Fatemeh Maksûdî ya ku xwest aqûbeta kurê xwe hîn bibe hat binçavkirin

Fatemeh Maksûdî ku ji bo kurê xwe Îdrîs Fakîhî yê ku piştî li Îranê hat girtin ti agahî jê negirt li ber avahiya Îstîxbarata Pasdaran a Urmiyê çalakiya rûniştinê pêk anî, hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê derbarê Fatemeh Meqsûdî ku agahî ji kurê xwe Îdrîs Fekihî ku li Îranê hatibû girtin negirt, li ber Ofîsa Îstixbarata Pasdarên Şoreşê ya li Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê çalakiya rûniştinê pêk anî û hat binçavkirin, daxuyanî da.

Nayê zanîn ku Fatemê Maksûdî birine ku derê

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Fatemeh Maksûdî duh ji aliyê Îstixbarata Pasdarên Îranê ve hatiye binçavkirin û hat gotin nehatiye zanîn ku ew birine kuderê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Fatemeh Maksûdî (67) ku ev 21 meh in agahî ji kurê xwe nagre û nexweşiya wê ya dil heye û hat destnîşan kirin ku derbarê tenduristiya wê de bi fikar in.

Fatemeh Maksûdî hefteya borî çûbû Ofîsa Îstixbarata Pasdarên Şoreşê ya Urmiyê û ji bo aqûbeta kurê xwe Îdrîs Fekihî hîn bibe dest bi çalakiya rûniştinê kiribû. Malbata Îdrîs Fekîhî di 21’ê Sibata 2022’an de li heman cihî çalakiya rûniştinê pêk anîbû û Fatemeh Maksûdî ku ji ber çalakiyê hatibû destgîrkirin, hatibû girtin. Piştî ku malbata wê soz dabûn ku careke din çalakiyan nekin, Fatemeh Maksûdî serbest hatibû berdan.

'Ez dixwazim kurê min bibînin'

Fatimeh Maksudî di dîmenên ku digot piştî ku kurê xwe hatiye girtin tu agahî ji kurê xwe negirtiye û wiha gotibû: "Kurê min ev salek e li Urmiyê girtî ye. Ez diçim Îstixbarat, dadgeh û girtîgehê. lê bersiveke zelal nadin min. Carinan dibêjin 'va li vir e', ciran dibêjin 'ew ne li vir e'. Êdî ez nikarim tehamula vê rewşê bikin, hêza min nema. Ez nexweşa dil im. Ez ji saziyên mafên mirovî dixwazim ku kurê min bibînin, dixwazim bizanibim ka jiyan dike an na û çi lê hatiye.”