Femînîsta Tunisî Selwa Qîqa: Abdullah Ocalan ramangerek xwedî vîzyoneke stratejîk e
Parêzvana mafên jinan a Tunisî Selwa Qîqa diyar kir ku Abdullah Ocalan azadiya Rojhilata Navîn bi demokrasiya rastîn û rizgariya jinan ve girêdide û got, "Ew ramangerekî û fîlozofekî siyasî ye ku xwedî vîzyoneke stratejîk e."
NEZÎHA BO SEÎDÎ
Tûnis – Di vê serdema ku jin li hemû welatên Bakurê Efrîkayê û Rojhilata Navîn ji ber pergalên feraseta baviksalar û desthilatdar êşê dikşînin de; di dîrokê de hinek mêrên ku di têkoşîna domdar de li dijî van ferasetan û li dijî feraseta civakî ya ku rêzê ji hêz û feraseta jinan re nagire têkoşiyane jî hene. Yek ji wan kesên navdar, Tahir El Hedad ê li Tûnisê ku di bîr û hişê Tûnisiyan de mayî ye. Dema ku wî ji bo azadiya jinan bang kir, ji aliyê muhafezekaran ve hat şermezarkirin. Lê belê El Tahir El Hedad berdewam kir û dest bi bi têkoşîna baviksalar re kir. Wî guh neda bertekan. Serokomarê berê yê Tûnisê Hebîb Bourqîba, bi riya perwerdeya bê pere, lênêrîna tenduristiyê, plansaziya malbatê û derxistina qanûnên ji bo azadiya jinan, li ser rêça wî çû.
Mamosteya Perwerdeya Bilind a Wêje û Şaristaniya Erebî Jelîla Tirêtir, li ser mijarê axivî. Jelîla diyar kir ku nîqaşkirina mijara mêrên ku jinan parastine, bi gelemperî di dîroka Erebî-îslamî de heye û wiha got: “Em li Misrê behsa El Tehtawî, Mihemed Ebû û Qasîm Emîn dikin. Li Tûnisê jî 30 sal şûnde em behsa Tahir El Hedad dikin. Belgeyên ku îro hene, xwendinên dîrokî hewce dikin. Ji ber ku xwendina dîrokî bingeh e û piştre em hêdî hêdî ber bi qadên din ên analîzê ve diçin. Ez nikarim bi destnivîsan dest bi nivîsandina xwe bikim. Hewcedariya min bi bingehek dîrokî ku têkiliyên dîrokî dihewîne heye, li ser wê analîzên xwe ava bikim.”
‘Hinek ji van mêran motîvasyonên wan ên kesane hebûn’
Profesora zanîngehê, lêkolîner û aktîvîsta femînîst Dîra Mahfûz da zanîn ku ramanên Tahir El Hedad rê li ber pêşketina jinan û civakê vekirine û wiha got: “Bingeha îdeolojîk ji bo guhertina rewşa jinan û ji bo pêkanîna reformên rizgariyê, bi taybetî zagona Rewşa Kesane, ava kirin. Ew ji bo jinên Tûnisî û bi taybetî jî yên ku bi tevgera femînîst ve girêdayî ne, ronahiyek e. Gelek mêran di azadkirina jinan de roleke girîng lîstin. Ev mêr dikarin di qaden curbecur ên mîna siyaset, perwerde, sînema, wêje û werzîşê de werin dîtin. Hinek ji van mêran motîvasyonên wan ên kesane hebûn ku wan ber bi piştgiriya jinan ve birin, lê belê çarçoveya berfirehtir jî roleke girîng leyîst. Her wiha tevgereke reformê ya taybet hebû ku ji aliyê mêran ve dihat birêvebirin, li ser navê jinan diaxivîn û rastiyên civakên xwe diyar dikirin.”
‘Behsa têkoşîn û tecrubeya jinan nayê kirin’
Dîra Mahfûz, tecrubeya xwe bi bîr xist û wiha axivî: “Min pozîsyonek sendîkayî girt ser xwe û di sendîkaya xwendina bilind de bûm jina yekem. Lê belê heta 4 mehan newêribûm gotarek pêşkêş bikim. Behsa mêrên ku di tecrubeya girtîgehê re derbas bûn hat kirin, lê behsa jinên ku heman tecrubeyê jiyane qet nehat kirin. Ev yek serdestiya mêran di nivîsandina dîrokê û nebûna jinan a di nav wê de diyar dike. Her wiha di serdema şînê de hebûna aktîvîstên jin ên ku mafên jinan diparêzin hebû, lê ne hewldanên wan ên di dema şînê de û ne jî di bin Borqîba de nehat belgekirin û pejirandin. Jin, tenê di pêlên modernîzasyonê yan jî hilbijartinan de tên gazîkirin.”
