinan şoreşek mezin li dar xistine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Me jinan bi ramanên Abdullah Ocalan şoreşek li dar xist. Di şopa şehîdên xwe de, bi felsefeya wî em meşiyan. 15’ê Sibatê, em ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû cîhanê roja şînê dibînin û em hêvî dikin ku îsal bibe sala azadiya wî ya fizîkî. Ew rêberê azadiya mirovahiyê ye û em jî wek gelên ku azadiyê dixwazin, di riya wî de dimeşin.”