Femînîstên Lubnanê xwestin zaganên rewşên kesane werin guhertin

Jinên ku di warê xebatên femînîst de navdar in gotin ku 8’ê Adarê ne rojek e ji bo pîrozkirina destkeftiyên jinan e, derfetek e ku têkoşîna jinan a di dîrokê de bi bîr bînin û daxwaza mafên xwe bikin.

SUZAN EBO SEID

Beyrûd- Jinên Lubnanê teqez kirin ku 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê derfetek e ji bo têkoşîna jinan a bi sedan salan bi bîr bînin, bi taybetî jinên Lubanên yên ku ji dîrokê heta niha daxwaza mafên xwe yên zagonî dikin.

‘Navê keça şahê bajarê Sor li Ewropayê danîn’

Balyoza Niyetên Baş a UNISCO’yê Meha El-Xelîl Şelebî got: “Navê gelek jinên ku rola wan di dîrokê de giranbuha bû derketin pêş. Li vir ez dixwazim vegerim dîroka bajarê Sor ku ez jê me, du jinan li Sor mohra xwe bi taybetî li dîroka şaristaniyan û netewan xistine. A yekem Ewropa ye, ew keça şahê Sor e, ji berava bajarê Sorê dest pê kir û bi taybetmendiyên xwe yên cuda xwe îsbat kir loma navê wê li parzemîna Ewropayê danîn, ji ber rola wê ya girîng ku di dîrokê de lîst. Jina duyem jî Êlîsa ye keça şahê Sor e û damezrînera Qurtaj û Xatuna wê ya yekem e.”

‘Pêdiviya jinên Lubnanê û cîhanê bi têkoşîna hevbeş heye’

Meha Şelebî wiha didomîne: “Rola jinan mezin e, di salên borî de bi taybetî ji dîroka Lubnanê diyar bûye. Jinên Lubnanê tevlî şoreşa 2019’an bûn û îsbat kirin ku ew dikarin rola xwe baş di navendên biryardayînê de bilîzin. Di Roja Jinên Cîhanê de hêvî dikin ku jinên Lubnanê hemû mafên xwe bigrin. Ji bo wê divê hevkariyek hebe, pêdiviya jinên Lubnanê û cîhanê bi piştgirî û têkoşîna hevbeş heye.”

‘Li Lubnanê di warê zagonên mafên jinan de kêmasî hene’

Seroka Komeleya Xanimên Rêheval, Ferîde Milhêm El-Reyês Roja Jinên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û got: “Bi hêviya ku hemû jin mafên xwe bigrin, kêmasî di warê mafên jinan de li Lubnanê hene bi taybetî di warê zagonan de.”

Ferîde Milhêm El-Reyês ji hikumetê xwest mafên jinên Lubnanê di hembêzkirina zarokên xwe de bide wan û zewaca zarokên keç qedexe bike da ku diyardeya zewaca di temenê biçûk de tunebe. Her wiha xwest zagon bên sererastkirin û hin bendên li dijî jinan ji nû ve bên nivîsandin, bi taybetî yên girêdayî beşdariya jinan a xebatên siyasî.

Bi Meclisa Jinên Ereb hewl didin jinan li hemû welatan bikin xwedî hêz û îrade

Seroka Meclisa Jinên Ereb Lîne El-Dexlawî Mikerzêl jî got: “Bi riya karê xwe di Meclisa Jinên Ereb de, min bang li hemû endaman kir ku jinan di hemû welatan de xurt bikin û piştgiriya wan bikin saziyên jinan ava bikin û dest bi projeyên biçûk û mezin bikin.”

Lîne Mikerzêl axaftina xwe wiha didomîne û dibêje: “Di Roja Jinên Cîhanê de ku pîrozbahî ye ji bo hemû jinên cîhanê, em bi bîr tînin çiqas jinan êş kişandine û li ber xwe dane, xebitîne ji bo bigihîjin armancên xwe di xurtkirin, xwendin û necudakariya navbera herdu zayendan de. Em hewl didin armancên ji bo pêşveçûna domdar pêk bînin da ku newekheviyê di sala 2023’yan de tune bikin.”

Bi komeleya ku di sala 1976’an de hatiye damezirandin derfetên kar ava dikin

Seroka Komeleya Nameya Civakî ya li bajarê Aliya, parêzer Amal El-Reyês jî wiha got: “Bi riya Komeleya Nameya Civakî ku di sala 1967’an de hatiye damezrandin hewl didin ji bo jinan derfetên karên berhemdar ava bikin û alîkariya jinan bikin da ku tevli hemû waran bibin, çalakiyên komeleyê yên çandî û civakî gelek in.”

Bi boneya Roja Jinên Cîhanê, Amal El-Reyês hemû jinên Lubnanê û cîhanê pîroz kir û got: “Ez dibînim ku hemû roj yên jinan in divê têkoşîn berdewam bike û zagon û hişmendî bên guhertin da ku em xwe ji qeyd û bendan azad bikin.”