Federasyona Filistînê bi minasebeta 8'ê Adarê çalakiyek 'Gavên Bawerî' li dar dixe

Yekêtiya Filistînê ya çand û hûner bi armanca vejînkirina Roja Jinên Cîhanê di bin navê 'Gavên Bawerî' de çalakiyek sporî li Xezayê organîze kirin.

REFÎF ESLÊM

Xeza – Çalakî di nav hin deverên kombûnê yên ku berê hatibûn ragihandin de, bi beşdariya hejmarek mezin ji jinên saziyên civaka sivîl, di nav de jî jinên karsaz, jinên malê û karkerên ku di beşên jinan ên sendîkayên Fîlîstînê dixebitin de jî hate li dar xistin.

Çavdêra Yekîtiya Werzîşê li zanîngeha EL-Ezher û endamea trîlyonea werzîşê li Wezareta Ciwan û Werzîşê ya Filistînî Eşcan EL-Beltacî got: "Ez beşdarî çalakiya Gava Bawerî bû me, ji bo vejînkirina Roja Cîhanî a Jinan û piştgiriye bide hemû jinên ku werzîşê dikin da ku parastina tenduristiya xwe bikin. Her wiha hemû roj wekî roja jinê tê hesibandin, ji ber ku jin ji zarok, civaka û hemî pîşeyên ku tê de dixebite fedakare."

'8'ê Adarê li dayikên şehîd û girtiyên Filistînê pîroz dikim'

Emdama Desteya Rêveber a Klûba Werzîşê ya EL-Meştel û namzeta Yekîtiya Fûtbolê Mêrvet El-Bêtar Roja Jinên Cîhanê li hemû dayikên şehîd û girtiyên Filistînê pîroz kir û wiha got: "Jinên Filistînê têkoşîna xwe bi meşan berdewam dikin. Dema ku "Dagirkeriya İsraîlê" jin koçber kir, jinan bi hemû hêza xwe û di nava meşeke dirêj de bajar û gundên xwe li ser piyan hiştin. Beşdarbûna min ji bo gihandina peyama ku jin di hemî foruman de hene. 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê, nemaze Dayikên şehîd û girtiyên Filistînî  pîroz dikim."

Li aliyekî din Sema Ebdo ku 27 salî ye, diyar kir ku ew beşdarî "Gavên Bawerî" ji bo girîngiya çalakiya werzîşê û got: "Ji ber ku ez derçûya perwerdehiya werzîşê me, perwerdeya laş û werzîşa serê sibehê girîng dibînim. Ez teqdîr dikim ku hikumeta Filistînê roja 8'ê Adarê wekî betlaneyek fermî veqetandiye û ez vê rojê li hemû jinên cîhanê pîroz dikim."

'Jinan bi beşdariyek mezin çalakî despêkirin'

Cîgirê Serokê Yekîtiya Filistînê ya çand û hûner Mehmûd EL-Natûr got: "Çalakiya Gavên Baweî ji bo Roja Jinên Cîhanê, bi beşdariyeke mezin ji aliyê hemû jinên li Filastînê ve hat organîzekirin. Ev jî ji bo bilindbûna asta werzîşê bi taybet ji jinan re ye, da ku ji wan re êdî wek rotînk be ku pê mijûl bibin û parastina tenduristiya xwe bikin. Ev çalakî ji aliyê gelek Yekîtî, komîte û malperên werzîşî ve hatiye hevahengîkirin. Her wiha reklam hatin çapkirin û li kesayetên bi bandor hatin belavkirin da ku belavbûneke mezin pêk bîne û hemî jinên li Filistînê pê bihesin."