Femînîstan di semînerek de behsa berxwedana jinên Cezayîrê kirin

Di 11’ê Kanûnê de semînerek der barê berxwedana jinên Cezayîrê de di bin dirûşma "Jin û şoreş" de Komeleya Jinan bi hevkariya Nivîsgeha Neteweyî ya Çand û Ragihandinê, bi boneya 61'emîn salvegera bûyerên 11'ê Kanûna 1960'î, li dar xist.

 
Cezayîr- Têkildarî semînera ku ji aliyê Komeleya Jinan ve hat organîzekirin, damezrînera komeleyê Nafisa Harsh ji ajansa me re wiha got: "Mafê civakê heye ku bizane jinên Cezayîrê di şoreşa Cezayîrê de çi kirine û 11’ê Kanûnê jî yek ji xalên şoreşê ye."
Lêkolîner û civaknas Fatima Oseddik, der barê bandora 11’ê Kanûnê ya li ser dîroka tevgera jinan de dersek da û gelek şahidî pêşkêşî şervanên jin û keçên şehîdên şoreşê kir. Wekî Jamila Briki ya ku beşdarî organîzekirina xwepêşandanên 11’ê Kanûnê bû. Wê da teqezkirin ku jin ji mêran zêdetir di parastin û têkoşîna rizgariya welat de cih girtine.
Fatima Oseddik got: "Jin li her derê bûn, her kesê ku dibêje jin tenê ji bo alîkariyê hatine, şaş Jin bi xwe bi dijmin re rû bi rû mane. Doza azadî û wekheviyê ev demeke dirêj e doza me ye. Heta keçên di 18 û 19 saliya xwe de malên xwe terikandin ji bo şer bikin, wek Salima Bouaziz, ku tevgera femînîst organîze kir, Mamia Chentouf û Saliha Wasthithi. Jinên Cezayîrî weke nûnerên dîrokî û têkoşerên mafên mirovan û mafên jinan xwedî roleke siyasî ya bi bandor in.”
“Ez bi şehdadeta jinên têkoşer fêrî dîrokê bûm”
Her wiha romannivîs û lêkolînera dîroka tevgera neteweyî Nujoud Qalouji bi gotarekê li ser şehadeta jinên têkoşer di şerê rizgariyê de beşdarî semînerê bû û wiha got: "Ez bi şehadeta şervanên jin ên di şoreşê de cih girtibûn fêrî dîrokê bûm. Ez her tim difikirîm ku şoreş Jamila Bouhired e lê dema ku min zêdetirî 20 şehadetên tomarkirî yên jinên têkoşer ên beşdarî şerê rizgariyê bûne berhev kir, min fêm kir ku min dîrok baş nexwendiye û min bêtir li ser dîroka jinan û rola wê di tevgera neteweyî de lêkolîn kir. Di encamê de gihiştim gelek agahiyan, ji wan cihên ku şervanên jin piştî serxwebûnê girtine.  Min kêm nav dîtin ku bûne xwedî meqamek an pozîsyonek biryargirtinê.”
“Ez hewl didim serpêhatiya şervanên jin ên di şoreşa Cezayîrê de ragihînim”
Derhênerê fîlma "Jin û şoreş" Mohamed Lamine Mughnien der barê mijar û navê fîlmê ku bi boneya salvegera xwepêşandanan hat nîşandan de got: "Min xwest ronahiyê bidim şervanên jin ên ku di aliyê çapemenî û dîrokî ve nehatine naskirin. Her kes behsa rola jinan di şerê rizgariyê de dike lê bi riya fîlmê, min hilbijart ku ez bi şervanên jin û şervanên ku rolên rast lîstin re kar dikim bi riya belgekirina çîrokên wan ên rastîn ên ku şervanên jin tê de jiyane, çi li çiya, çi li bajaran, çi jî li cihekî din.”