Fermana 3'ê Tebaxê li Şehbayê hate bi bîranîn

Yekîtiya Jinên Êzidî Rojava li Şehbayê bi boneya salvegera komkujiya Şengalê daxuyanî da.

Şehba- Bi hatina salvegera 10'emîn a fermana 74'an a qirkirina Êzîdiyan ku di 3'yê Tebaxa 2014'an li Şengalê Yekîtiya Jinên Êzîdî Rojava li wargeha Serdem a navçeya Ehdasa Şehbayê daxuyanî da. Di daxuayniyê de endamên saziyên kampa Serdem, Kongra Star, Yekîtiya Êzîdiyên Efrîn-Şehba amade bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongra Star, Yekîtiya Jinên Êzdiyên Rojava û pankertên bi nivîsên "Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve" û "Bi bîranîna fermana 3'yê Tebaxê berxwedaniya civaka Êzdî wê dagirkeriyê tune bike" hildan.

Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiay Êzdiyên Efrîn-Şehba Rohilat Dewod ve hate xwendin.

'Rêxistinbûna li Şengalê bû bersiva fermanê'

Rohilat Dewod di destpêka daxuyaniyê de ev tişt anî ser ziman: "Di dirêjahiya dîrokê de Êzîdî rastî 74 fermanan hatine, ya herî dawî jî fermana 3’yê Tebaxê bû, tiştê ku li Şengalê bi destê çeteyên DAIŞ’ê qewimîn ku dîroka hovane ya Osmaniyan e. Dîroka bi êş a 3’yê Tebaxa 2014’an ji bo Şengalê û ji bo hemû Êzidiyan, tevî hovîtiya xwe veguherî xala cudabûnê û rêxistinbûna Êzidiyan, avakirina hêzên leşkerî yên ku yekîneyên jinan û gelan temsîl dike û bû bersiva fermana qirkirinê."

'Li dijî qirkirinê îradeya xwe xort bikin'

Rohilat Dewod diyarkir ku li dijî her cure qirkirinê divê xwedî îrade bin û wiha dawî li daxuayniyê anî: "Divê were zanîn ku zîhniyeta hovane ya Osmaniyan, bi sûcên hovîtiya li Efrînê û li Şengalê pêk tên, ji aliyê dewleta Tirk ve berdevam dike. Li hemberî van hemûyan jî divê em li hemberî her cure qirkirinê bibin xwedî îradeyeke xurt û rêxistineke bi bandor û em hewl bidin ku dengê civaka xwe bigihînin bihîstin û mafên xwe biparêzin.. Divê em layiqî bîranîna şehîdên fermanê bin."