Fermandara Gişti ya YPJ’ê Newroz Ehmed: YPJ’ê rengê xwe di şer de diyar kir (1)

Fermandara Giştiya YPJ’ê Newroz Ehmed diyar kir ku di nava qeyîrana heyî de jinan hêzên wan weke çare didîtin û got: “Beşdariya jinan a şer rengek nû da hêzê, da şer û jiyanê. Dema bi cesaret derketin pêş bandor li ser mêran jî kirin û guherînek bingehîn dan çêkirin. Ev hîn zêdetir di dema berxwedana Kobanê de hat dîtin û îsbatkirin.”

“Beşdariya jinan a şer rengek nû da giştî hêzê, da şer û jiyanê”
NEWROZ XOCE
Qamişlo - YPJ a bi cesaret, fedekarî û şerê xwe di raya giştî ya cîhanê de hatiye nasîn û bihîstin 4’ê Nîsana 2013’an weke artêşa xwe ya jinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) avakir. Girêdayî damezrandina YPJ’ê, cîh girtina wan di hemleyên leşkerî yên heta niha çêbûne de û bandora wê hem li ser giştî hêzên leşkerî hem jî li ser civakê Fermandara Giştiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Newroz Ehmed bersiv da pirsên ajansa me.
Di serî de hûn dikarin behsa girîngiya avakirina hêzên leşkeri yên jin li bakûr û rojhilatê sûriyeyê bikin û sedema tevlibûna bi hezaran jinan a nava vê hêzê?
Destpêkê em wekî netew çand, ziman û nasnameya me dihat înkarkirin. Ji bo bi fizîkî jî me ji holê rakin em di komkujiyên mezin re hatine derbaskirin. Di nava van nakokî û pirsgirêkan hemûyan de jin bi nasnameya xwe ya zayendî jî dihat înkarkirn. Jin çi bixwîne, çiqas xwe bi pêş bixe û çi jî bike divê teqez di bin siya bav, bira yan jî mêrek din de be. Ji derveyî aîdiyeta mêr jiyan jê re nehiştine. Her ji bo hinekan razî bike dixebitî û xizmet dikir. Ev nakokiyên ku heta tunekirinê diçin dibûn sedem ku jin têkevin nava lêgerînê. Li gel hemû zehmetiyan jî di dîroka me de jinên wekî Zarîfeyan derketine û li kêleka mêran şer kirine. Ev jî dide nîşandan ku her dem lêgerîn û têkoşîna jinan hebûye. Dema raperînên gelan derketine destpêkê jinên ku herî zêde êş kişandine û ji gelek aliyan ve hatine perçiqandin di wan raperînan de diyarker bûne û derketine pêş. Dibe ku pir bi zanistî nebe, hîn zêdetir bi hêrsa ji zoriyên kişandî be jî di encamê de derdikevin û wê hêrsa xwe nîşan didin. 
Tevî hemû pêşketinên ku di tevahî cîhanê de çêbûne heya niha jî karên leşkerî ji bo jinan ne derbasdar in, li tevahî cîhanê û dewletên pêşketî jî bi heman şêweyî ye. Çawa jina şerker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karibû van tabûyan bişkîne? Bi taybetî jî li cihekî wekî Rojhilata Navîn ku herî zêde adet, teqalîd û eşîrî tê de li pêş e?
Jixwe hemû civak ji pergala heyî bi hêrs e û ji bo wê hêrsa xwe bide dîtin radibe. Li beranberî xwe mirovên ku bi çek êrîş dikin dibînin, ên wan qetil dikin, tecawiz dikin û davêjin zindanan dibînin. Yan wê bê qetilkirin an jî di nava pergala heyî de tê fetisandin û nikare nefes bigire. Ji derveyî mirinê tu riyên din nahêle li pêşiya wê. Ji bo ku jin xwe ji wê rizgar bikin berê xwe dan qadên leşkerî. Her çendî tirs dijiyan, ji ber qadek ji bo jinan nû ye û bi fikarên ‘ez ê xwe çawa biparêzim’ nêz dibûn jî cardin wekî çareyekê didîtin û berê xwe didan qadên leşkerî. Heta dê çawa çek bigrin û çawa xwe biparêzin tu fikra wan tunebû jî careke din tevlibûna şer wekî çare didîtin. Li gel ku li hemberî wê bêderfetiyê yê bi ser de dihat bi çekên giran bûn dîsa jî ev rê dan pêşiya xwe û li hemberî wan û teknîka wan sekinîn. 
Dibe ku despêkê ne bi hejmarê zêde bûn, dîsa jî îsrar hebû û her ku çû jinan ji vê yekê hêz girtin û pê re jî hejmar zêde bû. Di civakên cîhanê de timî şer û leşkerî karê mêran dihat dîtin. Her çendî hinek mînak hebin jî lê wê yekê nedikarî vê rewşa heyî bide guherîn. Her tim nêzîkatiyên wekî jin narîn in, nazik in, şer jî giran e û şîdet tê de heye jin nikarin tê de cih bigrin nîşan didan. Karên zor û giran wekî ku fizîka jinan ranake divê neke dihat dîtin. Êdî dayik jî wisa îqna bûne, bi wê nêzîkatiyê zarokên xwe perwerde dikin û ew bi xwe li ser zarokên xwe didin ferzkirin ku wekî jin nikarin şer bikin û bi tenê nikarin tu karî bikin. Dema derkevin derve fikra wekî ku dê tiştek pir xirab derkeve û nebaş be. 
