FEDA: Em ji Dêrsimê heta Çorûmê van komkujiyan baş dinasin

Meclîsa Jinê ya FEDA'yê Derbarê êrîşên ser HDP’ê û qetilkirina endama wan Denîz Poyraz de, daxuyanî da.

 
Navenda Nûçeyan - Bertek û nerazîbûnên li hemberî qetilkirina endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Denîz Poyraz didomin. Meclîsa Jinê ya Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) jî bi daxuyaniyekê qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir.
Daxuyaniya meclîsê wiha ye: "Hêzên serwer hewl didin bi rêya kaosê li ser piyan bimînin. Em ji Dêrsimê heta Çorûm, Sêwas, Gazî, Cizîr, Sûr û Roboskiyê vê nefretê, van komkujiyan baş nas dikin. Mîna li van komkujiyan hate kirin, eşkere ye ku ev kes jî bi rêxistinî, bi zanebûn bi ser HDP'ê ve hatiye şandin. Heta ku hêzên li pişt vî kujerî neyên eşkerekirin, kuştin û sûcên bi vî rengî wê dewam bikin. Heta hesab ji van komên kujer bê pirsîn wê têkoşîna xwe dewam bikin."