Ferît Şenyaşar: Em hemû parêzvanên mafan vedîxwînin danişînê

Ferît Şenyaşar 780 roj in çalakiya Nobeta Edaletê berdewam dike. Danişîna doza ku wê sibê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê dîtin bi bîr xist û banga tevlibûnê kir û got: “Em hemû kesên parastina mafan dikin vedîxwînin danişînê.”

Riha – Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku du kur û hevjînê wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsa Rihayê ji aliyê cerdevan û xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wî Ferît Şenyaşar ê ji êrîşan bi birîndarî xilas bû, berdewam dike.

Ji ber rpirsgirêkên tendirustiyê îro Emîne Şenyaşar beşdarî Nobeta Edaletê nebû nobetê Ferît Şenyaşar domand. Li ber Edliyeya Rihayê û li ber pankarta ‘Ji Malbata Şenyaşar re edalet’ nivîsîbû Nobeda Edaletê di roja 780'an de berdewam kir.

‘Edaleta ku 5 sal in nehatiye

Ferît Şenyaşar di çalakiya Nobetê de axivî û got: “Edaleta ku 5 sal in nehatiye û têkoşînek ku 5 sal in didome…Zilma ku 5 sal in didome, 5 sal in li dozê tê nêrîn lê bele 20 dadger û 4 caran heyeta dadgehê hat guhertin…Sibê careke din danişîna me heye, piştî biryara hevgirtina dozên ‘cihê kar’ û ‘nexweşxaneyê’ danaşîna yekeme ku sibe were dîtin.”

 ‘Dozger tişta pêwîst nakin’

Ferît Şenyaşar diyar kir ku ew dizanin niha hemû daraza Tirkiyeyê di bin destên desthilatdariyê de ye û got: “Heyeta dagehê û dozger hemû rastiyê dizanin lê bele ji ber di vê mijarê de ji ber desthilatdariyê darazê dîl girtiye, dozger tişta pêwîst nakin.”

Banga beşdariya danişînê

Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku wê di hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê de gel bi îradeya xwe biçe ser sindoqan û banga beşdariya danişînê kir û wiha got: “Ji ber edalet pêk nehatiye, em têkoşîna xwe berdewam dikin. em hemû parêzavanên mafan vedîxwînin danişîna xwe ya sibê.”

Pêvajoya dozê

Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ku êrîşê cihê karê Şenyaşaran kirin heta Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê berdewam kiribûn Adil Şenyaşar, Celal Şenyaşar û  Hecî Esvet Şenyaşar li ber çavên her kesê hatin qetilkirin. Doza der barê komkujiya ku malbat rastî hatî, li ruxmê ku êrîş di heman rojê de hatiye kirin jî ‘cihê kar’ û ‘nexweşxane’ dabeşî du beşan hat kirin.

Di doza ‘nexweşxaneyê’ de der barê 19 bersûcan de ji ber Hecî Esvet Şenyaşar û Adil Şenyaşar qetil kirin, Ferît Şenyaşar û Memet Şenyaşar birîndar kirin daxwaza cezayê girtîhê hat vekirin. Piştî itiraza malbata Şenyaşar 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletî di biryara piştî navberî de doza nexweşxaneyê ji aliyê dadgeha îstînafê ve hat xirakirin û biryar dan ku bi doza ‘cihê kar’ re bikin yek, careke din dozê şandin 3’emîn Dadgeha Cezayê giran a Meletiyê. Piştî yekkirina herdu dozan danişîna yekem wê sibê di saet 9:30’an de li 3’yemîn Dadgeha Cezayê giran a Meletiyê were dîtin.