Ferîda Îbo ya ji Kongra Starê: Li dijî dagirkeriyê têbikoşin

Di nava meha Gulanê de li Efrîna dagirkirî 52 kes di nav de 4 jin ji aliyê dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê ve hatine revandin û bi sedan darên herêmê hatine birîn û şewitandin.

HESNA MIHEMED

Şehba- Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyeyê kiryarên dagirkeriya dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê yên li Efrîna dagirkirî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya meha Gulana sala 2023'an eşkere kir ku di mehekê de 53 kes jê 4 jin hatine revandin, kesek hat kuştin û zêdetirî 900 dar hatine birîn. Di heman demê de du avahiyên mêtingeriyê hatin avakirin yek li navçeya Şêrewayê bi piştgiriya komeleya Destên Spî û ya din li Çiyayê Lêlûnê. Ji xeynî raporê, di 6 û 11’ê Gulanê de endamên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk tecawiz li 2 zarokên 10 û 14 salî kiribûn û jinek 20 salî revandin.

Koordînasyona Kongra Star Efrîn-Şehba Ferîda Îbo der barê kiryarên dagirkeriyê li Efrînê axivî.

52 kes jê 4 jin di mehekê de hatin revandin

Ferîda Îbo qala kiryarên dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrîna dagirkirî kir û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Piştî Efrîn ket bin serweriya dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê kiryarên dijmirovî li ser welatiyên Efrînê û bi taybetî li ser jinan heya vê kêliyê bênavber, tên meşandin. Dagirkeriya deweta tirk bi riya çeteyên xwe dixwaze welatiyên resen ên li Efrînê mane deriyê koçberiyê ji wan re vekin ew jî bi riya meşandina kiryarên xwe. Bi hincetên cur bi cur û derew gel binçav dikin û dîl digrin her wiha ji bo serbestkirina wan fîdyeyan ji malbetan dixwazin. Di heman demê de ew di îşkenceyên cur bi cur re derbas dibin û rastî binpêkirinên dijmirovî li girtîgehên çeteyan, tên. Di meha Gulanê tenê 52 kes di nav de 4 jin hatine revandin û kiryar der heqê wan hatin meşandin. Qetilkirina kesekî. Beriya çend rojan jî di encama pevçûnên ku li Efrînê rû dane jinek bi temenê mezin jiyana xwe ji dest da. Mirov li Efrînê bi tirs dijîn û nikarin bi serbestî tev bigerin. Zextên ku li Efrînê tên kirin tenê ji bo welatiyên mayî terka axa xwe bikin û koçber bibin."

Nasnameya Efrînê tê çewisandin

Di nava gotinên xwe de Ferîda Îbo behsa guhertina demografîk ê li Efrînê tên meşandin kir û wiha pêl da gotinên xwe: "Kiryarên dagirkeriyê li ser xweza û dîroka herêmê jî tên meşandin. Bi qutkirina daran û şewitandina wê tê wateya guhertina demografîk a herêmê. Her wiha di nava çeteyan de malên welatiyên resen bi rêjeyên gelek buha tên firotin û kirîn. Avakirina avahiyên mêtingeriyê li Efrînê jî guhertinek demografîk a Efrînê ye. Ew jî bi alîkariya komeleyên bi navê 'Destên Spî' û komeleyên Kwêtî û Qeterî yên ku ketin nava xefika dewleta tirk a dagirker. Bi armanca bicihkirina gelê ji derveyî reseniyên Efrînê û tunekirina nasnameya Kurdên Efrînê li wê deverê. Li Efrînê ziman veguheriye zimanê Tirkî, di heman demê de pereyên ku tên bikaranîn jî Tirkî ne yanî tiştên ku nasnameya Efrînê xuya dike hatine tunekirin. Hemû cihên dîrokî, arkeolojîk û goristanên pakrewanan hatin wêrankirin. Kesên ku dixwaze xwedî li erd û milkên xwe derkevin rastî, binpêkirin, destdirêjî û kiryarên dagirkeriyê tên."

‘Li hemberî dagirkeran axa xwe biparêzin’

Banga Ferîda Îbo ji welatiyên resen ên li herêmê mane û li ber xwe didin li dijî dagirkeran ku berxwedana xwe bidomînin ji ber axa Efrînê ya Efrîniyan e û wê vegerin cihên xwe û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Banga me ji bo xelkê resen ê li Efrînê dimîne ew e ku li hemberî dagirkeran hewl didin axa xwe biparêzin, bila dev ji berxwedana xwe bernedin ji ber ku axa Efrînê ya Efrîniyan e. Em jî li ser axa kantona Şehbayê berxwedana xwe bi her cureyê ji bo vegerek bi rûmet li ser cih û warên xwe, bênavber berdewam dikin. Mayîna wan li Efrînê ji xwe berxwedanî û tekoşîn e."