Femînîsta Îranî di binçavkirinê de rastî îşkenceya bipergalî hat

Çalakvana Îranî Zainab Zaman, îşkenceya bipergalî ya ku di binçavan de rast hat vegot. Zainab Zaman wiha got: "Çavên min hat girêdan û beriya ku bikevim hucreyê rastî lêgerîna tazî hatim.”

Navenda Nûçeyan – Aktîvîsta Femînîst Zainab Zaman, îşkenceya ku di bin çavan de rast hat vegot. Zainab Zaman, diyar kir ku li ber kamerayan neçarî xwe tazî kirine hatiye, di hemamê de nepenîtiyê paşguh hatiye kirin û ji bo pêdiviya çûya tuwaletê nebe jî kêm xwarin xwarin e.

‘Rastî lêgerîna tazî hatim’

Zainab Zaman di parvekirina xwe ya li ser hesabê medyaya dîjîtal Twîtterê de, îşkenceya ku rastî hat wiha vegot:

"Di roja ewil a binçavkirinê de çavê min hat girêdan û beriya ku bikevim hucreyê rastî lêgerîna tazî hatim. Erkdara jin tuwaletê vekir û got, 'bikeve tuwaletê'. Dema ez ketim hundir got, palto, pantol, pêlav, gorê û cilên xwe ya binê derxe. Ji min xwest ez bi temamî xwe tazî bikim û du caran çoka xwe neynîm erdê. Ez şok bûm û min nekarî tiştek bibêjim. Ajana jin got, ‘Ji ber kamera nîne, min te anî li vir’. Roja duyemîn min birin dadgehê û dema ez vegeriyam min birin hucreyek nû û ajana jin dîsa xwest bi temamî xwe tazî bikim. Tuwalet û hemam di hundirê hucreyê de bû, tenê li pêşiya vê û di dîtina kamereyê de dîwarek pir kurt hebû. Dema ku min serê xwe dişuşt, min berê xwe dida dîwer û pir kêm xwarin dixwar, bi vî awayî pêwîstiya li ber kamerayê çûyîna tuwaletê kêm dibû.”