Fermandara YPJ’ê Azadî Dêrik bi merasîmek hat oxirkirin

Fermandara YPJ’ê Azadî Dêrik ku di encama êrîşa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê li bajarê Dêrik- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat oxirkirin.

Dêrik- Di 11’ê Sibatê de dewleta Tirk êrîşek li ser avahiya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî. Di encama êrîşê de du fermandarên Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Azadî Qendîl û Sorxwîn Dêrsim ku ji şervanên gazî yên şerê li dijî DAIŞ’ê bûn, jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan şêniyên Kantona Cizîrê îro li goristana şehîdan a bajarê Dêrik- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fermandar Azadî Dêrik bi merasîmeke bi heybet li gel du şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD’ê ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, oxir kirin û spartin axê.

‘Lehengên efsaneya Kobanê bûn’

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Gulistan Osman axivî û got “Azadî Dêrik û Sorxwîn Rojhilat du jinên fermandar bûn mîna bi sedan jinên ku ji bo ku nekeve destên çete û neyaran di efsaneya Kobanê de berxwedaniyeke bêhempa dan meşandin,. Jinên me yên şerker her di xeta pêş de têkoşiyan loma dewleta Tirk wan dike armanc. Berxwedaniya gelê Kurd bi pêşengiya jinan hişt ku Rêveberiya Xweser û saziyên wê ava bibin û cîhan ji tarîtiya DAIŞ’ê rizgar bibe. Divê ku cîhan jî bêdeng nemîne li dijî komkujî û qirkirina ku li ser gel û şervanên me tên kirin.”

Federasyona Gaziyên Şer: Em ê têkoşîna şehîdên xwe berdewam bikin

Her wiha li ser navê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Elî jî axivî û got: “Şervan û qehremanên ku li dijî terorê û tarîtiyê şer kirin û parçeyên ji bedena xwe feda kirin ji bo avakirina pergala neteweya demokratîk, bi îxaneta kurmê darê û hêzên navdewletî tên şehîdxistin. Ji bo têkbirina ramanên Rêber Apo êrîşên hov tên pêkanîn. Hevalên me Sorxwîn û Azadî ji bo tevahî Kurdistanê têkoşiyan û canê xwe feda kirin. Em jî soz didin, em ê riya wan bişopînin û bi perwerde û pêşxistinê berdewam bikin.”