Dîra Mahfûz, derbarê navên hin kesên ku li welatên Ereb piştgirî dane jinan de jî, wiha got: “Mîna Saed Eddîn Îbrahîm ê li Lubnanê, gelek kes hene. Kovara Saed Eddîn Îbrahîm a El Wehda El Erebiye' (Yekîtiya Ereb) hebû. Ew nivîskarekî mezin bû, gelek jinan ji bo nivîsandinê teşwîq dikir. Li Misrê, Qasim Emîn, El Tehtawî û Saed Zexlûl hene. Ji bo ku em mêran teşwîq bikin da ku bêtir piştgiriyê bidin jinan, divê em li ser perwerdeyê bisekinin. Ji ber ku heta niha jî di pirtûkên dersê yên dibistanê de behsa jinan nayê kirin.”
‘Mêrbûna erênî difikre ku wekheviya rastîn bi dest bixe’
Aktîvîsta femînîst a li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Selwa Qîqa jî wiha axivî: “Mêrbûna erênî difikire ku wekheviya rastîn bidest bixe. Ji ber ku mafên mirovan nayên parçekirin. Di vê qadê de gelek mînak hene; ji Tahar Haddad ê li Tûnisê bigre heta nivîskarê Cezayîrî Said Cinêt ku helwestên wî ji aliyê serokkomara berê yê Esyobiya Sehloriq Zodî ve piştî weşandina pirtûka wî ya bi navê "Carnet de Maputo ou ma Lettre d’amour à la femme africaine" (Bîranînên Maputo yan Nameya Min a Evînê ji Jina Efrîkî re) hate pejirandin. Nivîskar, bal kişand ser pêwistiya damezrandina têgehên wekhevî û çalakiya hevbeş ji bo avakirina ewlehî û aştiyê ya hem di jiyana taybet de hem jî di jiyana giştî de. Serokkomarê Ruandayê Paul Kagame di Mijdara 2019’an de, wiha gotibû: “Dema ku jin qezenc dikin, hemû kes qezenc dikin û kes winda nake.’”
‘Hewldanên têkbirina ramananên pêşketî yên Rêber Ocalan didomin’
Selwa Qîqa, da zanîn ku mînaka herî berbiçav a li Rojhilata Navîn, Abdullah Ocalan e ku parêzerê Nelson Mandela Issa Musa, wî mîna 'Mandelayê Rojhilata Navîn’ binav kir. Selwa Qîqa, axaftina xwe wiha domand: “Her mîna Filîstîniyên ku di sala 2016’an de li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê beşdarî civînek bûn, jê re digotin birayê Yaser Erefat. Lewma hewldanên têkbirina ramanên pêşketî yên Rêber Ocalan didomin. Erka me ya mezin ew e ku em wî siyasetmedarê ramanek pêşketî digre û dixwaze mirovahiyê dûrî mezhebgeriya teng a ku li herêmê serdest e bike, bidin nasîn. Abdullah Ocalan fîlozofeke civakî û siyasî ye û xwedî nêrîneke stratejîk e ji bo herêmê. Abdullah Ocalan, bawer dike ku rizgariya Rojhilata Navîn bi avakirina demokrasiya rastîn û azadkirina jinan ve girêdayî ye. Lewma nêrîna Ocalan hem ji bo hişmendiya baviksalar, hem jî ji bo berjewendiyên Rojavayî yên ku bi riya zordariya civakî li serdestiyê digerin gefê dixwe. Lewma, bi awayekî kêfî ji sala 1999’an heta niha li Girtîgeha Îmraliyê ya li Tirkiyeyê tê girtin.”
‘Xwestin gelê Kurd û Abdullah Ocalan ji hev qut bikin’
Selwa Qîqa, da zanîn ku digel hemû zextan jî hemû gel Abdullah Ocalan mîna rêberê xwe dibînin û got: “Kurdistan di peymana Sykes-Picot a 1916’an û Peymana Lozanê ya 1923’an de, di navbera Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê de hat dabeşkirin. Xwestin bi vê plana parçekirina Kurdistanê re gelê Kurd ji hev qut bikin û tune bikin lê gelê Kurd yekîtiya xwe parast. Îro jî dixwazin gelê Kurd û Abdullah Ocalan ji hev qut bikin lê girtîgeh nikaribû gel û Abdullah Ocalan ji hev veqetîne. Abdullah Ocalan, mîna "Neteweya Demokratîk", "Komploya Navneteweyî ya vê Sedsalê," û "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk (1,2,3,4,5) gelek berhemên girîng nivîsand.”
Guhertina ferasetê çawa dibe?
Aktîvîsta femînîst Selwa Qîqa, bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Ev berhem referansên li herêmên cuda ne ku di qadên qanûnî, civakî, siyasî û çandî de dixebitin û hemû li ser bingeha nêrînek yekgirtî ya azadî, demokrasî, wekheviya rastîn û rûmeta mirovan in. Sepandina van prensîban, di pejirandina hevserokatiyê ya di navbera jin û mêran de yan jî derxistina qanûnek ku mafên wekhev ji bo jin û mêran derxe. Guhertina ferasetê bi riya kampanyayên hişyariyê, medya û bernameyên perwerdeyê pêkan e.”