Feraset û destdîrêjiya DAIŞ û HTŞ’ê li ser kar e – GOTAR
ARZÊBA BOTAN
Ji salên 1990’an ve heya roja îro şer û geşedanên ku li Rojhilata Navîn diqewimin, wekî Şerê Cîhanê yê sêyemîn tên pênasekirin. Piştî şerê Kendavê ku di sala 1991’ê de destpê kir û mudexeleyên leşkerî û siyasî li ser Rojhilata Navin, li ser çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî van salên dawî li ser Rojavayê Kurdistanê nesekinîn. Di sala 2001’ê de bi êrîşa li ser Kûleyên New Yorkê re Emerîkayê di bin navê “şerê dijberî terorîzmê” de El Qaîdeyê li hemberî Talîbanê Efganistan dagir kir. Serhildanên gelan ên li welatên Ereb ên wekî Tûnis-Misir-Lîbya-Sûriye ku weke Bihara Ereban di sala 2011’an de destpê kirin û şûnde hêzên hegemonîk bi pêşengiya DYE’yê xwe li Rojhilata Navîn bicih kirin. DAIŞ’ê, weke berdewamiya van êrîşan xwe bi rêxistin kir û di bin navê îslamê de zemînê êrîşan ji xwe re rewa kir.
Di sala 2014’an de bi êrîşên li ser Rojava û bi taybetî jî li ser Kobanê û êrîşên qirkirinê li ser jinên Êzidî, di bazarên koleyan de firotina jinan, cariyekirin, tecawiz û komkujiyan re; êrîşek li ser çanda jin dayîkê ya ku hê jî zindî ye hat pêşxistin. Gelê Kurd bi salan e xwedî têkoşîneke rêxistinî û pêşengiyê ye, ji vê pêvajoyê sûd girt û şoreşa Rojava li dar xist. Şoreşa Rojava ku weke Şoreşa jinan hat binavkirin, veguherî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Hêza bingehîn a li dijî DAIŞ’ê li ber xwe da, bi hezên Kurd, bi taybetî jî bi hêzên YPJ’ê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê feraseta hovane têk bir. Sedema êrîşên li ser sembolên jinên Kurd jî ev yek bi xwe ye.
Dixwazin ji Rêber Apo paradîgmaya azadiyê û ji tevgara jinên Kurd tolê bigrin
Di 2021’ê de DYE’yê Efganistan radestî Talîbanê kir û paşve vekişiya. Di Mijdara 2024’an de HTŞ’a ku berdewamiya El Qaîdeyê Helebê bi dest xist, di 8 rojan de gihîşt Şamê û Colaniyê ku wek terorîst lêgerîna wî hebû, pere ji bo serê wî dihat dayîn weke Ehmet Şara anîn ser dewletê. Pergala hegemonîk ku DYE-Îngîltere û Îsraîl serê wê dikşînin a xeta netew-dewletê li dijî xeta netewa demokratîk ku gelên bindest, bawerî, çand, jin û hemû beşan bi azadî digihîjîne hev, xwişkîtî-biratiya gelan e. Dijminê paradîgmaya netewa demokratik û pergala entegrasyona demokratîk ku xwe dispêre konfederalîzma demokratîk, li dijî azadiya jinan û modernîteya demokratîk e. Ji ber vê beşên Îslamgir ên paşverû, ên îmalkirî dixwazin ji Rêber Apo, paradîgmaya azadiyê û ji tevgara jina azad tolê bigrin. Bandora şoreşa azadiya civakî û Şoreşa jinê ji Kurdistanê heya Rojhilata Navîn û cîhanê belav bû. Di navbera êrîş û dijminahiya civakê de ku bi destên HTŞ’ê li ser Elewî, Şiî, Durzî, Kurd û li ser jinan tên meşandin de tu ferqa van kiryaran ji polîtîkayên Talîbanê tune ye. Dixwazin li dijî têkoşîna Rojava ya 13 salan ku bi îdiaya azadiya gelan û baweriyan didome, nêveng û eniya azadiyê ya hatiye pêşxistin, bi koletî û paşverûtiyê serwer bikin. Tirkiyeya ku naxwaze li herêmê îradeya Kurdên azad serwer bibe, bi çand û hişmendiya netewa demokratîk ji bo xwişkîtî-biratiya gelan çênebe, planker û rêveberê van êrîşan bû. Li tu cihê Kurdistanê hebûn û statuya Kurd naxwaze.