Bi taybetî di civakên wekî yên me feodal de bi şevê qet nabe derkevin, bi roj jî divê teqez mêrek li kêlekê wan be çênabe bi tena serê xwe derkevin. Civakê jî bi çaveke wekî dema keçek bi serê xwe derkeve derve bê pîvan û exlaq bi çavekî cuda lê dinêrîn. Dema ku malbat û civak zextên wiha li ser jinan dikin êdî ew jî bêçare dimînin û neçar dibin dipejirînin. Di nava van hemû zehmetiyan de jî karê herî giran û zor tê dîtin leşkerî ye ku wekî karê mêran hatiye dîtin derdikeve pêşiyê bi metirsiya gelo ez ê bikaibin nêzîk dibe. Ji ber ku her tişt ji dest hatiye girtin, her çendî xwestek hebe jî metirsiya gelo bikaribim nekaribim heye. Her çendî mînakên di dîrokê de dibihîsin lê ji xwe dûr dibînin, wekî ku wê nikaribin bigihîjin wê astê di nava fikr û metirsiyan de ne. Di nava leşkeriyê de jî wekî ku karê dawiyê  divê jin bikin. 
DAIŞ’ê jî ev hinek da pêş wekî ku jin ji bo xerîzeyê mêr û karên dawiyê bikin dikevin nava şer û artêşê. 
Destpêka avakirina hêzên leşkerî yên jinan tenê wekî balkişandinê dihat dîtin lê piştî derketina şerê dijwar rola jinên şerker hat dîtin, bi taybetî di şerê Kobanê de ev nêrîn hat guherîn hûn vê çawa dibînin û dinirxînin ?
Li hemberî hemû zoriyên derve û nakokiyên jin bi xwe di nava xwe de dijiyan zorî dida çêkirin. Li gel hemû zoriyan jî me ew qalibên zor şikandin û bi guherîna jinan re civak jî hat guhertin. Dema jinan di nava şer de hêza xwe dît, xwe bi rêxistin kir, bi xwe re civak jî ava kir. Ji ber wê ye em dibêjin şoreşa jinan şoreşa civakê ye, guherîna jinan guherîna civakê ye. Beşdariya jinan di nava qadên leşkerî de bi zehmetiyên mezin çêbû. Bi zanebûn nebû, bi demê re ev pêşketin hatin dîtin. Ji eniyên şer heta mecrayên biryargirtinê jinan gav bi gav cihê xwe di hemû qadan de girtin. Beşdariya jinan a şer rengek nû da hêzê, da şer û jiyanê. Dema bi cesaret derketin pêş bandor li ser mêran jî kirin û guherînek bingehîn dan çêkirin. Ev hîn zêdetir di dema berxwedana Kobanê de hat dîtin û îsbatkirin. 
Berî wê rewşa Şengalê jî hebû, hema piştî wê berê xwe dan Kobanê. Çeteyên DAIŞ’ê yên herî hov di dinyayê de êrîş kirin. Herî zêde jî di kesayeta jinan de êrîşî van deveran kirin, jin biçûk dîtin. Şerek bê pîvan û hovane bi ser me de hat. Li hemberî wan hemû êrîşên giran jinan di qadên pêş de cih girtin. Fermandariya şer kirin û şer bi rê ve birin. Dema jinan wiha cesaret û fedakarî nîşan dan êdî bandor li derdorê jî hat kirin. Di pratîka xwe de nîşan dan ku teslîmbûn tune ye. Dema bi pêşengiya Rêvan û Arînê ev hat nîşandan, di nava civakê de pir baş cihê xwe girt û hat dîtin. Bedelên giran hatin dayîn û gelek zor bû, van zoriyan hişt ku civak hîn zêdetir ji şer û berxwedana jinan bawer bike. Di nava civakê de xwedîderketinek hîn zêdetir hat çêkirin. Civakê êdî hêz, pêşengî û bandora jinan dît. Bi çavên xwe dîtin jin çawa di nava şertên herî zehmet de parastinê dikin û jiyanê li derdora xwe didin avakirin. Ev ji bo civakê peyamek girîng bû û bawerî da çêkirin.
Ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû welatên Rojhilata Navîn û cîhanê bû hêvî û bawerî da avakirin. Berxwedan û serkeftina li hemberî hêza herî hov bawerî da avakirin. Şikestina hêzên li paş çeteyan ên ku hebûna xwe di wan de didîtin pêvajoyek nû da destpêkirin. Ji wê û şûnde êdî vebûnek çêbû. Heta pêvajoya berî şerê Kobanê pêvajoya xwerêxistinkirin û perwerdekirinê bû. Ew girîng bû bêguman, ew tunebûya dibe ku şerê Kobanê bi xwe re hêzeke wiha mezin dernexistibûya holê hem di civakê de hem jî di hêzên me yên leşkerî de. Pêvajoya piştî şerê Kobanê jî gelek girîng bû, hêzên me bi xwe re kombûnek dan çêkirin bêguman alîkariya hêzên ji derve jî girîng bû, pê re vebûnek çêbû. 
Wê bidome…