"Fermana 74'an fermana qirkirin û tunekirina koka Êzidiyan bû

Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidiyên Efrînê, Ayşe Sîdo komkujiya Şengalê ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de pêk hatiye şermezar kir û wiha got: "Fermana 74'an fermana qirkirin û tunekirina koka êzidiyan li ser rûyê erdê bû. Jinên Êzidî planên dagirkeriyê bi berxwedana xwe vala derxistin."

HESNA MIHEMED
Şehba- Her dem civaka Êzidî ji dîrokê heya vê serdema me rastî qirkirin, komkujî û tunekirinê tê, ruxmî ku ola Êzidî ola herî kevnar a li ser rûyê erdê ye. Gelê Êzidî di 74 fermanan re derbas bûne ya herî dawî jî di 3'ê Tebaxa 2014'an de bi destên çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin û êzidiyên wê deverê di komkujî û qirkirinê re derbas kirin. Bi hezaran ji jin û zarokan hatin îşkencekirin û qetilkirin, dayikên temenê wan mezin rastî kiryarên dijmirovî hatin û di qefesan de hatin şewitandin, jinên Êzidî li sûkan hatin firotin. Ev ne komkujiya yekem û ne jî ya dawî ye ku Kurd û bi taybetî Êzidî dibin qurbaniya van komkujiyan. Di vê fermanê de xwestin ol, bawerî û civaka êzidî bidin qirkirin. Bi hatina salvegera 7'emîn a komkujiya Şengalê, Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidî ya herêma Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Ayşe Sîdo ji me re nirxandin kir.
"Birîna fermanê nayê jibîrkirin"
Ayşe di destpêka gotina xwe de pakrewanên komkujiya Şengalê bi bîr anî û wiha got: "Em komkujiya 3'ê Tebaxa 2014'an bi bîr tînin. Ola êzidî yekem ol li ser rûyê erdê derketiye û hebûna xwe parastiye lê bi derketina olên din û bi avabûna dewletan xwestin baweriya Êzidiyan tune û qir bikin. 74 fermanên qirkirinê civaka Êzidî tê re derbas bûne lê fermana herî bi êş û azar fermana 3'ê Tebaxê ya bi destên çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê pêk hatiye tu carî birîna wê fermanê nayê jibîrkirin. Tu hêz an aliyên ku bi jiyana demokrasî bang dikin xwedî li êş û birîna Êzidiyan xwedî derneketin. Bi hezaran jin û zarokên me yên Êzidî hatin tunekirin û di komkujiyan re derbas bûn. Berdewamiya êrîş û komkujiya ku li Şengalê pêk hatiye li Efrînê jî xwe careke din dubare kir. Bi hezaran ji jinên Êzidî li sûkan hatin firotin. Dayikên Êzidî yên bi hezaran salan hewl dane çand û ola xwe biparêzin her wiha teslîmkarî qebûl nekirine bi destên çeteyên DAIŞ'ê hatin qetilkirin û di wêrankirinê re derbas bûn, di qefesan de hatin şewitandin. Her dem civaka Êzidî perçiqandine. Bi vê fermanê xwestin deriyê koçberiyê ji civaka Êzidî re vebikin û wan ber bi pişaftinê ve bibin."
"Civaka Êzidî li her deverê tê qirkirin"
Dewleta tirk û çeteyên wê xwestin careke din Kurdan û bi taybetî civaka Êzidî di qirkirinê re derbas bikin loma komkujî û êrîşên li ser Şengalê li Efrînê domandin. Ayşe wiha behsa kiryarên dewleta tirk ên li ser Êzidiyên Efrînê tê kirin dike: "Li Efrînê dewleta tirk û hevkarên wê hemû gor, cihên olî û gundên Êzidiyan hedef girtin û wêran kirin. Yekemîn li Efrînê navenda Yekitiya Êzidiyan kir hedefa êrîşên xwe û ew dever rûxand. Li gundên ku Êzidî lê dijîn mizgeftan li şûna qubeyan ava dikin û bi darê zorê dihêlin Êzidiyên li Efrînê fêrî ola îslamê bibin û terka ola xwe bikin. Efrîniyên ku li Efrînê niha dijîn rojane di qirkirinan re derbas dibin. Kesên ku qebûl nekin fêrî ola Îslamî bibin girtin, revandin, îşkence kirin, qetil kirin."
"Jinên Êzidî planên dagirkeriyê bi berxwedana xwe vala derxistin"
Hêzên ku serî li hemberî dagirkeriyê radikin û dagirkirina xaka xwe qebûl nakin jî rojane rastî êrîşên dewleta tirk  tên. Ayşe got: "Her hêza serî li hemberî desthiladaran netewîne û bindestî qebûl neke rojane rastî qirkirin û êrîşan tê. Dewleta tirk her êrîşî çiyayên azad dike û dixwaze li wir hêzên şervanên azadiyê tune bike. Ew hêz e ku Êzidiyên Şengalê ji kiryar û komkujiyên DAIŞ'ê xilas kiriye. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo heya vê kêliyê civaka Êzidî karibû hebûna xwe ya olî biparêze. Heya vê kêliyê jî cîhan bêdengiya xwe diparêze û hesab ji kujeran nehatiye xwestin. Ruxmî ku dewletên Holanda û Belçîkayê êrîşên li ser Şengalê wek jenosîd pênase kirin jî tu gavên ji bo xilaskirina gelê Şengalê ji qirkirinê nehatine avêtin. Bi riya hedefgirtina îradeya jinên Kurd û derbaskirina wan di komkujiyan re dixwazin îradeya jinên Êzidî bişkînin lê bi fikir û ramana Rêber Apo jinan karibû xwe ji vê qirkirinê biparêzin û planên dagirkeriyê vala derbixin."
"Em careke din rê nadin qirkirin û tunekirinê"
Di dawiyê de Ayşe diyar kir ku ew ê bibin dengê jinên Êzidî û êşa wan ragihînin û wiha domand: "Em wek jinên Êzidiyên Efrînê dê bibin dengê jinên Êzidî û êş û azarên wan ragihînin. Jinên Êzidiyên Şengalê bi fikra Neteweya Demokratîk hebûn û îradeya xwe di nav civakê de îsbat kir û li hemberî dagirkeriyê serî hilda. Ev 7 sal in Şengaliyan xweseriya xwe ragihandine û dev ji Rêveberiya Xweseriya xwe bernadin. Hêzên pêşmerge xiyanetê li gelê xwe kirin û dev ji wan berdan û reviyan. Em li ku derê dibin bila bibin tu carî dev ji ola xwe bernadin. Em ê li Êzidxanê xwedî derbikevin. Êzidî piştî bi hezaran salan ji ferman û qirkirinê rabûn ser lingên xwe û peyam dan ku wê tu carî dev ji xaka xwe bernedin. Bangwaziya me ji rêxistinên Mafên Mirovan, Neteweyên Yekbûyî re heye ku guhên xwe bidin êşa Êzidiyan. Êdî em rê nadin qirkirin û tunekirina ola Êzdayetiyê."