'Naxwazin rastiya li pişt mirina Dîna derkeve holê'

Doza der barê qetilkirina xwendekara zanîngehê Dîna ya Gabonî hat vekirin, hat taloqkirin. Femînnîstan ji bo Dina bal kişandin ku naxwazin rastiya li pişt mirina Dîna derkeve holê û gotin: “Em tu carî destûrê nadin bêcezatiyê.”

Navenda Nûçeyan- 3’yemîn danişîna doza der barê qetilkirina xwendekara zanîngehê ya Gabonî  Jeannah Danys Dinabongho Ibouanga ku li mêrga Filyosa Karabukê cenazeyê wê hatibû dîtin, duh pêk hat. Danişîna ku li Dadgeha Cezayê Giran a Karabuk hat dîtin, ji derveyî malbat û parêzerên Dîna ku ji Gabonê hatibûn, femînîstên ji bo Dîna, Sefîrê Gabon û parlamenterên DEM Partî Burcugul Çubuk û Ozgul Sakî amade bûn.

Dayik Jessica Sandra: Em dixwazin edalet pêk were

Di danişînê de dayika Dîna Jessica Sandra Makemba Panga Ibouanga bi riya tercuman axivî û got: “Em bawer dikin ku hûn ê edaletê pêk bînin. Giliyên me berdewam dikin. Em ji Gabonê ji bo dîtina edaletê hatin Tirkiyeyê. Em dixwazin demek ji ya din zûtir edalet pêk were. Em diçin û tên nagihîjin encamek, zaroka me mir lê encam nîn e, em dixwazin encamek were girtin, em edaletê dixwazin.”

Bav Guy Serge: Min keça xwe şand xwendinê lê min cenazayê wê yê di nava darbestê de girt

Bav Guy Serge Ibouanga da zanîn ku ji bo edalet pêk were tên Tirkiyeyê û diçin lê belê tu encamek negirtine, tiştên ku Dîna beriya were qetilkirin jiyane bi bîr xist û wiha got: “Ez êdî ji bo keça xwe edaletê dixwazim, eşkere ye fail li cihê bûyerê bû. Min keça xwe şand xwendinê lê di nava tabûtê de min cenazeyê wê girt.”

‘Hê di aliyê keşifkirinê de biryar nehatiye dayîn’

Ji parêzerên Dîna Rabia Gundogmuş wiha got: “Hê di dosyayê de di aliyê keşifkirinê de biryar nehatiye dayîn. Em dixwazin ji wezaretê were pirskirin.” Parêzer Gulyeter Aktepe da zanîn ku divê di bodroma apartmana Han de keşif were kirin û divê girêdana bi gumanbarên din re were lêkolînkirin û ev tişt got:

“Em hemû ji bajarên cuda hatin. Li vê derê heta em hatin edliyeyê me pirsgirêk jiya, ez daxwaza xwe ya keşfe pêşkêş dikim. Divê rola Dursun A. Li cihê bûyerê diyar bibe divê were keşifkirin. Tenê ev keşif têrê nake. Heta tiştên ku di navbera li mêrga Filyos û di bodroma apartmana Han de hatin jiyîn dernekevin holê wê ev doz negihîje heqîqetê.”

Parêzer Buşra Altinok pirsgirêkên ku xwendekar li Karabukê dijîn anî ziman û got: “Di danişîna borî de nîqaşa netewperest li Karabukê çêbû. Ez daxwaz dikim ku daxwazên hevpîşeyên me werin erêkirin û rewşa kiryar a girtî berdewam bike.”

Parêzerên kiryar xwestin ku derbasî qonaxa biryarê bibin!

Piştre bersûc Dursun A. sûc red kir û got: “Ên ku navê wan derbas bûne nas nakim. Ez çar caran li komîseriyê geriyam telefon venekir. Bila destpêk û piştî vê bûyerê were lêkolînkirin. Tiştek din bibêjim nîn e.” Parêzerên bersûc jî wiha gotin: “Me fam kir ku pêvajoya danişînê berdewam bike wê muwekîlê min girtî bimîne. Em dixwazin doz bigihîje qonaxa biryarê. Keşif were kirin jî wê sûdê nede dozê. Em dibînin 3 kesên ku di dozê de weke şahid hatin guhdarkirin reviyane derveyî welat. Em dixwazin dest ji keşifkirinê were berdan û muwekîlê me were berdan.”

Biryara berdewamiya girtina bersûc hat dayîn

Dadgehê biryar da ku şahidek bi zorê bînin, sê gumanbarên din ên mêr lêpirsîna wan sûdê nadin dadgehê, doz taloqî 5’ê Tebaxê hat kirin. Dadgehê biryar da rewşa bersûc Dursun A. Berdewam bike.

Femînîstan ji bo Dîna li ber edliyeyê bang kirin

Femînîstan ji bo Dînayê piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyanî dan. Li ser navê komê Damla Uyar daxuyaniyê xwend û diyar kir ku tevî salek derbas bûye jî tarîtiya li pişt mirina Dîna nehatiye ronîkirin û wiha jat gotin: “Heyeta dadgehê ji destpêkê ve heta niha bûyerê weke bûyerek edlî digre dest. Naxwazin hêza li pişt cînayetê were lêpirsînkirin. Ji bo lêpirsînek aktîf nede destpêkirin li ber xwe didin. Kuştina Dîna divê weke bûyereke edlî neyê nirxandin, ji ber riya diçe cînayetê ji aliyên têkiliyên nijadperestî û patriyaka ve tije bûye. Tu baweriyek me nemaye ku heyeta dadgehê lêpirsînek adilane bike.”

‘Divê tenê weke bûyerek edlî neyê nirxandin’

Damla Uyar îşaret bi nijadperestiya li Karabukê kir û wiha got: “Dîna hem di atmosfera nijdperestî û hem jî ji ber ku jinek koçber bû, di encama tundiya sîstematîk a mêr de hatiye kuştin. Ji bo rastî derkeve holê divê gumanbar di çarçoveya nijadperestî de were nirxandin, berovajî wê her dem darizandin dê kêm bimîne.” Damla Uyar destnîşan kir ku divê mirina Dîna weke tenê bûyereke edlî neyê nirxandin û wiha got:

“Em balê dikşînin ku em li gel xwendekarên jin ên koçber ên li Karabukê ne. Em ê tu carî destûr nedin bêcezatiyê em vê careke din jî bi bîr dixin.”