Faten Atallah: Jinên Xezayê ji bo debara xwe bikin li çavkaniyan digerin

Li Xezaya ku bi mehan e bi êrişan re rûbirû ye; jin ji bo jiyanê, li rê û çavkaniyan digerin. Faten Atallah diyar dike ku ji bo xwe û bi hezaran jinan li riyên debarê digere û bang li civakên navneteweyî kir ku ji bo jinên Xezayê bikevin tevgerê.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Bîlançoya êrişên Îsraîlê yên ku ji 7’ê Cotmehê ve li ser Şerîda Xezayê didomîne; her roja ku diçe giran dibe. Tê diyarkirin ku di êrişan de 14 hezar zarok, 9 hezar û 220 jinan jiyana xwe ji dest dane, 7 hezar kes jî di bin xirbeyan de, yan jî winda ne. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane nêzî 32 hezarî ye, 73 hezar û 934 kes jî birîndar bûn. Saziyên alîkariyê yên navneteweyî jî diyar dikin ku li Xezayê zexîre nemaye, bi milyonan kes li ber birçîbûnê ne.

‘Jin rastî îşkenceyê tên’

Jinên Xezayê, di mercên herî xirab de birçî û nexweş in, ji pêdiviyên herî bingehîn bêpar in. Yek ji wan jinan jî Faten Atallah e, ji ber bombebaranê mala wê rûxiyaye û tu tiştek ku pê debara xwe bikin nemaye. Faten Atallah, diyar dike ku jin ji aliyê hêzên Îsraîlê ve tên girtin, îşkenceya fizîkî û derûnî li wan tê kirin.

‘Mercên şer êşên me duqat zêde kirin’

Faten Atallah, da zanîn ku ji ber şer êşên wan bûne duqat û got ku ji bo bikaribin bijîn li rê û çavkaniyên debarê digerin. Faten Atallah diyar kir ku ji bo bikaribe debara xwe bike dest bi firotina tutunê kiriye û got: “Ez dizanim ku ev biryareke zehmet e lê min alternatîfeke din nedît. Li cihê ku em li benda alîkariya kesan bimînin divê em bi xwe li çareyan bigerin û pêdiviyên xwe bi cih bînin.”

‘Zehmetiyê jî bikşînim divê karê xwe bidomînim’

Faten Atallah, diyar kir ku ji bo bikaribe tutunê bifiroşe, rojê 9 saetan dixebite û wiha domand: “Tendirustiya min her roja ku diçe xirab dibe û ev yek min dixe stresê lê tevî van zehmetiyan jî divê ez karê xwe bidomînim lewre zehmet be jî ez êdî dikarim mesrefa xwe ya rojane derxim.”

Faten Atallah, diyar kir ku li Xezayê bi hezaran jinên weke wê hene û got: “Em di heman rewşê de ne. Divê civaka navneteweyî ji bo parastina jinên Xezayê plansaziyek çêbike.”

‘Divê ji bo jinên Filistînî bi lezgînî tiştek were kirin’

Faten Atallah, bal kişand ku di 8’ê Adara îsal de jinan li her derê cîhanê serkeftina xwe pîroz kirine û rola xwe ya pêşeng nîşan dane lê jinên Xezayê, ji ber şer û êrişan bi mexdûriyet hatine bibîranîn. Faten Atallah bi gotinên; “Em ê van tiştên ku me jiyane, bi salan ji bîr nekin” bang li civakên navneteweyî kir ku ji bo jinên Filistînê bikaribin di mercên bi ewle de bijîn û werin parastin; bi lezgînî bikevin tevgerê.

Faten Atallah her wiha xwest ji bo dawî li êriş û binpêkirinên li ser Xezayê were zextên mezin li Îsraîlê werin kirin û rê û rêbazên rawestandina êrişan werin ferzkirin.