Di heman demê de li dijî netew-dewlet û hişmendiya desthilatdariyê ku polîtîkayên înkar û îmhaya asîmîlasyonîst esas digre Rêber Apo çareseriya netewa demokratîk û herî dawî jî entegrasyona demokratîk bi pêş xist. Ev rêbazê ku bi rêveberiya xwe cihê giştî gelên heremê di nava xwe de dihewinê, li herem û cîhanê bersivek girîng girt. Di serî de Şoreşa Rojava li hemû Kurdistanê û li Rojhilata Navîn zemînê netewa demokratîk, azadiya jinan û jiyana azad çêbû. Heviyên jiyana azad ên jinên cîhanê û gelên bindest mezin kir. Li Heremên Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser bingeha netewa demokratîk rêxistinbûna gelan û mirovahiyê bi şênberbûna paradîgmaya modernîteya demokratîk re ji bo hemû gelên bindest bû heviyek mezin. Lê belê dijberî van hewldanên Rêber Apo bi alîkariya hezên hegemon û bi plansaziyên bîrdozî, polîtîk û bi êrîşên hovane komên çete yên di bin navê artêşa Sûriyeyê de êrîşê Rojava kirin.
Xwestin li hemberî paradîgmaya netewa demokratîk bêbaweriyê bi pêş bixin
Her wiha bi taybetî bi şerê taybet û bi şerê derûnî xwestin li hemberî paradîgmaya netewa demokratîk bêbaweriyê bi pêş bixin. Komên çete ku bi hişmendiya nijadperestî, talan û bi hovîtiya destdirêjiyê hatibûn perwerdekirin û birêxistinkirin, hinek eşîrên ku bi van çeteyan re tevdigerin jî xwestin gelê Ereb bixin nava xefka netewperestiyê û bêbaweriyê li hemberî yekitiya gelan û jiyana hevpar çêbikin. Bi taybeti hinek eşîrên Ereb ên netewperest, hov û paşverû ku bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re di bingeha konsepteke hevpar de bi awayekî zanebûn li bajarê Hesekê aloziyan derdixin û nêzikatiyên nijadperest bi taybetî jî bi hişmendiya destdirêjiye êrîş dikin. Di vê pêvajoyê de roleke wisa ji wan re hatiye diyarkirin û bi vê hişmendiyê ew derxistine pêş.
Bêdengiya saziyên mafên mirovan a li dijî lîstikên qirêj
Êrîşên ku îro tên meşandin gihîştine merheleyeke wisa ku di asta herî jor de nûnertiya şaristaniya merê serdest dike. Ev pergala mêr, îro bi kapîtalîzma herî hov êrîşê mirovahiyê dike û destdirêjiyê li ser jin û zarokan dike. Ev rewş, ji bo cîhan û mirovahiyê mirov dikare wekî pirsgirêka man û nemanê pênase bike. Niha di her qonaxa nû ya şerê cîhanê yê sêyemîn de komkujî çêdibin; li ser civakê, li ser çand û exlaq êrîş bi pêş dikevin û jin û zarok tên kuştin. Bi taybetî jin rastî destdirêjiyê tên û bi tundiyê re bi rûbirû dimînin. Dema vê rastiyê dibînin mirov fêm dike ku argûmanên mafên mirovan û hiqûqa navnetewî jî bê qîmet bûne, naveroka wan bi temamî hatiye valakirin. Ruxmê ku hemû cîhan hişmendiya DAIŞ’ê ya li hemberî jinan dizane jî saziyên ku weke mafên mirovan û saziyên hûqiqî tên zanîn, tiştek nakin. Her wiha hezên hegemon ku heman hişmendiyê parve dikin, ji bo berjewendiyên wan nekevin xeterê dengê xwe qet dernaxin. Jixwe wekî ku tê zanîn xwediyê vê projeyê, feraset û hişmendiyê hezên hegemon bi xwe ne. DAIŞ û komên çete yên ku ava kirine heya îro bi navên cuda derdikevin holê û dibin bela serê mirovahiyê.
