Fatima Al-Mansourî bû Şaredara Merakeşê
Seroka Meclisa Neteweyî a Partiya Rastî û Modernîteyê Fatima Al-Zahra Al-Mansourî ku di hilbijartinên herêmî û parlamentoyê yên ku di 8'ê Îlonê de pêk hatibûn de asta duyemîn bi dest xistibû, bû şaredara bajarê Merakeşê.
Mexrib- Hilbijartina Fatima Al-Zahra Al-Mansourî ji bo peywira şaredariya bajarê Merakeşê ku beriya wê Mihemed Belarbi Balkaid ev kar dikir, di 17'ê Îlonê de bi yekdengiyê û piştî piştgirtya sê partiyan ji bo Fatima, Partiya Mîtînga Neteweyî û Serbixwe û Yekîtiya Destûrî ku 79 deng girtin pêk hat.
Fatima Al-Zahra Al-Mansourî di sala 1976'an de hatiye dinyayê û 5 sal berê di navbera 2009-2015'an de ji bo karê serbajar ê bajarê Merakeşê hatibû hilbijartin.
Her wiha Fatima Al-Mansourî li bajarê Merakeşê di dibistanên Fransî de perwerdehî dîtiye û piştre li Fransayê beşa hiqûqê xwendiye, dest bi parêzeriyê kiriye. Di heman demê de wê şîrketek dadrêsî ya pispor di dadrêsiya danûstandinên bazirganî û nekêşbar de damezrand.
Di rêveberiya bajar de bû jina duyemîn
Fatima Al-Zahra Al-Mansourî jina duyemîn e ku ji sala 2009'an û vir ve li Mexribê cihê şaredara digire û beriya wê jî jina bi navê Asmaa Al-Şabî ji 2003'an heya 2009'an seroktiya Meclisa Şaredariya Al-Siwêra dikir.
Bajarê Merakeş yek ji 6 bajarên Mexribê ye ku ji sala 2003'an û vir ve di pergala yekîneya bajêr de dixebitin ku rêjeya niştecihan ji 350'î zêdetir e û karûbarên wan ên herêmî ji hêla şaredara ku ji hêla bijartî ve hatibe hilbijartin tên birêvebirin ev jî di demên ku di hilbijartinan de serkeftî bû tên erkdarkirin ji bo kar.