Fatima Otaleb: Li dijî zagonên cihêkariyê em ê têkoşîna xwe bidomînin

Çalakvana mafên mirovan Fatima Otaleb destnîşan kir ku guhertinên nû yên Zagona Malbatê ya Mexribê valahiyên di zagonê de tijî nakin, diyar kir ku ew ê li dijî zagonên cihêkariyê têkoşîna xwe bidomînin.

HANAN HARITE

Mexrib- Çalakvana mafên mirovan Fatima Otaleb diyar kir ku pêwîstiya guhertin û pêdaçûna zagonên cudaxwaz ên li dijî jinan heye û jî diyar kir ku divê ev zagon bi peyman û peymanên navneteweyî yên ku Mexrib alîgirê wan e re li hev bikin. Fatima Otaleb got: “Guherandina zagonên cihêkariyê, bidestxistina mafên jinan, bidestxistina prensîba wekheviyê, parastina jinan ji tundiyê û ji jinan re dabînkirina jiyana xweş qonaxeke destpêk e."

Fatima Otaleb da xuyakirin ku guhertina zagonê ku di nava daxwazên pêşeng ên tevgera jinan a Mexribê de ye, nayê wateya bidawîbûna têkoşîna jinan û komeleyên mafên mirovan û wiha pê de çû: "Kar û têkoşîna me bi çavdêriyê berdewam dike. Piştî têkoşînên dirêj ên tevgera jinan, Zagona Malbata Mexribê ket qonaxa sererastkirinê. Her çend Zagona Malbatê ya Mexribê ku di sala 2004'an de hat qebûlkirin û ji jinan re hinek mafan tîne jî îro pêdiviya wan bi xwe re nabîne. Tevgerên jinan bi awayekî zelal nîşan da ku zagon kêmasî û pirsgirêkan dihewîne. Ji ber vê yekê ji bo temînata mafên jinan diviyabû guhertineke berfireh di bendên Zagona Malbatê de were xwestin."

‘Di zagonan de valahî û pirsgirêka pêkanînê heye’

Fatima Otaleb got ku bi zagonên nedestûrî û metnên zagonî yên ku qalibên civakî yên serdest naşkînin, pêşketin çênabe û wek Zagona Malbatê û Zagona Kar bal kişand ser gelek zagonên ku bi cudakariya li dijî jinan tê binavkirin û wiha gotinên xwe domand: “Zagona Malbatê heya astekê destkeftî bi dest xist lê valahiyên ku me tesbît kirine diyar dike ku di asta dadgehan de di pêkanînê de pirsgirêk heye.”

‘Pêdivî bi zagonên ku wekheviya zayendî pêk bîne heye’

Fatima Otaleb di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku pêdivî bi zagonên ku wekheviya zayendî pêk bîne heye û wiha li ser zêde kir: “Em zagonên ku ji bo tevahî civakê adil bin û di berjewendiya jinan de pîvanan ava bikin dixwazin. Divê rûmeta jinan, mafên aborî, siyasî, civakî û sivîl bên parastin. Ji bo ku civak bi vê guherînê re bimeşe divê zagon bên guhertin û zîhniyet jî bê guhertin. Nefêmkirina vê yekê di navbera civak û hiqûqê de ferqê çêdike.”

‘Em Xezayê re di nav piştgiriyê de ne’

Fatima Otaleb di dawiyê de diyar kir ku ew bi jin û zarokên Filistînî re, ku şer lê berdewam e, di nav piştgiriyê de ne her wiha êrîşên li ser jin û zarokan şermezar kir û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Ez ku dixwazim bêedaletiya li ser jinan li herêmên weke Yemen û Sûdanê bi dawî bibe û bang li civakê dikim  ku li dijî polîtîkayên şer dengê xwe bilind bikin.”