Jinên Kurd derba herî mezin li vê hişmendiya kujerê kastîk xistin
Wekî tê zanîn DAIŞ rexistineke radîkal a terorê ye, li ser bingeha bîrdoziya cihadist hatiye avakirin. Ev rêxistina ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtiye, bi taybetî jî hişmendiya ku heya îro li Sûriye û Rojava hebûna xwe veşartî ye, bi van êrîşan dawî re xwe eşkere kir. Jixwe hişmendiya DAIŞ’ê bi rêbazên tundî, komkujî û zilmê tê nasîn. Bi taybetî di vê pevajoya entegrasyonê de li ser sembol û nirxên civaka Kurd bi hişmendiya mêrên serdest destdirejiyê li ser jinan dike. Ev hişmendiya ku îro destdirêjiyê dikê, di rastiya xwe de binketina xwe ya li hemberi jinên Kurd hezim nake û bi hovane êrîş dike. Ji salên 2014’an heta 2017’an ên ku li hember vê hişmendiya hovane herî zêde şer kirin, li ber xwe dan jinên Kurd bûn. Jinên Kurd şer kirin û mirovahiyê ji vê destdirêjiya derexlaqî xilas kirin. Têkçûna vê hişmendiya nijadperest û hov a herî mezin li ser xaka Kurdistanê destpê kir û jinên Kurd derba heri mezin li vê hişmediya kujerê kastîk xistin.
Di heman demê yek ji armanca van hezên tarî jî pêşxistina pevçûna Kurd-Ereb, serwerkirina xeta netewperestiya paşverû û valaderxistina paradîgmaya Rêber Apo ye. Li ser vê bingehê xwedîderketina li Rojava, li dijî qirkirinê, pêşxistina berxwedaniyek hevpar û parastina destkeftiyên şoreşa jinan li her cihî seferbûna gelê Kurd pêwîst dike. Li hemberî entegrasyona demokratik netewperestên paşverû, bi taybetî HTŞ hewl dide vî ruhê yekîtiya gelan vala derbixe û li gorî berjewendiyên xwe bikar bîne. Çeteyên HTŞ’ê bi awayekî objektîf bêbaweriyê li hember pêvajoyê û paradîgmaya netewa demokratik derdixin pêş da ku hişmendiya destdirêji û nêzîkatiyên hovane bixin meriyetê. Ev meyla ku veguheriye bêbawerî û bertekan, li hemberî gelê Kurd û jinên Kurd, hişt ku di asta destdirêjiyê de êrîşê nirxên Kurdan bikin. Weke gelê Kurd û Ereb ger hişmendiya desthilatdariyê neyê derbaskirin wê ev nêzikatî bikevê xizmeta plansaziyên hişmendiya DAIŞ’ê. Ev pêvajoya êrîşên ku li Rojava û bi taybetî jî li Hesekê çêbûn hê berdewam dike pêwîste aliyên berpirsyar lêborîna xwe ji gelê Kurd û ji jinên Kurd bixwazin û bi awayekî lezgîn tevlîheviya heyî derbas bikin. Li bajarên Rojava Kurd, Ereb, Suryan, Asur gelek gel bi hev re dijîn. Ger em entegrasyona demokratîk li van deran mayînde nekin em ê dîsa bi xetera pevçûna di navbera gelan re rûbirû bimînin.
Divê jin û civak rê nedin hêzên nijadperet ên tecawizkar
Êrîşên ku îro li Hesekê derdikevin û bi taybetî jî bûyera 13 Cotmehê rû da heman hişmendiya destdirejiyê ye. Li ser wêneyê hevala Sara (Sakîne Cansiz) nêzikatiyên çeteyên HTŞ’ê yên derveyî exlaqê civakê ye û destdirêjiya ku tê kirin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Di heman demê de li dijî êrîşên dewleta çetegir ku li Rojava zêde dibin, têkoşîn û berxwedaniyek bêhempa pêwîst e werê pêşxistin. Divê weke jin em qiyametê rakin û vê yekê bi vî awayî hesan ji bîr nekin. Mafê tu kesê û tu hêzê tune ye bi vî awayî destdirejiyê li ser şoreşgera Kurd a jin bike. Li hemberî van kiryarên hovane ku ji derveyî çand û exlaqê civakê ne; li ser civakê ferz dikin divê tekoşînek radîkal bê meşandin. Bi taybetî li hemberî hezên tarî yên ku bi destên kes û saziyan tên birêxistinkirin di serî de jin pêwîst e civak helwesta xwe diyar bike. Li derdora şoreşa gel û jinan bi hevgirtin û berxwedanek bi ruhê Sakîne Cansiz ku ji nû ve zindî dibe, têkoşîna xwe bilind bikin û rê nedin van hêzên nijadperest ên tecawizkar.